29 Mayıs, Pazartesi - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Belgefîlma Hêza xelata Amnesty Internatîonal girt

Festîvala Fîlman a 14’emîn a SîcîlyAmbîensê îsal di navbera 11-16’ê tîrmehê de li Şaredariya San Vîto Lo Capo ya Sîcîlyayê hat kirin. Ji Rojhilata Dûr, Afrîka, Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîkayê 35 berhem tev li festîvalê bûn.

Ji xeynî nîşandanên fîlman semîner û panel jî hatin li dar xistin û di juriyan de bi tenê jinan cih girtin. Di festîvalê de ji bo fîlmê herî baş, belgefîlma herî baş, mafên mirovan û hawîrdorê xelat hatin dayîn.

Belgefîlma Hêza hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat dîtin. Li ser navê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Francessa Corbo di xelatdayînê de got “Di çîroka Hêzayê de ya ku ji nav destê DAIŞ’ê reviyaye û piştre li hemberî DAIŞ’ê şer kiriye, derhênera jin Derya Denîz vegotineke xurt kiriye.”

Çêker Afat Baz jî li ser navê koma belgefîlmê xelat stend û got “Xelat a wan jinan e ku li hemberî feraseta DAIŞ’ê şer kirine û li ser vê rêyê şehîd bûne.”

Xelata Amnest Internatîonalê çi ye?

Amnesty Internatîonal li dinyayê mafên mirovan diparêze. Li temamî dinyayê herî kêm 2 milyon endamên wan û 5 milyon çalakvanên wan hene. Xelata Amnesty Internatîonalê di qada mafên mirovan de di nav xelatên herî bi prestîj de cih digire.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram