6 Gulan, Şemî - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Sibê Geverê jî agirê Newrozê gur dike

Siyasetmedarên jin diyar kirin ku wê sibe agirê Newrozê li Stada Yenîşehîrê ya Geverê bê pêxistin û gotin: "Em ê li qadan peyama hilbijartinê bidin û em ê azadî û aştiyê biqêrin."

Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê re azadî” li 43 navendan bê pîrozkirin. Cara ewil li navçeya Şemzînan a Colemêrgê agirê Newrozê hat pêxistin. Li navçeya Geverê wê sibe di saet di 10:00 de li Qada Yenîşehîrê agirê Newrozê bê pêxistin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê bi rojan mal bi mal, kuçe bi kuçe gel vexwend pîrozbahiya Newrozê. Siyasetmedarên jin banga tevlîbûnê li jinan kir.

 ‘Em ê azadî û aştiyê biqêrin’

Ji Rêveberiya HDP’ê ya Geverê Gulcan Ceylan, diyar kir ku bi coş û heyecanek mezin pêşwaziya Newrozê dê bikin û got: “Îsal Newrozê di bin siya erdhejê de pîroz dikin. Ji ber ku êşek mezin li holê ye. Em ê sedema hilweşînê ji Dehaqan bipirsin. Ev roj dê bibe roja hesabpirsînê. Her wiha ligel her tiştî em ê Newrozê li bi berxwedanê pêşwazî bikin. Em bi rojane li tax û kuçeyan bangewaziya tevlîbûnê li gelê xwe dikin. Em sibê li qada Newrozê bi hev re carek din azadî û aştiyê biqêrin.”

‘Ji bo azadiya girtiyan em ê li vir bin’

Hevseroka HDP’ê ya Geverê Halîme Sure jî destnîşan kir ku Newroza îsal Newroza dîrokî ye û wiha bi lêv kir: “Bi salan e bi coş û heyecanek mezin Newrozê pîroz dikin. Em ê îsal carek din bi heman hest û ramanê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya girtiyan, ji bo pêkanîna azadî û aştiyê sibê tevlî Newrozê bibin. Em ê li qadên Newrozê bersiva hilbijartina 14’ê Gulanê bidin.”

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram