31 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    Uceman: Ked bi rêxistinbûyînê tê parastin

    M. Alî Ertaş

    Karker û kedkar li Tirkiye û Kurdistanê ji bo 1’ê Gulanê xwe amade dikin. Karker û kedkar îsal jî 1’ê Gulanê di bin siya şer de pêşwazî dikin. Bi sedhezaran endam û rêveberên sendîka, komele û rêxwistinên kedê dê li Tirkiye û Kurdistanê dakevin qadan û doza mafên xwe yê kedê bikin. Karker û kedkar di serî de li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Amed, Dêrsim, Meletî, Wan, Qers û li gelek navendên din dê mîtîng û meşên girseyî li dar bixin.
    Li Amedê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê îsal bi dirûşmeya “Ev pergal wisa naçe, em ê bi hev re biguherînin, bi hev re ber bi 1’ê Gulanê ve” li Qada Stasyonê mîtîngê li dar bixin.

    Li Stenbolê jî 1’ê Gulanê dê bi dirûşmeya “Em ê bi hev re bi ser bikevin” li Qada Maltepeyê bê pîrozkirin. Amadekariyên 1’ê Gulanê ji aliyê DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û TDB’ê ve hatin kirin. Têkildarî girîngî û wateya 1’ê Gulanê em bi Hevserokê Odeya Endezyaran a Amedê Samet Uceman re axivin.

    1’ê Gulanê ji bo we tê çi wateyê û hûn wateyeke çawa lê bar dikin?

    Em niha derbasî qonaxeke cuda bûne. Me îsal biryar da ku em hemû sazî bi hevre 1’ê Gulanê pîroz bikin. Îro li welat di her alî de qeyrana aborî û enflasyonê heye. Êdî gel bi qûtê ku bi qasî nakuje dijî. Karker, cotkar, gundî, esnaf û hemû beşên civakê di hemû qadên jiyanê de pirsgirêkên mezin dijîn. Em di qada kedê de xebatan dikin. Lê îro hemû kesên kedê didin, keda wan tê xwarin û mijandin. Îro keda mirovan ji şer û hêzên paramîlîter re tê xerçkirin. Mirovên bi keda xwe debara xwe dikin, di bin navê bacê de keda wan tê xwarin. Em vê yekê di şaredariyan de dibînin. Em li bajaran dibînin. Di siyaset û hemû qadên jiyanê de kedê dimijin û dixwin. Em bi dirûşmeya “Wekhevî û bi hevre li qadan bin” 1’ê Gulanê pêşwazî dikin.

    Ruhê 8’ê Adarê û Newroz dê bandoreke çawa li ser 1’ê Gulanê bike?

    Ruhê 8’ê Adarê û Newrozê hertim bilind in. Hertim hêz û moralekê dide me. Em ê 1’ê Gulanê jî bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê pîroz bikin. Bi wî ruhî em amadekariyên xwe dikin û kolan bi kolan em xebatên xwe dikin. Em bi kedkar, esnaf, sazî û dezgehên ku li nava bajaran kar dikin, yek bi yek em bi wan re hevdîtinan pêk tînin. Em ji bo 1’ê Gulanê bi hêvî ne. Dema em li kolan û taxan digerin, kedkar û xebatkar bi ruhekî pir xurt me pêşwazî dikin. Kesên em serdana wan dikin dibêjin ‘Teqez em ê di 1’ê Gulanê de li qadê bin. Em ê li qadê bi dirûşmeyên xwe, li keda xwe xwedî derbikevin û dirûşmeyên azad biqîrin.’

    Ji bo kedkar û karkerên keda wan nayê dîtin hûn xebatên çawa dimeşînin. Ji bo keda wan bê dîtin hûn çi dikin?

    Ji bo hemû kedkar û karkeran amadekariyên me hene. Me xwe gîhand karkerên demsalî û zeviyan. Me bi karkerên demsalî re jî hevdîtin kirine. Qada 1’ê Gulanê qada hemû kedkar û karkeran in. Em bang dikin. Em dibêjin pêwist e ku em vê çerxa kedxwariyê rawestînin. Divê em bi awayekî çalak li dijî vê pergalê xwe bi rêxistin bikin. 1’ê Gulanê ji bo me firsend e. Hem em cejna xwe pîroz bikin û hem jî em dirûşmeyên xwe azad biqîrin. Ji bo em karibin li dijî dizî û zilmê xwe bi rêxistin bikin 1’ê Gulanê ji bo me rojeke girîng e.

    Li Tirkiyeyê keda mirovan çiqasî tê dîtin. Keda nayê dîtin çima nayê dîtin?

