18 Çile, Pencşem - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê li ser axa xwe penaber

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Divê ne tenê gelê li wargehê hemû aliyên damokratîk û azadîxwaz li dijî van êrîşên li ser xelk û statûya wargehê xwedî helwest be. Xwedîderketina li wargehê xwedîderketina li pêşeroja xwe ye

Di salên 1990’an de dewleta tirk bi fermandariya serokwezîra wê demê Tansû Çîller, serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Dogan Gureş û midurê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar li bakûrê Kurdistanê bi hezaran gund şewitand. Bi hezaran kes hatin revandin û kuştin, aqûbeta gelek kesan ji wan hîn nayê zanîn. Wê demê ji herêma Şirnexê ku weke navenda van kuştin û êrîşan dihat pênasekirin bi hezaran kurd ji ber malên wan hatin şewitandin ji neçarî derbasî başûrê Kurdistanê bûn.

Rawestgeha despêkê ya koçberiya ku di sala 1994’an de ji ber zilm û zordariya dewleta tirk dest pê kir wargehên Bihêrê bû. Ev gelê berxwedêr piştre bi rêzê li wargehên Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran man. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ji ber zext û êrişên PDK’ê gelek kesan jiyan xwe ji dest da. Rêwitiya penabaran di havîna sala 1998’an de li qontara çiyayê Qereçox nevçaya Mexmûrê li çolek rût û vala bi dawî bû. Li vir ji nebûnê hebûn avak irin. Vê çola vala ji xwe re kirin cihê jiyanê û pergala xwe ya rêvebirinê bi rêxistin kirin.

Hevkariya li dijî gelê kurd

Ev gelê berxwedêr û têkoşer tu carî ji zordarî û bêbextiyê re serî netewand. Her dem xwedî li ziman, çand û hebûna xwe derket. Dewleta tirk a dagirker û hevkarê wê PDK ji roja ewil ve ji bo îradeye vî gelî bişikînin her tişt kirin. Ev hevkarî îro li başûrê Kurdistanê zirareke mezin dide deskeftiyên gelê kurd.

Dewleta tirk di vê çarçoveyê de ji bo bigihîje armanca xwe bi malbata Barzanî re di nava hevsengiyekê de kar kir. Li dijî Herêmên Parastinê yên Medya, Şengal û Mexmûrê gelek êrîş pêk anîn. Li gel van êrîşan bi rê û rêbazên cuda jî her dem di nava hewldanên krîmînalîzekirina van herêman de bû. Di encama hevkariya di navbera dewleta tirk û rêvebiriya başûrê Kurdistanê de PDK’ê di 17’ê tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargeha Penaberan a Şehîd Rustêm Cûdî-Mexmûrê. Piştî wê derket holê ku di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera hikumeta Iraqê û rêveberiya başûrê Kurddistanê de bi destwerdana dewleta tirk û amadebûna Nûnera Netewên Yekbûyî ya Karûbarên Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert peymanek hatiye îmzekirin. Di hedefa vê peymana beyom de Şengal û wargeha Penaberan a Şehîd Rustêm Cûdî-Mexmûrê hebû.

Armanca êrîşan

Ji wê rojê ve wargeha Mexmûr û Şengal di hedefa dewleta tirk û PDK’ê de ne. Ev her dû neyarên gelê kurd ji bo hikumeta Iraqê biryarên di peymana 9’ê cotmehê de hatibûn girtin pêk bîne jî her dem zext li rêvebirya Bexdayê dikin. Di vê çarçoveyê de cara ewil di 27’ê kanuna 2021’an de hêzên Iraqê avêtin ser wargehê û xwestin hawirdora wargehê têl bikin. Wê demê xelkê Mexmûrê li hemberî vê hewldana ku îradeya wan tune dihesibîne rawestiyan û rênedan derdora wargehê bê têlkirin.

Lê neyartî û dijminatiya dewleta tirk û hevkarên wê yên li dijî wargehê bi vê sînordar nema. Di her firsetê de bi balafirên bêmirov û biçek êrîşî  wargehê kirin. Bi van êrîşan hewldan îradeya xelkê wargehê bişikînin û wan teslîm bigirin. Tevî van êrîş û dorpêçan jî xelkê wargehê xwedî li sekna xwe derket.

Herî dawî di berbanga 20’ê gulanê de artêşa Iraqê bi hejmarek zêde wesayîtên zirxî, polîs, hêzên taybet û wesayîtên kar avêt ser wargeha Mexmûrê. Bi vê êrîşê armanca dikin ku peymanên di navbera PDK, dewleta tirk û Bexdayê de hatine îmzekirin pêk bînin. Ne tenê têlên rêsayî, her wiha xwestin ku klûbeyên leşkerî deynin û bi lêkirina dîwaran wargehê ji cîhanê qut bikin. Xelkê Mexmûrê çawa bi vê yekê hesiya herikî qadan û pêşî li hêzên Iraqê girt.

Hedef xwerêvebirin e

Bi hezaran welatiyên wargehê ku bi statuya penaberên siyasî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine naskirin îro li dijî van êrîşan bêparastin têne hiştin. Rêveberiya Iraqê û nûnerên Neteweyên Yekbûyî li şûna bi erka xwe rabin li gorî daxwazên dewleta tirk nêzî xelkê wargehê dibin. Têkoşîn û berxwedana gelê wargehê ya li dijî van zextan ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyeke mezin e. Çawa ku beriya 30 salan li ber desthilata wê demê serî netewand îro jî ji gef û êrîşên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û hevkarên wê re serî natewîne.

Divê bê zanîn ku wargeha Mexmûrê ji wargehekê wêdetir nasnameyek e. Têkoşîna vî gelê ku li ser axa xwe bi awayekî  penaber dijî ne wisa hesan û ji rêzê ye. Feraseta ku hebûna wargehê ji bo xwe xeter dibîne diyare ku ji rastiya têkoşîna gel dûr e. Tevî hemû astengî, ambargo, êrîş û bêderfetiyê jî xelkê wargehê xwedî li nasname û pergala xwe ya xwerêvebirinê derketiye. Ji van aliyan ve jî wargeha Mexmûrê yekem mînake ku gelek çawa dikare bêyî amûrên dewletê li ser piyan bimîne û xwe bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê di şexsê wargehê de ya hedef tê girtin pergala wê ya xwerêvebirinê ye.

Xwedîderketina li pêşerojê

Xelkê wargeha Mexmûrê bersiva  herî  xurt da welatên dagirker ên ku digotin kurd nikarin xwe bi rê ve bibin û pergala xwe ava bikin. Ji dibistanê bigire heta şarederiyê ji komunên semtan bigire heta meclîsên jinan di her qada civakê de rêxistinbûyînîke xurt a gel heye. Ev rêxistinbûyîna li ser pîvanên civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan hatiye avakirin, ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû pêkhateyên herêmê dibe hêviyek mezin. Lewma dewletên neyarên civakbûna gelan îro di pêşengiya dewleta tirk û hevkarên wê yên mîna PDK’ê û hikumeta Iraqê êrîşan dibin ser vê wargeha azad. Divê ne tenê gelê li wargehê hemû aliyên damokratîk û azadîxwaz li dijî van êrîşên li ser xelk û statuya wargehê xwedî helwest be. Xwedî derketina li wargeha Mexmûrê xwedî derketina li pêşoroja xwe ye.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram