29 Çile, Yekşem - 2023
No menu items!
More

    ‘Şahadeta Bûbo Taş peyam e’

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û gelek kesên din tev li şîna ji bo Bûbo Taş hate danîn bûn. Aydenîz, diyar kir ku çalakiya  Bûbo Taş serhildaneke.

    Bûbo Taş ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêr xwe şewitandibû û jiyana xwe ji dest dabû. Taş bi dimeneke gotibû: “Ez ji bo tecrîta li ser rêber Abdullah Ocalan bedena xwe didim ber agir û divê ev tecrît edî bi dawî bibe.” Şîna ji bo Bûbo Taş hate danîn bi girseyî hat ziyaretkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek kesên din tev li serdanê bûn.

    Girse li Sîteya Senayiyê ya Biçûk ku Bûbo Taş li wir dawî li jiyana xwe anî, hate gelhev û heta li Mala Şînê ya Ofîsê ya Taxa Îstasyonê meşiyan. Girseyê di dema meşê de her tim dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Malbata Bûbo Taş girse li ber deriyê mala şînê pêşwazî kir. Girseya ku bi dirûşmeya û tilîliyan ket mala şînê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

    Serhildaneke li dijî tecrîdê ye’

    Bira û hevjîna Taş kesên hatin silav kirin û pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, diyar kir ku bi çalakiya Bûbo Taş rewşa îro em di nav de ne berbiçav bûye û wiha got: “Tirkiye û her çar parçeyê Kurdistanê di kesayeta Abdullah Ocalan de di bin tecrîdeke giran de ne. Sekna Bûbo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e. Divê em jî vê serhildanê bibînin. Weke ku Bûbo xwestî em yekitî û tifaqa xwe bihêz bikin. Em ê bi yekitî û tifaqa xwe rêxistinkirina xwe zêdetir bikin. Em ê tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişkînin û bi şikandina vê tecrîdê wê Kurdistan bi temamî azad bibe. Em jî heta ku ev yek pêk were em ê di nav têkoşînê de bin.”

     ‘Xeta sor a gelê kurd Birêz Ocalan e’

    Pişt re Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku ji 7 salî heta 70 salî gelê kurd dizane navnîşana çareseriyê ku der e û wiha got: “Çareserî birêz Ocalan e. Şehadeta hevrê Bûbo ji temamê Tirkiyeyê re peyam dişine. Me gelek caran ev tişt anî ziman. Xeta sor a gelê kurd birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî li Girava Îmraliyê li ber xwe dide.”

    ‘Divê tecrîd were bidawîkirin’

    Ozturk bi bîr anî ku dijminên gelê kurd ên faşîst, nijadperest û yekperest ji 5’ê nîsana 2015’an ve tecrîdeke giran pêktînin û şerek dane destpêkirin û wiha got: “Ne tenê li Bakur li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî hebûna gelê kurd şerek dane destpêkirin. Îro jî berdewam kir. Ji ber vê yekê çalakiya hevrê Bûbo pîroz e. Em bi rastî jî naxwazin çalakiyeke wisa pêk were. Rêberê Gelê Kurd jî naxwaze. Ev peyam ji me re jî ji muxalefeta Tirkiyeyê re jî peyameke girîng e. Divê pirsgirêka kurd were çareserkirin. Çareseriya pirsgirêka kurd bi Amerîka û Rûsyayê çênabe. Ev yek ewilî divê tecrîd were bidawîkirin, ya duyê jî bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêkan e. Ji bo Rojhilata Navîn jî ji bo gelên bindest jî fikr û ramanên birêz Ocalan hêvî ne.”