30 Mayıs, Salı - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedan dikare herka dîrokê biguherîne

Siyasetmedarê kurd Siri Sakik, şahidiya xwe ya Newrozê ya ji zarokatiyê ve vegot û diyar kir ku kurdan bi Newrozê nîşanî cihanê daye ku berxwedan dikare çawa herka dîrokê biguherîne.

Newroz weke mizgîniya biharê tê qebûlkirin, di dîroka gelê kurd de cihekî gelek girîng digire. Kurdan efsaneya Newrozê ji xwe re rêber girtine û di vê çarçoveyê de her tim Newroz pîroz kirine. Lê li Tirkiyeyê heta salên 2000’an jî ji aliyê dewletê ve pîrozbahiyên Newrozê hatine qedexekirin û di gelek Newrozan de li dijî kurdan komkujî pêk hatine. Tevî vê yekê jî kurdan dev ji pîrozkirina Newrozê bernedaye û bi berxwedana xwe îro Newrozê bi dewletê dane qebûlkirin.

Ji salên 2000’an ve pîrozkirinên Newrozê yên li bakurê Kurdistanê mohra xwe li salê didin û peyamên gelek girîng di wan de tên dayîn. Ji ber peyamên Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan ên di wan de hatin dayîn bi taybetî jî pîrozbahiyên Newrozê yên di navbera salên 2013-2015’an de bûn Newrozên herî bicoş û girseyî. Di vê çarçoveyê de bîreke xurt a Newrozê ya kurdan heye. Siyasetmedarê kurd  Siri Sakik ku ji ciwaniya xwe ve di nav siyaseta kurdan de cih digire, pirsên rojnameya me yên der barê Newrozê de bersivandin û şahidiya xwe ya Newrozê ya ji zarokatiya xwe ve vegot.

Sakik, diyar kir ku ji ber kuştina ciwanê kurd Kemal Kûrkût Newroza ku herî zêde bandor lê kiriye Newroza sala 2017’an de ne û wiha got: “Kemal bi laşê xwe yê nîvî tazî direviya û yekîneyên ewlehiyê gule lê reşandin. Ciwanekî têr paqij palepal li qadê Newrozê radiket. Li holê jiyaneke nûciwan ku bi çekê hatibû kuştin hebû lê faîl tunebû.” Pirsên me yên der barê şahidiya Sakik a Newrozê û bersivên wî wiha ne:

Em bi naskirina we ya Newrozê dest pê bikin. We li ku derê û kengî Newroz nas kir û di çend saliya xwe de dest bi pîrozkirina Newrozê kir?

Di zarokatiya me de dema ku em diketin biharê her tim agir dihat vêxistin. Me pir wateya vê yekê nizanibû. Lê ev rûtîel her sal dubare dibû. Ji bo me cureyekî şahiyê bû. Em zarok li hev kom dibûn û mezinan agir vêdixist. Rojeke gelek xweş bû û em bi kelecan li bendê bûn. Hin efsane û çîrokên bi lehengên mitolojîk dihatin vegotin. Dema ku mezinên me diaxivîn û qala efsaneya Dehaq û gelê ku li dijî wî serî hildabû dikirin, me xwe weke lehengê çîrokekê û agirekî ku li dijî zilmê hatibû vêxistin, xeyal dikir. Me meşale didan destê xwe û em di nav gund de digeriyan. Lê dema ku em hatin salên xwe yên ciwaniyê êdî Newroz ji bo me bi tevahî wateyeke din îfade dikir. Ji bo me Newroz bû ruhekî berxwedanê. Ji bo têkoşîna azadiyê veguherî pêteke ku nedivemirî. Metafora Dehaq û Kawayê Hesinkar di jiyana me de veguheriyabû rastiyê. Lewre di dîrokê de her tim zilma Dehaqan û berxwedana Kawayên Hesinkar çêbûye. Belim jî têkoşîna ku li qadan dihat windakirin di dawiya dawiyê de di herka dîrokê de dibû serfketineke gel. Ji bo min 50 sal in Newroz her tim cihekî gelek girîng digire. Lewre her Newroza me di dîroka têkoşîna kurdan de bûye sedema guhertinên gelek mezin.

