27 Îlon 2022, Sêşem
No menu items!
More

    Dîroka Kurdistanê – Behlulê Mahî

    Behlûlê Mahî yan jî Behlûlê Medî, ji Hemedanê ye. Hemedana îro paytexta Medan Ekbatan e. Navê Behlûl ê rastî Emer e û navê bavê wî Leheb e, di nava gelê herêmê de ji wî re Emerê Leheb dihatgotin, Behlûl nasnavê wî ye. Her wiha wek Behlûlê Dîn, Behlûlê Dane, Behlûlê Dîwane û Behlûlê Danende jî tê nasîn.Tê gotin ku Behlûl ji bo xwendin û perwerdehiya xwe ji Loristanê derbasî Bexdayê dibe û li wir di medreseya Cahferê Sadiq de dest bi xwendinê dike û bi serkeftî diqedîne.Hin derdor dibêjin ku medreseya Cahferê Sadiq ne li Bexdayê, li Medîneyê ye. Belê aliyê xwe yê rast heye. Lê di encama lêkolînan de ev jî derdikeve holê , di sala 750 de Ebû Ebbas bi navê xwe yê din Seffah dawî li Xanedaniya Emewiyan tîne û dibe yekemîn xalîfeyê Ebasiyan. Lê kesekî gelekî xedare ku jê re dibêjin Seffah (Seffah di erebî de tê wateya xwînrij). Seffah dema ku desthilat e, Cahferê Sadiq li Medîneyê digire û wî tîne Iraqê û wî demekê li Iraqê digire. Em dikarin vê wekî sirgûniyekê jî pênase bikin. Di encamê de ev jî dide xuyakirin ku hatina Cahferê Sadiq ya Bexdayê bi vî awayî bû ye. Helbestên Behlûl jî gelekê ji wan winda bûne yên mayî jî bi saya pirtûka Serencam hatine parastin û gihîştine roja me. (Serencam navê pirtûka pîroz a yaresaniyan e ku di sedsala 15’an de ji aliyê Siltan Sahak ve hatiye nivîsandin. Yaresanî bawer dikin ku Serencam ji cîhanê re peyama paşîn a Xwedê ye û di goranî de ya resen bi fikra ku ji hêla Xwedê ve hatî damezrandin dihesibîne.) Dîsa li gor vê pirtûka Serencamê Behlûlê Mahî di sala 837’an de li herêma Tengegulê koça dawî dike. Di encamê de Behlûlê Mahî di baweriya Yaresanî de cihekî taybet digire û helbestvanekî kurd ê ku bi zaravayê Goranî helbest nivîsî ye.