10 Haziran, Cumartesi - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe

Şaredariya navçeya Panos a Agiriyê di navbera 3-5’ê mijdarê de bernameya Rojên Çand û Hunerê li dar dixe.

Rojên Çand û Hunerê ku ji aliyê Şaredariya Navçeya Panosê ya Agiriyê ve tên lidarxistin, dest pê kir. Bernameyên van Rojên Çand û Hunerê di navbera 3-5’ê mijdarê de tên lidarxistin. Bernameyên wek dîwana dengbêjan, kargehên zarokan, şahiyên şano û konseran dê bên lidarxistin. Bernameyê duh êvarê bi şahiya dîwana dengbêjan li Navenda Çandê ya Şaredariyê dest pê kir. Dengbêj Apê Ûsiv, Mukkaddes, Miraz, Reşîdê Panosê û Evdirehmanê Panosê di dîwanê de cih girtin û kilam gotin. Gelek kes tev li bernameyê bû û heta derengiya şevê bername berdewam kir.

Di çarçoveya bernameyê de wê îro lîstika şanoyê ya bi navê “Xal û Xwarzê” ya Navenda Çanda Mezopotamya derkeve hemberî temaşevanan. Sibê jî wê kargeha zarokan bê lidarxistin. Bername dê bi konsera hunermend Azad Bedran bi dawî bibe.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram
Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê