31 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    Di sedsala 21’emîn de Talîban     

    Çeteyên hov ên angaşt dikin ku ew li ser navê olê şer dikin, lê di rastiyê de bûne bela serê mirovahiyê. Çeteyên hov ên bi hişmendiya mêrperest tev digirin b herî zêde zirarê didin jin û zarokan. Mînakên vê yekê di êrîşên ser Rojava de bi awayeklî vekirî hat dîtin. Herî dawî mirov hem di şerê di navbera Rûsya-Ukraynayê de hem jî di her kêliyên Rojhilata Navîn de bibîne.

    Bi taybetî çete û rêxistinên wek Boko Haram, DAIŞ û Talîbanê ku olê ji xwe re dikin bingeh beriya her tiştî êrîşî jinan dikin. Çeteyên DAIŞ’ê bi saya têkoşîna jin û xortên kurd têkçû. Lê Talîbana ku dixwaze jinan ji her qadên jiyanê dûr bixe û wan di nav malan de wek xizmetkar bi kar bîne mixabin hê jî li Afganistanê desthilatdar e.

    Di sala 1994’an de dema Talîban xwe nû ava dikir di demeke kin de gelek kesan li dora xwe kom kir û di sala 1996’an de dest danî ser hikûmeta Afganistanê. Wê demê yek ji karê pêşî yê Talîbanê kuştina jinan bû. Piştî ku hikûmet ket destê Talîbanê bi hezaran jinên ji civaka Afganistanê li stadyûma Kabîlê hatin darvekirin.

    Jinan ji jiyanê qut dikin

    Talîban di navbera salên 1996’an û 2001’an de jinan neçar kir ku çarşef û serçavkê li xwe bikin. Her wiha jin nikarin bixebitin, ji mafê perwerdehiyê bêpar in. Bi kurtasî ji hemû qadên jiyanê li jinan hatin qedexekirin. Di nav 5 salên desthilatdariya ewil de jinên ku li hemberî ferzkirinên Talîbanê derketin ji aliyê çeteyên Talîbanê ve hatin tecawizkirin û kuştin.

    Di sala 2001’an de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dest danî ser hikûmeta Talîban û xwest ku Talîban dawî li kiryarên xwe bîne! Piştî ku DYA ket Afganistanê ji xeynî jinan tu kes xwe di tu qadê de bi rêxistin nekir. Ji ber vê yekê dema DYA di sala 2021’an de ji Afganistanê vekişiya Talîban hat desthilatdariyê û kiryarên xwe yên hovane berdewam kir.

    Talîban çawa hat desthilatdariyê di destpêkê de kabîneyeke ku tev ji mêran pêk tê ava kir. Li dû kabîneya xwe di serî de werzîşê li jinan qedexe kir. Li gor Talîban ji ber ku laşê jinan di kincên werzîşê de diyar dibe divê jin werzîşê nekin.

    Ji bo jiyanê têdikoşin

    Talîban ji roja pêşî de bi kiryarên xwe diyar kir ku dê hem tevlibûna jinan a nav jiyanê asteng bike hem jî nehêle ku jin di tu qadên xebatê de cih bigire. Li ser vê yekê xebata jinan qedexe kir. Di heman bingehê de xebata jinên rojnameger jî hat qedexekirin. Di meha îlonê de Wezareta Jinan hat girtin û di dewsa wê de Wezareta Fezîlet û Astengkirina Bêexleqiyê hat avakirin.

    Di meha kanûnê de Talîban derketina derve li jinan qedexe kir. Heke jineke ku karê wê li derve hebe divê mêrekî ji malbatê pê re hebe. Dema jin derket derve jî mecbûr e ku xwe li gor esasên Talîbanê xwe bipêçe. Heke jineke dema derket, ser û laşê xwe bi temamî negirtibe wê demê mêrê pê re 3 roj cezayê girtîgehê digire. Bi vê rêbazê çeteyên Talîbanê dixwazin di nav jiyanê de mêr serdestiyê li ser jinan bikin û nehêlin ku bi îradeya xwe tev bigerin.

    Mêrperestî jinan qetil dike

    Di encamê de di nava saleke desthilatdariya Talîbanê de dîsa êrîşa herî zêde li ser jinan hat kirin. Di vê sedsala ku jê re sedsala fezayê jî tê gotin de hê jin her roj ji ber ku jin in bi mirinê re rû bi rû dimînin. Nikarin li gor dilê xwe tev bigerin, derkevin derve, biçin dibistanan û bixebitin. Ji van hemûyan wêdetir jin ji ber hişmendiya mêrperest nikarin bijîn.

    Jinên ku van neheqî, tundî û îşkenceyan qebûl nakin bi wêrekî û hêzeke mezin li kolanên Afganistanê di nav çeteyên Talîbanê de li rê û rêbazên guhertinê digerin û dibêjin; “Heta ku em mafên xwe bi dest nexin em ê nesekinin.”