25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Civana Jinan – Têkoşîna dayikan û lêgerîna edaletê

    Li Tirkiyeyê xeleka bêedaletiyê her diçe berfirehtir dibe. Ev bêedaletî her diçe encamên giran û gelek neheqiyên bi xwe re jî tîne. Li nav civaka Tirkiyeyê li hemberî vê bêedaletiyê her çiqas sekneke qels hebe jî li Kurdistanê pêla berxwedanê bi her awayî didome. Yek ji vê pêla berxwedanê jî bêguman dayikên kurd in.

    Bi salan e ji bo lêgerîna edaletê û avakirine aştiyê, Dayikên Aştiyê di nav liv û tevgerekî de ne û têdikoşin. Xizmên Windayan jî wek Dayikên Şemiyê têkoşîn meşandin. Xizmên windayan ji bo zarok û xizmên xwe yên di salên 90’î de hatin windakirin li Amed û Êlihê bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin gumanbar bên darizandin’ bi salan e dengên xwe li qadan bilind dikin. Xizmên Windayiyan ji 31’ê sibata 2009’an heta niha her hefte çalakiyên xwe didomînin. Gelek caran rastî êrîş qedexekirinên walîtiyê bibin jî berxwedana wan didome.

    Li Qilabana Şirnexê li gundê Roboskê di 2011’an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirk ve 17 jê zarok 34 kes bi balafirên şer hatin qetilkirin. Jixwe ev komkujî ji bilî çapemeniya azad di tu kanalên Tirkiyeyê de cih jî negirt. Endamên vê lijneyê tevî ku gotin ‘dîmen pir zelal in, li ber çavan hatine qetilkirin’ jî Serfermandariya Giştî di 7’ê Çileyê 2013’an de, îdia kir ku endamên TSK’ê peywira xwe bi cih anîne û biryara neşopandinê dan. Hewldana ‘Ji bo Roboskiyê Edalet’ jî her hefte di 28’ê mehê de li ÎHD’a Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê dide û 120 meh in edaletê dixwazin.

    Berxwedana Dayik Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferîd Şenyaşar bi mehan in didome û li hemberî bêedaletiya heyî Dayik Emîne gevek jî paş de neavêtiye.

    Li başûrê Kurdistanê jî Dayikên Aştiyê û malbatên HPG’iyan ji 5’ê cotmehê ve kon vedane û di nobedê de ne. Malbatên ku ev 80 roj in li ber Deriyê Sêmalkayê kon vedane, daxwaza cenazeyên zarokên xwe yên di destê PDK’ê de dikin.

    Herî dawî jî malbatên girtiyan bi pêşengiya jin û dayikan li Baroya Amed û Wanê dest bi nobeda edaletê kirin. Dayik ji bo edaleta ku darazê ji bîr kir ango ser guhê xwe ve avêtiye, li ber xwe didin û bi berxwedana xwe dixwazin careke din tovê edaletê bireşînin. Di çîroka her dayik û malbetekê de li aliyekî zilm û zordariya ku dewletê li ser zarokên wan kirî heye, li aliyê din jî xeta têkoşîneke ku bênavber berdewam kiriye heye. Îro gel, malbat û dayikên kurd û kesên ku bi bêedaletiyê re bi salan in rû bi rû diminîn, êdî ji bo edaletê berê xwe nadin ‘Qesrên Edaletê’, didin kolanan.  Bang li hemû sazî, siyasetmedar, aktivîst û hêza navneteweyî dikin. Dîrok ev yek tim qeyd kiriye ku li cihê zilma serdestiyê heyî berxwedan jî di asta heri jor de bilind dibe.