Newroz ji bo we tê çi wateyê?

Di wateya xwe ya rasteqîn de Newroz ruhek e. Ruhê berxwedan, hebûn, aştî û azadiyê ye. Di Newrozan de me windahiyên gelek mezin dan, êşên gelek mezin jiyan. Lê bêyî ku têk biçin hê jî 100 sal in ji bo azadiyê têdikoşin. Di vî warî de em yek ji gelên kêmdîtî ne. Ev di heman demê de di dîroka berxwedanê ya gelan a dinyayê de mîsyoneke girîng li kurdan bar dike. Kurd ne tenê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ji bo hemû dinyayê nîşan didin ku berxwedan çawa herka dîrokê diguherîne. Em berxwedana xwe bidomînin û roja herî girîng a vê yekê jî roja Newrozê û qadên Newrozê ye. Em ê aştî û azadiyan li wan qadan qezenc bikin. Îro Newroz roja berxwedanê ye, wê sibê jî bibe roja qezenckirina kesên ku li ber xwe didin.

Weke ku hûn jî dizanin heta salên 2000’an jî pîrozkirina Newrozê qedexe bû û dewletê bi awayekî tund êrîşî pîrozkirinên Newrozê dikir. Di van salên qedexe yên Newrozê de we jî siyaset dikir. Li gorî we ji ber kîjan sedeman dewletê pîrozkirina Newrozê qedexe dikir?

Me Newrozên xwe yên herî bicoş di salên 1990’an de pîroz kirin. Li serê her kolanê teker dihatin şewitandin, tilîlî û dûrişman erş û esman kun dikirin. Komkujî dihatin kirin lê qet di paş de gav nedihat avêtin. Newroza Cizîrê ya sala 1992’yan ku mîna bizmar di hişê me hemûyan de maye di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de cihekî gelek girîng digire. Gel ji bo pîrozkirina Newrozê hatibû gel hev, dewletê bi yekîneyên kontgerîlla re gule di ser gel reşand û bi dehan kes kuştin.

Panzêr di ser laşê mirovan re derbas bûn û ew eciqandin. Li dijî vê jin û zarok di ser panzêran de diçûn. Ji bo min û ji bo gelek kurdan ev Newroz û dîmen bûn dîroka destpêkirina ruhê rasteqîn ê Newrozê. Newroza 1992’yan li dijî zilm, qirkirin, îmha û tunekirinê kêliyeke gelek girîng e.

Tevî hemû israra qedexekirinê ya dewletê jî kurdan Newrozê bi dewletê da qebûlkirin û ji salên 2000’an ve weke festîval Newroz tên pîrozkirin. Weke siyasetmedarekî kurd we jî şahidiya vê yekê kir. Hûn dikarin hinek qala vê şahidiya xwe bikin?

Di jiyana xwe ya siyasî ya 40 salan de qedexe û ne qedexe min di her serdemê de her sal li bajarekî cuda Newroz silav kiriye. Di vê pêvajoyê de bûm şahidê kêliyên gelek girîng. Newroz kêliyeke behempa ye ku bi milyonan kes bi yek dilî û yek dengî aştî û biratiyê diqîrin. Piştî Newroza 1992’yan bê guman Newroza herî girîng Newroza 21’ê adara 2013’yan e. Newroz ji bo têkoşîna azadiyê ya kurdan guhertinên girîng ên dîrokê pêk anîn. Bi ruhê yekitiyê gel diherikî qadan û her sal ev girse mezin dibû. Ev motîvasyoneke gelek girîng bû. Li gel hemû zilmê jî kurd neditirsiyan. Tişta ku dewletê qet jê hez nedikir. Li dijî wê gelekî ku bê tirs li ber xwe dida hebû û ev tevgera gel pêl bi pêl mezin dibû. Ji bo tunekirina vê hemû amûrên tundiyê yên di destê xwe de bi kar dianîn. Lê çi bû? Her cara ku zilma wan mezin dibû ew qas jî bêtirsiya me mezin bû.