    Li Tirkiyeyê TUÎK her dem li gorî berjewendiyên pergalê daneyan parve dike. TUÎK ji bo me ne pîvan e. Piştî pandemiyê rêjeya betaliyê zêde bû. Dîsa rêjeya xwendekarên ku zanîngehê diqedînin û betal dimînin jî pir zêde ye. Li herêma Kurdistanê betalî pir zêde ye. Li Kurdistanê ji sedî 60-70’yê mirovan betal in. Li Kurdistanê mirovên bi qûtê ku bi qasî pê bijîn (Qûtê sînorê jiyanê/Sînorê birçîbûnê) digihêje ji sedî 60’î. Li van bajarên ku mirov di sînorê birçîbûnê de dijîn, qût û zexîreyên wan tev kom dikin û li bajar û welatên din difiroşin. Di çar salên dawî de li Amedê îhaleyên ku hatine vekirin ji sedî 80’yên wan dane destê bazirganên derveyî bajêr. Hilberîna gel ji destê gel dertînin û li bajarên din difiroşin.

    Li Tirkiyeyê rêjeya jin û ciwanên betal di çi astê de ye?

    Li Tirkiyeyê bi rêjeyek bilind jin û ciwan betal in. Li aliyê din kesên kar dikin jî bi kedek pir erzan dixebitin. Li gorî enflasyonê di asteke pir hindik de mûçe digirin. Ên kar dikin û kedê didin rasterast heqê keda xwe nagirin. Keda wan tê xwarin. Lewre jî bi wan mûçeyên kêm nikarin debara xwe bikin.

    Keda jinan çiqas tê dîtin?

    Hikûmet keda karker û kedkaran nabîne. Qîmet nade kedkar û karkeran. Li cem hikûmetê qîmetê jinan tune ye. Wekî mirovan li jinan nanêrin. Em vê yekê di betalkirina peymana Stenbolê de dibînin. Her çendî rayedarên hikûmetê bi devikî diyar dikin ku qîmetê didin jinan jî di pratîkê de ne wisa ye. Jinên ku li malê dixebitin keda wan nayê dîtin. Li fabrîqeyan bê sîgorta tên xebitandin. Jinên bi demsalî li metrepolan dixebitin û di nava zeviyan de dixebitin keda wan nayê dîtin. Li Derya Reş diçin findiqan bi hezar zor û zehmetiyên mezin kar dikin. Keda wan dîsa nayê dîtin. Ewlehiya wan û sîgorta wan tune ye. Divê mirov van pirsgirêkan yek bi yek bîne ziman. Divê êdî mirov van mafan wekî daxwazên sereke deynin pêşiya xwe. Divê jinên bi demsalî dixebitin keda wan bê parastin û misogerkirin. Divê sîgorta û tenduristiya jinan bê parastin. Ji bo pêşerojê divê têkoşînek bênavber bê dayîn. Dîsa divê ji bo jinên li malê kar dikin xebateke esasî têkıldari wan bê meşandin. 1’ê Gulanê ji bo daxwaza van mafan wesîleye. Divê hemû kedkar û karker bi rengê xwe dirûşmeyên xwe biqîrin û bînin ziman. Divê piştî van daxwazan bi awayekî giştî rêxistinek bi pêş bikeve.

    Bernameya 1’ê Gulanê ya li Kurdistanê çi ye?

    Li Amed û Rihayê dê mîtîng bên lidarxistin. Li bajar û navendên ku mîtîng neyên lidarxistin jî karker û kedkar dê li qadan bicivîn û bi daxuyaniyan daxwazên xwe bînin ziman. Wê her rêxistin û sazî bi rengê xwe kortejan çêkin û bimeşin. Em ê di 1’ê Gulanê de li Qada stasyonê mîtîngê li dar bixin. Ji bo mîtîngê me serlêdan kiriye. Her sazî û rêxistin dê bi korteja xwe beşdarî mîtînga stasyonê bibin. Me bernameya xwe amade kiriye. Em ê wekî şahî û cejnekê pîroz bikin. Mîtîng roja arîfeya cejna Remezanê ye. Di arîfeya Cejnê de her kes diçin ser gor û goristanan. Ji ber vê yekê em ê saet di 10.00’an de dest bi mîtîngê bikin. Em du cejnan bi hevre pîroz dikin. Em hem Cejna 1’ê Gulanê û hem jî Cejna Remezanê pîroz dikin.

    Tu dikarî plansazî û xebatên mîtîngê bi me re parve bikî?

    Me hemû sendîkayên karkeran dawet kirine. KESK, DÎSK, TMMOB, TBB dê beşdarî mîtîngê bibin. Me bi odeyên esnafan re hevdîtin kirin. Me bi karkerên fabrîqe û pîşesaziyê re hevdîtin kirin. Dîsa me OHD, ÎHD, înîsiyatifa heq û hemû partî dawet kirine. HDP û partiyên din dê bi girseya xwe tev li 1’ê Gulanê bibin. Hemû bajar bi hevre dê di 1’ê Gulanê de wekî biharekê û cejnekê ji bo parastina kedê li qada mîtîngê bigihîjin hev.

    Bernameya roja 1’ê Gulanê çi ye?

    Wê her partî û rêxistin bi kortejên xwe beşdar bibin. Ji ber cejnê me bername zêde nekir. Tenê dê kesên di komîteya amadekar de cih digirin axaftinê bikin. Dîsa me bang li wekîlên xwe kirine. Ji ber ku vîna gel in wê beşdar bibin. Piştî axaftinan şahî heye. Me bang li hunermendan kiriye. Koma hunermendên KESK’ê dê konserekê lidarbixin. Hunermendê din jî bila surprîz bin.

    Li Tirkiyeyê 1’ê Gulanê wê çawa bê pîrozkirin?

    Li Tirkiyeyê jî dê KESK, DÎSK, TMMOB û TTB pêşengiya 1’ê Gulanê bikin. Dê li Stenbol, Îzmîr, Enqere û herêma Çukurova mîtîng bên lidarxistin. Li Enqere, Stenbol û Îzmirê dê bi girseyî 1’ê Gulanê bê pîrozkirin.

    Îsal 1’ê Gulanê di bin siya şer de tê pîrozkirin. Di van mîtîngan de peyam û daxwazên we dê çi bin?

    Konsepta me ya 1’ê Gulanê wekhevî û azadî ye. Li Tirkiyeyê hişmendiyeke faşîzmê heye. Tirkiye bi hişê faşîzmê tê birêvebirin. Faşîzm hertim ji bo gel bi xwe ve girê bide, êrîşî derveyî welat dike. Hêza xwe şand Libnanê. Hêzên Paramîlîter li hemû cîranên xwe bi cih kiriye û cîran ji xwe re kirine neyar. Divê mirov vê hişmendiyê her roj teşhîr bike. Li Kurdistanê û Amedê îro hişmendiyeke dagirker heye. Li Başûr û Rojhilat jî heman hişmendî heye. Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan li dijî vê hişmendiya faşîzmê dirûşmeyên xwe berz bikin. Em ê li dijî şer sekna xwe diyar bikin.

    Hûnê li dijî kedxwariyê çawa xwe bi rêxistin bikin?

    Qada kedê hertim wekî platform xwe saz kiriye. A me Platforma Ked û Demokrasiyê ye. Niha tenê yên xebatkar di nava vê platformê de ne. Em bawer dikin ku dê di siberojê de ev platform berfirehtir bibe.

    Ji bo parastin û rêxistina kedê divê çi bê kirin?

    Desthilatdarî îro kedkaran diperçiqîne. Berê xwe daye bazirganiyê. Bi çavekî mirovî û erênî li kedkar û karkeran nanêre. Ji bo em karibin mafê xwe û keda xwe biparêzin, divê berî her tiştî em xwe bi rêxistin bikin.
    Heta em bi rêxistin nebin, dê keda me bê xwarin û bê dizîn. Ji bo vê yekê piştgirî û piştevanî lazim e. Divê em barê xwe bi hevre rakin. Em bang li hemû qadên kedê dikin ku em bi hevre xwe bi rêxistin bikin. Heta em piştgiriyê nedin hev û xwe bi rêxistin nekin dê keda me bê xwarin. Ji bo pêşerojê em vê pergala li dijî kedê hatiye avakirin bişkînin û xwe bi rêxistin bikin. Şikandina pergalê xwe bi rêxistinkirinê çêdibe.
    Em dikarin bi rêxistinbûnê li pêşiya pergala faşîzmê rawestin. Divê hemû qadên kedê xwe bigihînin hev û platformeke mezin saz bikin. Mafên zagonî û hiqûqî yên Karker û kedkarên demsalî û zeviyan tên binpêkirin. Neheqî li wan tê kirin. Mafê wan ê tenduristî û civakî nayê parastin. Ji bo pêşerojê divê ew jî xwe bi rêxistin bikin. Divê li dora komeleyekê yan jî sendîkayekê xwe bi rêxistin bikin.
    Dîsa kesên bêkar divê ew jî xwe li dora komele û sendîkayan bi rêxistin bikin û mafên xwe biparêzin.

    Samet Uceman kî ye? 

    Samet Uceman berê li xizmetên gundan piştre li Îdareya Taybet a Bajêr wekî endezyar xebitî. 2 salan di kordinatoriya Koydesê de wekî kordinator xebitî. Di Serokatiya Daîreya Hawîrdoriyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de Serokatiya Daîreya Bax û Baxçeyeyan kir. Niha Hevserokê Odeya Çandiniyê ya Amedê ye.