2 Nisan, Pazar - 2023

Berxwedan ketiye di qonaxa şoreşê de

Rojnameger Azwer Kerîmî, der barê rewşa rojhilatê Kurdistanê û Îranê de axivî û diyar kir ku berxwedana li vir êdî ketiye asta şoreşê de.

Xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ku di 16’ê îlonê de dest pê kirin, dewam dikin. Tevî hemû êrîşên rejîmê yên li ser bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî gel berxwedana xwe mezin dike. Rojnamegerên ji rojhilat rewşa dawî ya li welat ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.

Edîtorê malpera Kolbarnewsê Azwer Kerîmî (navê wî ji ber ewlehiyê hatiye guhertin) ku di sala 2017’an de dest bi xebatên xwe yên ji bo raporkirina serpêhatiyên kolberên li ser sînorê Rojhilat û başûrê Kurdistanê dike, diyar kir ku piştî xwepêşandan dest pê kirin, wek berê pêşî înternet qut bû. Kerîmî da zanîn ku weke her carê, tevî astengiyan jî, gel rêyek dît ku xwe îfade bike, pêvajoya xwepêşandanan ji cîhanê re ragihîne û wiha got: “Ji ber ku di her serhildanê de ji ber qutbûna înternetê, nebûna înternet, îranî demeke dirêj bûne rojnamegerên welat. Rojnamegerî û azadiya derbirînê li Îranê bi giştî belav bû. Mînak bi vîdeoyên ev dan destekkirin. Ji ber vê yekê gelek vîdeo bi hûrguliyên çalakiyan, navnîşan û dîroka wan tê parvekirin. Lê em hîn jî hewl didin ji bo piştrastkirina rastiya vîdyo û nûçeyan bi rêya pêwendî û çavkaniyên pêbawer ên li Îran û rojhilat bidin weşandin.”

Berxwedana gel didome 

Kerîmî, bal kişand ser zêdebûna tundûtûjiya rejîmê ya li rojhilatê Kurdistanê û got: “Niha li gelek bajarên Îranê rewş gelekî aloz e, lê bi taybet li bajarên Kurdistanê rewşa leşkerî ya ne ragihandî heye. Bi şev rejîm bi tundî êrîşî malên xelkê dike, cam û deriyên xelkê dişikîne, endamên malbatan binçav dikin û digirin, ev rewş bi taybet piştî çalakiya Pîranşar û Ciwanroyê girantir dibe, li van her du bajaran rejîmê dest bi komkujiyeke hovane kir û bi çekan gule li xwepêşanderan reşandin. Kuştî yan jî birîndar bi çekan hatin kuştin. Dema ev hemû didomin, piraniya Kurdistanê di du mehên dawî de li bajêr di grevê de ye û piraniya navendên danûstandinê, dikan û bazarên wî girtî ne. Lê xwepêşandanên kolanan bi hemû leza xwe berdewam dikin û gel naxwaze ji kolanan vekişe.”

Nikarin bîrindaran bibin nexweşxaneyan 

Kerîmî da zanîn ku hêzên rejîmê li nexweşxaneyan kemînan çêdike û ji ber vê yekê nikarin birîndaran rakin nexweşxaneyan û di encamê de kesên ku ji ber xwînê mirine jî hene. Kerîmî ev agahî parve kir: “Niha em nikarin birîndarên xwe ji bo dermankirinê bibin nexweşxaneyan. Hêzên rejîmê çalakvanan ji birîndaran nas dikin û li nexweşxaneyê desteser dikin. Di vê çarçoveyê de metirsiyek cidî li ser tenduristiya birîndaran heye. Ji ber ku rejîm gihandina dermankirin û alîkariya yekem jî sînordar dike, niha xelk hewl didin ku van pêdiviyan bi xwe peyda bikin û radestî birîndaran bikin. Gelek bijîşk û hemşîre bi awayekî veşartî navnîşanên xwe didin çalakgeran û li malê birîndaran derman dikin.”

Dixwazin yekitiya gel xera bikin

Kerîmî bal kişand ser wê yekê ku xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kirin û niha veguheriye pêvajoya şoreşê. Kerîmî diyar kir ku tenê daxwaza xelkê ji hemû mezheb û olan ew e ku li seranserê Îranê rûxandina rejîmê ye. Kerîmî anî ziman ku xelkê ji xwepêşandanên berê ders derxistiye û niha xelkê nîşan da ku nayê xapandin û niha mirov di wê ferqê de ne serkeftina niha yekitî û bihevrebûna gelan e. Kerîmî diyar kir ku rejîma Îranê piştevaniya gelan li ber çavan digire û dixwaze pêngavên nû li pêş bixe û niha rejîm dixwaze taktîkan bixe dewrê û yekitiya gel xera bike.

Divê hêzên rojavayî bêdeng nemînin  

Kerîmî bêdengiya medya rojavayê dinyayê ya têkildarî qetlîamên li rojhilat û Îranê rexne kir û got: “Rojnamegerên rojavayî yan karê xwe nekirin yan jî naxwazin ku xwepêşandanan bibînin. Bi salane ev rewş li Îranê didome û her çiqas helwesta çapemeniya navnetewî rexne dike jî lê geşedanên li Îranê û rojhilat ji nedîtî ve tê. Divê hêzên rojavayî li dijî qetlîamên li rojhilat û Îranê diqewimin bêdeng nemîne.”

‘Li seranserê Îranê dakevin kolanan’

Kerîmî îşaretî wê yekê jî kir ku bi xwepêşandanên li bajarên rojhilat re zext û tundiya rejîmê zêdetir bûye û der barê rewşa dawî ya rojhilat de ev agahî parve kir: “Li gorî agahiyên herî dawî ketine destê me, rejîm hêzên zordar dişîne bajarên Kurdistanê. Bajarên ku tê de xwepêşandan tune ne jî dikarin bên tepisandin. Helîkopterên leşkerî bênavber li derdora bajêran digerin, di ser re difirin û leşkeran vediguhêzin navçeyên cuda. Rêjîm bi belavkirina hêzên ewlehiyê hewl dide xwepêşanderan vegerîne malên wan. Li van bajaran bi çekên giran hatine dorpêçkirin. Hejmara girtinan gelek zêde bûye û rejîm cezayên giran li van xwepêşanderan dibire. Bi kurtî rewşa bajarên Kurdistanê gelekî nîgeran e. Pêwîst e li seranserê Îranê dakevin kolanan û rê li ber kombûna hêzên rejîmê li Kurdistanê bigirin. Bi vî awayî rê li pêşiya avakirina hêzên rejîmê li herêmeke diyarkirî bê girtin. Banga me ev e.”

Her kes li ser piya ne

Rojnamegerî din ê bi navê Şoreş Naîmî ku li bajarê Urmiyê karê rojnamevaniyê dike û navê xwe ji ber sedemên ewlehiyê guhert, di peyama xwe ya dengî de rewşa dawî ya Îranê şîrove kir. Naîmî wiha dibêje: “Bi şev li gelek bajarên Kurdistanê wek Urmiyê bi taybet li Pîranşarê xwepêşandan û şer diqewimin. Hêzên rejîmê bi çekên giran êrîşî xwepêşandanên van bajaran dikin. Em dizanin ku gelek kes hatine kuştin, lê ne mimkûn e ku agahiyek rast were dayîn. Her hefte li Kirmanşah û Pîranşarê xwepêşandan û şerê dijwar qewimin. Li gorî agahiyên van bajaran herî kêm 10 kes mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne. Lê li Îranê li gel her cure neyînî jî berxwedan didome. Navdar, lîstikvan û nivîskar piştgirî didin xwepêşandanan. Partiyên Kurdistanî yên rojhilat ji bo piştgiriya gel daxuyaniyên çapemeniyê didin. Ji bo parçekirina hêzên rejîmê ji Mahabad, Pîranşar, Şahindej û gelek bajaran banga çalakiyan tê kirin. Li bajarên din Parlamenterekî Mehabadê di parlementoyê de daxuyaniyek da û raporek pêşkêş kir û tê de 13 kes hatin kuştin, di raporê de hat gotin hêzên rejîmê bi topên hawanê êrişî xelkê kirin di êrişê de bajarê kurdan û mal wêran kirine. Weke ku her kes dizane tabloyek giran heye. Nemaze li Mahabad, Pîranşar û Ciwanro êriş tên kirin. Ji bo van bajaran jî sewqiyata çekên giran ên leşkerî hene. Hate ragihandin ku bi dehan kes birîndar bûne û hatine kuştin. Gelên ku berxwedana xwe didomînin banga xwedîderketina li gelên cîhanê yên dikin ku piştgiriyê bidin wan.”

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram