4 Kanûn, Yekşem - 2022
No menu items!
More

    Narsîzm û egosentrîzma romannivîsan

    Ji bo ku mirov di wêjeya kurdî de pêşketina hunerê romanê baş fahm bike, pêwîst e ku mirov bala xwe bide têgihîştina avakirina lehengan û her weha tevlêbûyîna wan lehengan ya li bûyeran û ya li dorhêla ku ew di navê de ne. Bûyer, kes, mekan, alav û dem tim bi hev re di peywendiyê de ne, dibin diyardeyên paşxaneyeke civakî û derûnî û carinan jî îdeolojîk. Gava ku me digot divê em li “ya ku nehatiye gotin” bigerin, hingê me rêbaza hermenotîka berheman destnîşan dikir.

    Ev pîvanên nirxandina romanan dê alî me bikin ku em hin helwêstên romannivîsan jî weke kesayetî fahm bikin.

    Dîroka vegotina romanekê hemû li ser vegotina mirovî bi xwe ye. Ew mirovê ku lehengê romanê ye, bi derûnî û civakîbûna xwe ve tev li bûyerên romanê dibe û em ji wan lehengan digel helwêstên wan yên nava bûyeran nas dikin.

    Derûnîbûn ew taybetmendî ye ku bi tenê bi jiyana hundirîn û bîra lehengan û hişê wan ve têkildar e. Derûniya lehengan bêguman dê bandorê li tevgerên wan yên nava bûyeran bike. Lehengekî xemgîn û lehengekî kêfxweş dê bi awayên cuda tev bigerin û helwêstên wan yên li hemberî kes û bûyerên din jî dê ji hev cuda bin. Jêderkên civakî jî û heta yên aborî jî bivê nevê dê bandorê li tevgerên lehengên cuda bikin. Hingê, bûyera ku li dora lehengan pêk tê, dê hem bandorê li lehengan bike û hem jî leheng bi xwe dê bi van cudahiyên xwe yên derûnî û civakî û aborî ve bandorê li wan bûyeran bikin. Rewşa derûnî ya wê kêlîka pêkhatina bûyeran çawa be, bûyer û helwêstên lehengan jî dê li gorî wê şikil wergirin. Ma di jiyanê de jî ne weha ye? Belê.

    Roman hingê bi nêzîktêdayina xwe ya li lehengan ve rastiya xwe teqeztir dike û xwe li ser xwendevanan ferz dike. Ji bo ku xwendevan bikare cîhana ku roman pêşniyarî wan dike dawerivînin û bipejirînin, di ber bûyer û şayes û kronolojiyê re, avakirina lehengan jî yek ji girîngtirîn xalan e.

    Romannivîs ne psîkolog e û ne jî sosyolog e; ne dîroknas e û ne jî fîlozof e. Lê belê, romannivîs ji bo vegotina romana xwe ji van hemû waran îstifade dike. Civak, dîrok, siyaset û psîkolojî alavên çavdêriyên romannivîsan in û helwêstên wan pê xurttir dibin. Lewre, mijara romanan ya navendî “mirov” e û mirov bi xwe, hebûneke derûnî, civakî, dîrokî û felsefî ye. A ku Raskolnîkov an jî Gregory Samsa di serê xwendevanan de weke lehengên rasteqîn dide avakirin ew e ku Dostoyevskî û Kafka ev leheng mîna kesên rastîn vegotine. Rasteqîniya wan jî ji vegotina rewşên wan ên hundirîn tê. Heta ku romannivîsek li qeraxên psîkolojî û sosyolojiyê negere, ew ê nikaribe lehengên xurt ava bike.

    Leheng bi du rêyên cuda ve di nava çîrok û romanan de xuya dibin. Mirov dikare bibêje ku du portreyên wan an jî du wêneyên wan hene. Portreya yekem li ser vegotina wan ya ji hêla vebêjêr ve diyar dibe. Ew lehengan çawa bide naskirin, çawa bişayesîne, em ê jî wan weha nas bikin, li ser bextê wî ye. Portreya duyem ku dibe portreya rasteqîn, wêneyên lehengan yê hundirîn e ku li ser derûnî û helwêstên wan ava dibe. Leheng her weha difikirin, tiştan dibêjin, diyalog û monologên wan hene, helwêstan nîşan didin, hestên wan hene, dikevin erênayê û bi kes û bûyeran re didin û distînin. Ev taybetmendiyên wan yên civakî û derûnî ne yên ku wan weke lehengên rasteqîn li cem xwendevanan dide avakirin. Em bînin bîra xwe ku ji Flaubert pirsîbûn ka gelo Emma Bovary kî ye û Flaubert jî gotibû « Madame Bovary, c’est moi ! » Yanî «Madam Bovary ez im». Hingê romannivîs lehengan li gorî tecrubeya xwe ya jiyanê û ji xwe ava dike. Ew bi xwe û kesên ku ew nas dike, filîmên ku wî lê temaşe kiriye, pirtûkên ku wî xwendine, deverên ku wî dîtine, bûyerên ku wî jiyane yan ew bûye şahidê wan an jî wî bihîstine, nas û dostên wî, malbata wî, cîranên wî… Hemû daneyên ku wî di jiyana xwe de berhev kirine, jê re dibin haveynê avakirina lehengan û heta bi romanan jî. Herçî romannivîs e, hingê ew bi çavekî cuda li jiyanê dinihêre, bi qaçaxî her tiştî li cem xwe qeyd dike da ku bi kar bîne, bi zanebûnî yan jî bi nezanî, ew kes, cîh, dîmen, bûyer û dem li cem wî embara daneyên jiyanê pêk tînin. Nirxandina van daneyan, kûrahiya hişê wî û zîrekiya wî nîşan dide. Li cem Dostoyevskî, leheng bi giyanên xwe ve tev li bûyeran dibin û mirov dibêje qey ew bûyer û kes bi rastî jî hene. Jixwe, weke ku Virginia Wolf di gotareke xwe de balê dikişîne ser “di romana rûsî de lehenga sereke giyan e ». Di Bîranînên Mala Mirî de, Dostoyevskî hevokekê bi kar tîne û dibêje « li wira ji her celebî mirov hebûn », yanî mirov bi hemû rengên xwe ve.

