29 Mijdar, Sêşem - 2022
No menu items!
More

    Zarokên kurdan û mafên wan

    Roja 20‘ê Mijdarê Roja Navnetewî ya Mafên Zarokan e. ji ber ku di sala 1989‘an de Konvensiyona Neteweyên Yekbûyî ya ji bo parastina mafên zarokan hatiye pejirandin û mohrkirin, ev roj weke Roja Navnetewî ya Mafên Zarokan hatiye îlankirin.

    Ev konvensiyon ji 54 xalan pêk tê. Çend xalên vê konvensiyonê wiha ne:

    Her zarok mafê wî/wê heye ku perwerdeyê werbigire.

    Her zarok mafê wî/wê heye ku tenduristiya wî/wê bi her şêwazê were parastin.

    Her zarok mafê wî/wê heye ku ji kedmêjiya aborî were parastin. Tu zarok divê ji ber zayendiya xwe tundî lê neyê kirin û neyê dezavantajkirin.

    Her zarok mafê wî/wê heye ku navekî bigire.

    Her zarok mafê wî/wê heye ku fikra xwe azad bibêje.

    Dema em hinek li “hejmar, dane, rastiyan“ binêrin ev encam derdikeve pêşberî me:

    Li cîhanê ji her pênç zarokan yek jê di nava şer de mezin dibe û bi giştî 420 milyon zarok li heremên şer û pevçûnan mezin dibin.

    Ji sedî 50’yê penaberan zarok in û ji ber şer an jî tundiyê penaber bûne.

    Yek ji 3 zarokên li Afrîka mezin dibin, birçîbûnê dibînin.

    Li tevahiya cîhanê zêdetirî 264 milyon zarok û ciwan naçin dibistanê.

    Li tevahiya cîhanê her sal zêdetirî milyarek zarok bi tundî û kedmêjiyê re rû bi rû dimînin.

    Li tevahiya cîhanê nêzî 250 hezar leşkerên zarok hene.

    Gelek keçên jin ku temenê wan negihîştiye 18‘an neçarî zewacê tên kirin.

    Nêzî 15 milyon zarok ji bo “koletiya modern” tên bi karanîn – weke mînak xizmeta malên dewlemendan dikin.

    Hejmar ango daneyek din jî ku mirovan diricifîne jî ew e ku li tevahiya cîhanê ji her 5 deqeyan carekê zarok ji ber şer, tundî, birçîbûn û şert û mercên xirab jiyana xwe ji dest didin. Bêguman daneyên wisa mirov gelek xemgîn dikin lê rastiya li Kudistanê ji vê jî xirabtir e.

    Li tevahiya Kurdistanê mafên zarokên kurd tên binpêkirin. Zarokên kurd an dibin armanca tundiya sîstematîk a dewletê yan jî ji aliyê malbatê ve tundî li wan tê kirin û tên îhmalkirin. Gelek caran ji neçarî karên zehmet bi wan tên kirin. Di vir de kedmêjiya aborî xwe derdixîne pêş. Rewşa zarokên kurd li her çar parçeyan gelek ji hev ne cudaye.

    Li rojhilatê Kurdistanê rewşa zarokên kurd hem gelek zehmet e û hem jî şert û mercên jiyanê ji bo wan gelek giran in. Her meh zêdetirî 100 zarok li Rojhilat û Îranê jiyana xwe – ji ber nexweşî, şer, tundî û birçîbûnê – ji dest didin. Di dema dawî de bi taybet di dema Serhildana Rojhilat de rejîma Îranê gelek kes kuştin. Di nav van kesan de gelek zarok jî hene.

    Li başûrê Kurdistanê diviyabû rewşa zarokan gelek baş û cuda bûna, lê mixabin rastî tiştekî dine. Ji ber ku li Başûr ne sîstemek perwerdehiyê ya baş heye ne jî mafên zarokan bizanebûn tê parastin. Mixabin di vir de bandora rêveberiya ku di bin destê malbatekê de ye – gelek mezin e.

    Li rojavayê Kurdistanê jî zarok ya bi destê çeteyên tirkan an jî bi destê dewleta tirk tên kuştin. Dewleta tirk her roj êrîşî Rojava dike. Di her êrîşê de zarok birîndar dibin û tên kuştin.

    Em werin ser birîna giran, werin ser rewşa bakûrê Kurdistanê. Yek ji welatên cîhanê ku herî zêde xeterî ji bo jiyan û ewlehiya zarokan lê heye Tirkiye ye. Ev bêguman sîstematîk bi destê dewletê ve tê meşandin. Bi taybetî jî li bajarên ku bi gelemperî kurd lê dijîn – kuştin û tundiya li zarokan zêde ye. Ji destpêka avakirina komara tirk ve her tim zarokên kurd bûne armanca êrîşan. Êrîş ne tenê bi kuştin û birîndarî bi dawî dibe, her wiha bi asîmlasyoneke sîstematîk û bi koçberiya ber bi bajarên tirk ve mafên zarokên kurd tên binpêkirin. Bi taybetî jî di dema desthilata AKP’ê de ev kuştin û tundî gihîştiya asta herî jor. Dema ku mirov li rewşê dinêre û dibîne mirov dikare bi sedan mînakan bide.

    Mînaka yekemîn ku em dikarin bidin ew e ku desthilata AKP‘ê zagonek di sala 2020’î de derxist. Li gorî vê zagonê, kesên ku tecawizî zarokên keç kirine dikarin bi wan re bizewicin û doz li wan neyê vekirin. Her wiha ferz dikin ku mexdûran bi tecawizkarên wan re bizewicînin. Lê mixabin tevî nerazîbûnên hatin nîşandan jî desthilatê ev zagon pejirand.

    Mînakek din jî ew e ku li gora raporekê, di nava salekê de li Tirkiyeyê 365 bûyerên binpêkirina mafên zarokan pêk hatine. Bi gotinek din her roj binpêkirinek pêk hatiye.

    Mînakek din ku rûyê mirovan dişewitîne jî ew e ku li gora Googleyê li cîhanê herî zêde li Tirkiyeyê pornografiyên zarokan tên temaşekirin. Ev rastî rewşa derûnî ya li Tirkiyeyê baş radixe ber çavan.

    Yek ji dewleta ku herî zêde zarok lê kar dikin û kedmêjiya zarokan lê heye Tikiye ye. Gelek zarok li ser karên sezonî û erdan, gelek ji wan jî li kargeh û şîrketan di bin şert û mercên gelek xirab de mezin dibin.

    Mînakek din ku mirov dikare bide jî ew e ku niha li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan zarok hene. Hinek ji wan ji ber “cezayên” dayikên xwe girtî ne û hinek ji wan jî ji ber ku kurd in bi zanebûn tên girtin û nayên berdan.

    Her wiha dîsa gelek zarok ji ber tundî û şer jiyana xwe ji dest didin. Hin daneyên vê der barê de yên di navbera salên 2011 û 2021’an de dikarin wiha bên rêzkirin:

    73 zarok bi guleyên polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

    62 zarok bi teqînên bombeyî jiyana xwe ji dest dane.

    39 zarok bi teqînên kemînan jiyana xwe ji dest dane.

    33 zarok di nava şer de jiyana xwe ji dest dane.

    18 zarok bi maşîneyên zirxî yên polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

    9 zarok di çalakiyan de bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dane.

    Ji van daneyan diyar dibe ku di nav 10 salan de tenê 18 zarok ji ber ku maşîneyên zirxî yên polîsan li wan qelibîne jiyana xwe ji dest dane. Ev daneyên li jor didine xuyakirin ku mafên zarokên kurd nînin.

    Hêjayî gotinê ye ku di dema coronayê de zext, tundî û bûyerên xirab li ser zarokan zêdetir bûn.

    Peywira bingehîn a dayîk û bavan ew e ku zarokên xwe biparêzin. Ev parastin ne tenê li dijî kuştin, birîndarkirin, tundî û zextan e. Her wiha parastina mafê perwerdê, mafê nasnamê, mafê fikra azad, mafê tendûristiyek baş e jî. Her wiha divê ku dayik û bav zarokên xwe ji madeyên hişbirê û bişaftina ziman jî biparêze.

    Ji ber ku zarokên me pêşeroja me ne, ji kerema xwe re zarokên xwe biparêzin û bi têgihiştin mezin bikin, da ku bibin kesayetên xwedî nav, xwedî nasname, xwedî vîn û azadî. Ger em vê bi serkeftî pêk neynin mixabin wê pêşeroja me tarî be.

     Çavkanî:

    UNICEF, UNHCR, Humanium

    Wikipedia

    Rêxistinên Parastina Mafên Zaroka û Alîkariya wan (SOS, IHD, Egitim-Sen)

    Rojnameyên kurd, tirk, elman û ingilîz