17 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    Şaredariya Parîsê di ser Kûleya Eyfelê de piştgirî da serhildana Rojhilat

    Li ser Kûleya Eyfelê ya Parîsê dûrişmeyên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin’ hatin nîşandan.

    Dewleta Îranê, bi hinceta ku tev li çalakiyên ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî bûne, cezayê darvekirinê li gelek kesan dibire. Şaredariya Parîsê li dijî van biryarên hikûmeta Îranê yên darvekirinê derket û piştgirî da xwepêşanderan.

    Şaredariyê, bi fransî dûrişmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ û bi Îngilîzî dûrişmeya ‘Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin’ bi ronahiyê li ser kûleya Eyfelê nîşan da. Ev her du dûrişme wê du rojan li ser kûleyê bimînin.

    Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo, di meha cotmehê de hemwelatîbûna fexrî dabû Jîna Emînî ya ku hatibû kuştin.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram