25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Zarok derbê li bişavtinê dixin

    Medya Bal-Abdûllah Îdîg

    Zarok Ma di 6’ê tîrmehê de dê salvegera xwe ya 1’emîn pîroz bike. Di nava salekê de gelek zarokên kurd di perwerdehiya Zarok Ma’yê re derbas bûn. Zarok Ma çawa ava bû û bi çi derfetê heta roja îro hat helbet girîng e. Ji bo dema nû jî amadekariyên xebat û bernameyên gelek hêja jî tên kirin.
    Bişavtina li ser zarokan, qedexe û astengiyên li ser çand, huner û muzîka kurdî û gelek pirsên din ên di der barê Ma Muzîk û Zarok Ma’yê de me ji koordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar pirsîn.

    Di 6’ê tîrmehê de Zarok Ma salvegera xwe ya 1’emîn pîroz dike. Di nava vê salê de eleqeya ji bo Zarok Ma’yê di çi astê de bû?

    Dixwazim di destpêkê de behsa avakirina Zarok Ma’yê bikim. Me li konservatûara Aram Tîgranê ya ku di bin banê şaredariya bajarê mezin ya Amadê de perwerdehî dida zarokên 6 salî heta 14 salî. Lê piştre me dît ku zarokên di bin 6 salî de pir bi balkêşî ji hêla çand û muzîkê ve bi bişavtinê re rû bi rû dimînin. Ji bo ku muzîk bibe pergala perwerdehiyê me biryar da ku em ji bo zarokên 2-5 salî dest bi perwerdeyê bikin. Li mala hevalekê û bi 8 zarokan tovê Zarok Ma’yê hat avêtin.
    Di sala 2017’an de akademiya Ma Muzîkê hat vekirin. Perwerdehiya zarokan jî li vir wekî ezmûnekê dihat dayîn. Temenê perwerdehiyê piştî demekê ket di navbera 0-5 salî. Lê di dema pandemiyê de hinek zehmetî hatin kişandin û heta xebatên me ketin asta rawestandinê.Di wê kêliyê de Enstituya Goethe ya li Almanya ji bo xebatên muzikê fon vekir. Me jî wekî Ma Muzîkê serî li vê fonê da û ev xwesteka me hat qebûl kirin û nîvê aboriya Zarok Ma’yê ji Enstituya Goethe’yê hat. Niha jî Zarok Ma û Enstituya Goethe’yê partnerê hev yê xebatên hunerî ne. Êdî Zarok Ma wekî pergala perwerdehiyê ya muzîkê saz bû.
    Di nav salekî de ji texmînên me zêdetir eleqeyek mezin çêbû. Niha jî wekî aktîf 350 zarok li vir perwerde dibin. Ji bo zarokan em hewl didin wan hînê stranên gelêrî yên kurdî bikin. Bi deng û rîtmên îthal em muzîkên zarokan tu carî çênakin. Ji ber wî heta niha me ji bo perwerdeya zarokan 56 stran çêkir. Dema ku zarok li stranekê guhdarî bike divê kodên çandî di nava vê stranê de hebe. Wekî mînak ji bo ku di bîra zarokan de bimîne em stranên mîna yên Şakîro bi wan didin guhdarîkirin. Tenê ji bo ku di bîra wan de bimîne. Lê em hewl didin stranên wekî Keleşo bi wan re bibêjin ji bo ku jiber bikin. Piştî demekê em dibînin ku meraqa van zarokan çiqasî zêde dibe û encama vê perwerdehiyê pir baş jî derdikeve holê.

    Di nava civakê de ji beriya ciwanan zarok zêdetir bi bişavtinê re rû bi bû dimînin. Ji bo pêşî li bişavtinê bê girtin divê çi bê kirin?

    Temenê bişavtinê yê niha pir daketiye. Heta ji zarokatiyê destpê dike. Wekî mînak zarokên ku bi derengî hînê axaftinê dibin malbatên wan serî li psîkologan didin. Psîkologên herî demokrat û welatparêz jî ji malbatan re dibêjin ku bi zarokên xwe re bi tirkî biaxivin dê zû hînê axaftinê bibin. Malbatên ku kurd in û bi kurdî diaxivin qaşo ji bo li pispor guhdarî dikin bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Bi vê rewşê ve girêdayî ka dê zarok çawa neyên bişavtin?
    Ji bo ku rê li bişavtinê bê girtin, nirx û çanda civakî neyê ji bîr kirin muzîk li vê derê careke din girîngiya xwe ya dîrokî derdixe holê. Em jî hewl didin ku di ser zarokan re di nava malbat û civakê de rê li ber bişavtinê bigirin. Ji hefteyê carekê em wekî ezmûn dîwana zarokan pêk tînin. Armanca ezmûnê ew e ku em careke din çanda kurdan a berê ya dîwanê geş bikin, zarok bi hev re stranan bibêjin û bibihîsin. Di nava malbatan de ev çand hema bibêje tune bûye. Bişavtin jî bi vî awayî dest pê dike.
    Dema em lê dinêrin bişavtina di ser muzîkê re zû bi zû nayê ferq kirin. Kurd vê yekê ferq nakin. Bişavtina di ser muzîkê re pir zirav û kûr e, ji ber wê nayê dîtin. Yanî di nava jiyanê de her qada ku zarokên kurdan dikevinê taybetî jî di kreşên zarokan de dema li muzîka tirkî guhdarî dikin ferq nakin ku tên bişavtin. Di zarokatiyê de dema bîra çandî derbê dixwe vegera li xwe jî pir zehmet dibe.
    Bi temaskirina zarokan em dikarin rê li bişavtinê bigirin. Zarokên ku li Zarok Ma’yê ezmûn dibînin piştî ku diçin malê jî bi malbatên xwe re stranên kurdî dibêjin. Yanî zarok dê û bavên xwe yên ku qet li Şakîro û Meryemxan guhdarî nekirine bi wan didin guhdarîkirin. Li vir jî zarokên ku du salî ne dema em wêneyê dengbêjên kurdan nîşanî wan didin di cî de nas dikin. Her wiha dema em muzîka dengbêjan bi wan didin guhdarîkirin êdî dizanin ku kîjan dengbêjî stran bi çi meqamî gotiye. Malbat jî bi zarokên xwe re vediguhêrin û li koka xwe vedigerin. Bi vê re jî zarok di esasê xwe de derbê li pişta bişavtinê dixin. Yanî Zarok Ma derbê li bişavtinê dixe.

    Di nava şert û mercên niha de xebatên çand û hunerê jî bi astengiyan re rû bir û dimînin. Taybetî jî li dijî çand û hunera kurdî dijminatiyek heye. Tu vê rewşê çawa dinirxînî?

    Di van demên dawî de çalakiyên kurdan ên siyasî nayên qedexekirin lê stran û muzîkên wan tên qedexekirin. Mitîngên siyasî nayên qedexekirin lê stranên ku dê di wê mitîngê de bên gotin tên qedexekirin. Konfuçyus dibêje “ ji bo ku hûn civakekê xera bikin muzîka wan ji wan bidizin.” Bi vê gotinê re jî em dibînin ku muzîk ne karê henekan e. Yanî dema muzîk û stran bê qedexekirin û dizîn darbê li civakê dixin.
    Ji bo kurdan muzîk pir girîng e. Dîroka niviskî ya kurdan ji ber ku tune ye yan jî dîrok û çanda kurdan bi awayekî devkî hatiye roja me, li ser me bêtir ferze ku em vê çand û muzîkê biparêzin. Ji bo ku dîroka kurdan bê fêhmkirin destan tên guhdarîkirin. Dîsa ji bo rewşa kurdan a jiyanî bê fêhmkirin dengbêj tên guhdarîkirin. Yanî kurdan çawa kar kirine, çawa çûne paleyiyê, dawetên xwe çawa kirine û çawa girîne, em hemûyan ji stranan hîn dibin. Ji ber wê divê stranên kurdî bên parastin. Stranbêjî û dengbêjî ji bo kurdan nasnameya hebûnê ye.
    Divê her netew zarokên xwe bi stranên xwe yên gelêrî mezin bikin. Ji ber ku di nava stranên gelêrî de kodên çandî veşartî ne. Zimanê zikmakî yê muzîkê ji bo her neteweyekê stranên gelêrî ne. Ji bo me kurdan jî Fatma Îsa ye, Eyşe Şan e, Egîdê Cimo ye, Mihemed Arif Cizrewî ye û hwd. Heke ev kod di nava zarokan de bên çandin dê tu carî wenda nebin. Muzîk bi çi awayî bê çêkirin jî ev kodên kevin dê tu carî neyên ji bîr kirin. Ev rewş dikare derbê li van qedexe û astengiyan jî bide.
    Heta ku bixwazin bila stranên kurdî qedexe bikin. 24 saetan nikarin me kontol bikin. Dayik dema zarokên xwe bi xew re bikin û stranên kurdî li wan bidin guhdarîkirin kes nikare qedexe bike. Dewlet û qedexe êdî hatiye wê astê ku di nava mejiyê me de tê avakirin. Di demên berê de bandên kurdî di binê axê de vedişartin. Kurdan bi tirs û xofê li stranan guhdarî dikirin. Niha jî em bi fikirin heke teknolojî û hemû derfetên ku em li muzîkê guhdarî dikin bên qedexekirin ma em ê xwe biavêjin erdê? Na, em ê bikevin kolan û kuçeyan û stranan bibêjin da ku her kes bibihîse. Ji ber ku bi devkî heta roja me hatine bila dîsa wisa bijîn. Yanî dewlet nikare muzîka me qedexe bike. Li dijî van qedexekirinan di nava Ma Muzîk û Zarok Ma’yê de bîra muzîka kurdî pir xurt tê çandin û tovê wê tê avêtin. 20 salê din dê bê dîtin ku çiqasî nifşekî pêşketî derketiye ser dika dîrokê.

    Ji bo dema nû ya Zarok Ma’yê amadekariyên çawa tên kirin?

    Ji bo dema nû em hewl didin ku ne tenê ezmûn bidin, em dixwazin hêviyan geştir bikin. Hêviya me jî ew e ku bê bi riya zarokan malbat çawa tên veguhertin. Li hêla din amadekariyên me yên ku em ji bo perwerdehiya Zarok Ma’yê ji bo dema nû pirtûkeke muzîkê binivîsin. Piştî payîzê gava dema nû destpê kir dê bi nivîskî jî ezmûnên me çêbibin. Li kîjan deverên cîhanê dibe bila bibe perwerdakarekê muzîkê dê bikaribe xwe bigihîne vê pirtûkê. Dîsa amadekariyên me hene ku Zarok Ma bibe aplîkasyonek. Ev perwerdeya ku dê li vir bê dayîn wekî dîmen dê di nava vê aplîkasyonê de cihê xwe bibîne. Li her derê cîhanê zarokên ku bixwazin dê li ser vê aplîkasyonê bikaribin li dîmenên perwerdehiya Zarok Ma’yê temaşe bikin.
    Em niha sed salên Ma Muzîkê plan dikin. Lewre Ma Muzîk pergalek e. Gelo sed salên din ev pergal wê bimîne yan jî namîne em hesabên wê dikin. Sed salên din ji nifşê me dê kes nemîne. Lê ev hevpeyvîn a ku em dikin bila bikeve di nava rûpelên dîrokê.
    Dîsa ji bo mezinkirina Zarok Ma’yê di 6’ê mehê de em ê mizgîniyekê jî bidin. Em ê bangekê bikin ku ji bo hemû kurd destên xwe bixin di binê kevirî de.

    Tê zanîn Ma Muzîk ji bê derfetbûnê ava bû. Di beşa aboriyê de Ma Muzîk û Zarok Ma xwe bi çi awayî birêve dibe?

    Ji bo ku saziya me li ser piyan bimîne helbet aborî girîng e. Wexta ku em li akademiya Aram Tîgranê di şevekê de qeyûm avêtin ser şaredariyê û dest danîn ser hemû amûrên me yên akademiyê. Lê nekarîn dest danin ser cerebeyên me, hiş û berxwedêriya me. Piştî ku qeyûm hat hinek hevalên me ji şert û mercên aborî bandor bûn. Lê piştî demekê me dît ku karên xelas nebûye ji nû ve destpê dike. Ji ber ku me karê xwe bi eşq dikir. Perwerdekirina zarokên vî welatî ne tenê wezîfeya me ye. Bi milyonan kurd berpirsiyarê perwerdeya zarokan e. Wekî ku kurdên dilxwaz ji bo Zarok Ma’yê dibin piştevan mixabin kesên xwedî derfet vêya pir kêm dikin. Piştevaniya vê saziyê ku bihata kirin wê heta niha li 5 bajêran şaxên Zarok Ma’yê dê bihatan avakirin. Hedefa me ya stratejîk ew e ku di nava 40 salan de em li Ewropa û bajarên din ên Kurdistanê 40 şaxan vekin. Heger piştgiriya aborî xurtir be wê ev stratejiya me jî pratîze bibe.

    Di 6-7’ê tîrmehê de ji bo salvegerera Zarok Ma’yê dê konser bê li dar xistin. Diyar e ku eleqeyeke mezin jî heye. Herî dawî ji bo vê mijarê tu dixwazî çi bibêjî?

    Em dixwazin salvegera Zarok Ma’yê ya 1’emîn bi awayekî heybet pîroz bikin. Ji başurê Kurdistanê dê orkestrayek tev li konserê bibe. Dîsa ji rojhilatê Kurdistanê jî dê du muzîkjen tev li bibin. Ev herdu kom û Koma Ma’yê bi hevdû re wê konserê li dar bixin. Dê bi 4 zareveyên kurdî stran bên gotin. Me hewl da ku em tenê di 6’ê tîrmehê de konserê li dar bixin, lê ji ber eleqeya mezin bîletên konserê xelas bûn û di 7’ê tîrmehê de jî em ê heman konserê li dar bixin. Di heman demê de dê li ser muzîk û meqama kurdî semîner û atolye jî bên çêkirin.
    Di encama vê bernameyê de mebesta me ew e ku stranek kurmancî û soranî û dîsa stranek ya Şakîro wekî klîb bikişînin. Her wiha dilê me heye ku em konseran bi vî şêwazî li Silêmanî û Bexdayê jî çêbikin. Ji bo ku pirek di nava parçeyên Kurdistanê de ava bibe ev konser dê girîng bin. Em hêvî dikin ku bandorê li aştiya navxweyî jî bike. Bernameyên bi vî rengî bandorê dikin ku gelê kurd ji hêla neteweyî ve li hev bicive. Dibe ku fikrên wan yên siyasî ji hev cuda bin lê dikarin ji bo Şakîro, Meryemxan û Hesen Zîrek li kêleka hev rûnin da ku ev çand bijî. Ji bo wê jî hêviyên me ew in ku ev bername bikeve xizmeta yekitiya neteweyî ya kurdan.