Pîrozkirinên Newrozan bandora xwe li siyaseta kurdan û Tirkiyeyê jî kir. Bi taybetî jî pîrozkirinên Newrozên di navbera salên 2013’an û 2015’an de mohra xwe li dîroka kurdan û Tirkiyeyê da. Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan di van Newrozan de ji bo pirsgirêka kurd û pêşeroja Tirkiyeyê peyamên gelek girîng dan. Di vê pêvajoya ku em diçin hilbijartinan de hûn ihtîmal didin ku di salên pêş de careke din ev rojên dîrokî dubare bibin?

Di berdewama muzakereyên pêvajoya çareseriyê de danezana birêz Abdûlah Ocalan a di Newroza 2013’yan de ji bo kurd, tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn kêliyeke gelek dîrokî bû. Şahidiya vê yekê gelek bi kelecan bû. Lewre gavên ji bo jiyana hevpar a di nav aştiyê de cara yekemîn bi vê danezanê hatibûn avêtin.

Mixabin ji ber ku em bi mekanîzmeyeke dewletê ya 100 salî ya şer dizanibû lê aştî nizanibû re bûbûn muxatab piştre pêvajoyeke hê bêtir bixwîn dest pê kir. Lê ez bawer dikim ku di demeke nêz de careke din em ê vegerên ruhê Newroza 2013’yan û ew danezan wê pêk were. Dîrok ji vê re amade ye, em weke gelekî ku zilma herî giran a dinyayê jiyaye û tevî vê yekê jî mezin bûye û dev ji bernedaye, xwediyê hêza ku dikare aştî, azadî û edaletê li vî welat ava bike ne.

Ji ber ku salên dûr û dirêj in hûn di nav siyasetê de ne bê guman niha der barê Newrozê de gelek bîranînên we jî hene. Tu dikarî bîranineke xwe ya ku heta niha jî jê bi bandor dibî bikî?

Newroza ku qet ji hişê min dernakeve Newroza 21’ê adara 2017’an e ku Kemal Kûrkût tê de hat qetilkirin. Kemal bi laşê xwe yê nîvî tazî direviya û yekîneyên ewlehiyê gule lê reşandin.

Ciwanekî têr paqij palepal li qadê Newrozê radiket. Li holê jiyaneke nûciwan ku bi çek hatibû kuştin hebû lê faîl tune bû. 100 sal in her ev peyam didan; em dikarin we bikujin lê qet nayên sûcdarkirin. Kesên ku meraq dikin Newroz çima ew qas girîng e, tenê li Newroza sala 1992’yan, Newroza sala 2013’an û Newroza sala 2017’an binêrin wê fêm bikin ku Newroz çiqas girîng e. Heta dawiya emrê xwe ez ê di doza Kemal Kûrkût de bibim alî. Ez ê ji bîr nekim û nedim jibîrkirin.

Siri Sakik kî ye?

Siri Sakik, di 1’ê tebaxa 1957’an de li gundê Zengokê yê Mûşê ji dayik bûye. Li Mûşê dixwîne û di salên destpêkê yên ciwaniya xwe ve di nav tevgerên şoreşger cih digire. Di salên 1970’yan de ji bo rojnameyên Cûmhûriyet û Vatanê nûçegîhantî kiriye. Di salên 1990’an de piştî ku partiyên kurd ên îro HDP li ser xeta wan siyaset dike tên avakirin di wan de cih digire. Di sala 1991’î de di SHP’ê de weke parlamenter tê hilbijartin û piştre bi komek hevalên xwe yên parlamenter re derbasî HEP’ê dibe. Di sala 1994’an de destnedayîna wî tê rakirin û tê girtin. Piştre di sala 2007’an de di DTP’ê de û di sala 2011’an de jî di DBP’ê de dibe parlamenter. Di sala 2014’an de bû Hevşaredarê Agiriyê û di sala 2016’an de ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. Herî dawî di hilbijartina herêmî ya sala 2019’an de bû namzetê HDP’ê yê Şaredariya Mûşê. Tevî ku dengekî baş girt jî AKP’ê bi dek û dolaban namzetê xwe bi ser xist. Sakik, hê jî di nav HDP’ê de xebatên xwe yên siyasî didomîne.