    Roman ne cîhekî weha ye ku tenê mirovên baş an jî xerab lê hebin ; lewre mirov ne yan baş yan jî xerab e. Ji ber wê ye ku di romanên mezin de mirov nikare ji kesî re bibêje baş an jî xerab. Raskolnîkovê Dostoyevskî, di Sûc û Ceza de, pîrejinekê dikuje, lê em jê re nabêjin « xerab ». Weke mînak, di Birayên Karamozov a heman nivîskarî de, behsa çar birayan dibe. Yek ji wan rewşenbîr e, yek oldar e, yek berdûş e, yek jî kurê xulama malê ye û nexweşiya zerikê li cem wî heye. Heger mirov bala xwe baş bide van her çar lehengan, mirov dê bibîne ku her yek ji wan parçeyek ji takekesî û jiyana Dostoyevskî temsîl dikin. Lewre, Dostoyevskî yê rewşenbîr di dawiya jiyana xwe de berê xwe dabû bawermendiyê ku Freud gelekî lê ecêb dima (« Patrisîd li cem Dostoyevskî », pêşgotina ji bo fransiya Birayên Karamozov, weşanên Gallimard: Parîs, koleksiyona Folio); lê ew her weha qumarbazek jî bû ku mîna Dîmîtrî yê nava romanê, jiyaneke berdûşî dijiya û ew jî weke Semerdyakof bi nexweşiya zerikê jiya. Çawa mirov bi gelek takekesiyan ve û bi gelek helwêstan ve dijî, leheng jî vî rengê jiyana mirovî di nava xwe de vedihewînin. Romannivîsên mezin, ev taybetmendiya lehengan baş fahm kiriye. Kategorîzekirinên psîkolojiya populer li rastiya jiyanê nayên, di wêjeyê de jî eve dibe nîşana qelsiyeke berbiçav.

    Di romana kurdî de heger em bala xwe bidin çend mînakan, em ê bibînin ku lehengên me ji vê taybetmendiya sereke ya ku dê wan jîndar bike bêpar hatine hiştin. Lewre, nivîskar ji lehengên xwe hez dikin û dixwazin ku em jî ji wan hez bikin.

    Li cem Mehmed Uzun, weke ku me di gotarine din de jî behs kiriye, Memduh Selîm yê Siya Evînê û Celadet Bedirxan yê Bîra Qederê nikarin xerabiyê bînin bîra xwe, lewre ew ne Mr. Bloomê James Joyce in. Digel ku kesên rasteqîn û dîrokî ne jî, vebêjerên van romanan ew bi tenê ji hêlên wan yên baş an jî derbeder ve dîtine. Eynî mîna lehengê Firat Cewerî yê bi navê “Nivîskar” ku di romana Lehî kesekî îdealîzekirî ye, digel ku weke karîkaturekê safik e û cihê pêkenokan e. Ew nivîskar xwe dide ber Dostoyevskî, minneta xwe dike ku kurd xelatan nadin wî; dibêje ku wî ev ziman ji nû vejandiye û axir di çavên lehengan re li Nivîskar tê niherîn. Kevnegerîllaya ku lehengeke romana Ez ê Yekî Bikujim e û her weha di romana Lehî de jî heye, axir dide pey nivîskarê romanê û pê re diçe Swêdê.

    Cewerî mesele vajî fahm kiriye. Ne ku leheng divê bibin heyranê nivîskêr û wî bi me bidin naskirin, lê belê divê nivîskar lehengan bi me bidin naskirin. Erê, Dostoyevskî pîvan e, lê em fikir û ramaneke kûr li cem Nivîskarê nava romana Lehî nabînin. Ji ber wê ye ku me got ku “safik” e. Her weha sîmulasyona rewşenbîrî û romannivîsiyeke giran dike ku mirov sedemên wê di nava romanê de fahm nake. Nivîskar komîk e, kenê mirov pê tê, mirov dibêje qey karîkatur e, lê Cewerî ciddî ye û pirsgirêk jî di vira de dest pê dike. Lewre, îdealîzekirina wî lehengî ancax dikare hêvî û fantaziya nivîskarê romanê bi xwe be. Wekî din, Cewerî di herdu romanên xwe de jî bi awayekî ecêb girrê xwe yê li hember civaka kurdî nîşan dide. Temo dixwaze bajêr bişewitîne (Ez ê Yekî Bikujim), Nivîskar gazindan ji civaka kurdî dike (Lehî), lê nivîskar ji Dîanaya kevnegerîlla re dibêje te xwast ji bo vî milletî canê xwe feda bike, lê ev millet her roj ji sibê heta êvarî baz ser te dide (Ez ê Yekî Bikujim). Lewma Dîana axir bi nivîskêr re diçe Swêdê û terka welêt dike û dide ser rêya wî. Hingê, hemû senaryo hatiye danîn: Civaka kurdî kevneperest û cahil e û xatirê kedê nizane, lewma divê mirov li dûrî vê civatê bisekine.

    Di vê helwêstê de, xeletiyek heye. Civata kurdî xatirê xwendeyan digire, her weha xatirê wan kesan jî digire ku ked dabin, bedel dabin, berhem dabin. Lê belê, gelekî normal e ku civak bi şik li wan kesan binihêre ku di berhemên xwe de sirf pesnê xwe bidin û biçin ser sifreya dewletê û bi qurretî behsa nirxên civak û siyaseta kurdî bikin. Hingê, Cewerî jî dê mîna Flaubert bibêje “Nivîskar ez im, Temo ez im, Dîana ez im” û ew ê jî mîna Dostoyevskî beşekî takekesiya xwe li Temo bar bike û beşekî jî bi rêya Dîanayê nîşanî me bide; lê gava ku dilê wî rehet nebe û narsîsîzma xwezaya nivîskariyê têr nebe, ew ê bi xwe jî weke nivîskarekî ku Nobelê heq dike bikeve nava romanê û xwe bişîbîne Dostoyevskî.

    Du fenomenên nava wêjeya kurdî hene ku dişibin karîkaturan ku yek jê Firat Cewerî ye û yê din jî Lokman Polat e ku bi kodnavan tiştan li ser xwe dinivîse, mîna Senar Şahîn û Gulîzar ku bi van navan pesnê Lokman Polat hatiye dayin, lê digel ku me gelekî lê pirsî jî kes nizane bê ev kî ne. Eve hemû berhemên narsîzm û frustrasyona çend nivîskaran e û peywendiya wê bi wêjeyê û rewşenbîriyê ve nîne. Wêje û rewşenbîrî karekî ciddîtir e.

    Heman helwêst li cem Mehmed Uzun jî, di romana wî a bi navê Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê de hebû. Nivîskarê romanê bi xwe diket nava romanê û bi Kevoka lehenga romanê re diket nava danûstendineke weha ku bi me dida fahmkirin ku şoreşgerên kurd û tevgera kurdî bi hişmendiyeke şaş tev digerin û ji lewma Kevok di dawiya çîroka xwe de nameyan ji nivîskêr re dişîne û dixwaze bide ser rêya wî. Di wê romanê de jî nivîskar weke kesekî îdeal hatiye destnîşankirin. Navê vê egosentrîzm e ku nîşaneke narsîzmê ye, lê belê li ser sîmulasyon û xapandineke rewşenbîriya kûr ya derewan hatiye avakirin. Lewre, di herdu lehengan de jî ku nivîskar in û tev li nava romanan dibin, em nivîskaran weke kes dibînin, lê belê di herduyan jî kûrahiya ramanî û rewşenbîrî û ne jî wêjeyî xuya nabe.

    Herçî Firat Cewerî ye, ew ne bi tenê nivîskariya xwe îdealîze dike, her weha tercîhên xwe yên siyasî jî weke tercîhên îdeal pêşkêş dike. Ji ber wê ye ku di romana Ez ê Yekî Bikujim de, kevnegerîllayek dibe fahîşe û Temo yê ku 15 salan di zindanê de maye, dixwaze heyfa xwe ji bajêr hilîne û nivîskarê romanê yê rastîn axir diçe TRT6’ê û ji wira bi qurretî behsa şoreşgerên kurd dike yên ku canê xwe di şevereşan de feda dikin. Weke ku me got, heger Gogol bûya, dê romaneke henekokî ji vê serboriya Firat Cewerî û Lokman Polat derxistaya û Rojnivîska Dînekî binivîsandaya ku tê de wî lehengê ku kes guh nadiyê bawer dike ku ew qralê nû ye lê hê kes pê nizane. Yên me jî bawer dikin ku ew Nobelê heq dikin, lê kes xatirê wan nizane. Ya xirab ew e ku ew di vê helwêsta xwe de ciddî ne, henekan nakin. Jixwe henek û pêkenok jî ji wira û bi şûn de dest pê dike.