24 Adar, În - 2023
No menu items!
More

    Di êrîşa DYA’yê de 8 alîgirên Îranê hatin kuştin

    DYA'yê ragihand ku li hêzên alîgirên Îranê yên li Sûriyeyê xistine. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR’ê jî ragihand ku di êrîşê de 8 kesên ji hêzên alîgirên Îranê hatine kuştin

    Pentagonê daxuaynd ku duh li nêzî Hesekê bi dronenê êrîş li ser navendekê hate kirin û muteahîtekî amerîkî jiyana xwe ji dest da, 5 leşker û muteahîtek jî birîndar bûn.

    Servîsên îstîxbaratê yên DYA’yê ragihand ku dron a Îranê bû. Wezîrê parastinê yê DYA’yê Lloyd Austin bi daxuyaniyekê diyar kir ku erk ji hêzên Fermandariya Navendî ya DYA’yê re hatiye dayîn ku li rojhilatê Sûriyeyê êrîşa hewayî bibin ser navendên komên ‘Pasdarên Îranê’.

    Austin ragihand ku êrişa hewayî wek bersiva êrişa bi droneyê ya li Hesekê hatiye kirin. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku li bajarê Dêrazorê êriş li dijî depoyeke çekan hatiye kirin û di encamê de ‘6 şervanên alîgirên Îranê’ hatine kuştin, 2 ‘şervan’ jî li çola Mayadînê û nêzî Bûkemalê hatine kuştin.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram