21 Haziran, Çarşamba - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

‘Parêzer’ îtîrafkariyê li girtiyên jin ferz dikin

Li Girtîgeha Jinan a Amedê, kesên ku xwe weke “parêzer” dan nasîn û navê xwe nedan, bi girtiyan re hevdîtin kirin û îtîrafkariyê li girtiyan ferz kirin.

Li Amedê, di demên dawîn de li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin û bi rêbazên cuda îtîrafkarî li girtiyan tê ferzkirin. Li gorî nûçeyeke ku nûçegîhana JINHA’yê Medîne Mamedoglû çêkiriye, li Girtîgeha Jinan a Amedê, kesên ku bêyî navê xwe aşkera bikin û xwe weke parezer didin nasîn, îtîrafkariyê li girtiyên jin ferz dikin.

Li gorî nûçeyê jinên girtî, name ji malbatên xwe re şandine û qala vê rewşa li dijî xwe kirine. Girtiyan ji malbatên xwe re ragihandiye ku di demên dawîn de kesên ku xwe weke “parêzer” didin nasîn bi destûra dozger û rêveberiya girtîgehê bi wan re hevdîtin dikin û îtîrafkariyê li wan ferz dikin. Malbatan, der barê ragihandina ku girtiyan ji wan re kiriye de ev agahî dan: “Çend hefte ne bi destûra dozger û rêveberiya girtîgehê gelek kes diçin girtîgehê û dixwazin bi girtiyan re hevdîtin bikin. Ji çend girtiyan re gotine, ‘hevdîtina we heye’ û ji wan re gotine, ‘Hûn dixwazin ji me re tiştek vebêjin? Were em bi te re hevkirinek bikin’.

Malbatan, destnîşan kiriye ku dema girtiyan navê “parêzeran” xwestiye ji wan re gotine, ‘Naxwazim navê xwe bidim, tiştekî taybet biaxivim’. Li ser vê êdî girtî derneketine hevdîtinên bi vî rengî. Piştî vê kesên “parêzer” heta qawişên girtiyan çûne û xwestine bi girtiyan re hevdîtin bikin.

Malbatên girtiyan bertek nîşanî vê rewşa li dijî zarokên xwe dane û banga piştevaniyê li parastvanê mafên mirovan û parêzeran kirine.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram