13 Adar, Duşem - 2023
No menu items!
More

    Di 18’ê adarê de starta hilbijartinê dest pê dike

    Serokê YSK’ê Ahmet Yener, aşkera kir ku destpêka xebatên hilbijartinê weke 18 adarê hatiye diyarkirin.

    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener, di civîna çapemeniyê de axivî. Yener, da zanîn ku dîroka destpêkirina xebatên ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên giştî yên serdema 28’emîn ên di 14’ê gulanê de bên kirin weke 18’ê adarê hatiye diyarkirin û got: “Xebatên ji bo diyarkirina prensîbên dengdayînê yên dengdêrên li hundir û derveyî welat jî dewam dikin.”

    Partiyên ku bikevin hilbijartinê

    Biryara YSK’ê ya têkildarî partiyên siyasî yên ku dê tev li hilbijartinê bibin, di hejmara duh a Rojnameya Fermî de hate weşandin. YSK’ê di biryara xwe ya weşandî de diyar kir ku li gorî madeyên eleqedar ên qanûna bi hejmara 298 a “Li ser Bendên Bingehîn ên Hilbijartin û Qeydên Hilbijêran” û “Qanûna Partiyên Siyasî” ya bi hejmara 2820’an, 36 partiyên siyasî yên hatin dîtin ku herî kêm 6 meh beriya 14’ê gulana 2023’yan kongreyên xwe yên mezin lidar xistine û herî kêm nîviyê bajaran rêxistinên xwe avakirine dikarin tev li hilbijartinê bibin.

    Navên partiyên ku dê bikarin tev li hilbijartinê bibin wiha ne:

    1- Partiya Dad û Yekitiyê

    2- Partiya Edaletê

    3 – Partiya Pêşketin û Edaletê

    4- Partiya Niştiman (Anavatan)

    5- Partiya Tirkiyeya Serbixwe

    6- Partiya Yekîtiya Mezin

    7 – Partiya Tirkiyeya Mezin

    8- Partiya Gel a Komarê

    9 – Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê

    10- Partiya Çep a Demokratîk

    11- Partiya Demokrat

    12- Partiya Kedê

    13- Partiya Pêşerojê

    14- Partiya Ciwan

    15- Partiya Yekitiya Hêzan

    16- Partiya Maf û Azadiyan

    17- Partiya Rizgariya Gel

    18- Partiya Demokratîk a Gelan

    19- Partiya Doza Azad

    20- Partiya İyî

    21 – Partiya Memleket

    22- Partiya Netewe

    23 – Partiya Tevgera Netewperest

    24- Partiya Riya Neteweyî

    25- Partiya Seadetê

    26 – Partiya Çep

    27- Partiya Guhertinê ya Tirkiyeyê

    28- Partiya Karkeran a Tirkiyeyê

    29- Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê

    30- Partiya Komunîst a Tirkiyeyê

    31- Partiya Wetan

    32- Partiya Jinûve Refah

    33- Partiya Nûbûnê

    34 – Partiya Tirkiyeya Nû

    35- Partiya Pêşeroja Çep û Keskan

    36 – Partiya Zafer

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram