29 Çile, Yekşem - 2023
No menu items!
More

    MXDŞ’ê bang li ciwanan kir ku nekevin xefka PDK’ê

    Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi daxuyaniyekê bang li civaka êzidî kir ku destekê bide 'Operesyona Tolhildanê' a li dijî sîxuran hatî destpêkirin û xwest ku ciwan nekevin xefikên PDK'ê.

    Li Şengalê, duh ji aliyê Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê û Yekîneyên Taybet yên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ve li dijî sîxûran bi navê ‘Operasyona Tolhildanê’ operasyonek hatibû destpêkirin û di operasyonê de sîxurên MÎT’a tirk û PDK’ê hatibûn binçavkirin.  Rêveberiya Xweser a Şengalê (MXDŞ), der barê operasyonê de daxuyaniyek da û xwest civaka êzidî piştgirî bide operasyonê.

    Di daxuyaniya MXDŞ`ê de hat diyarkirin ku operrsyon pêngaveke girîng e û bang li gelê êzidî hat kirin ku bi hemû hêza xwe di warê agahiyan de destekê bide vê operesyona taybet. Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên destê wan di xwîna civaka êzidî de heye û bûne sedema şehîdkirina pêşengên êzidiyan, ji êzidîtayê derketine.

    Di berdewama daxuyaniya xwe de MXDŞ’ê ev bang kir: “Di salên borî de heya nihe gelek bedel hatine dayîn, hesabxwestina ji dijmin û hevkarê wan erka her xêrxwazekî vê civakê ye. Em banga xwe ji bo ciwanên xwe dubare dikin ku ku nekevin xefikên PDK`ê û nekevin bin bandora dijmin. Kesên bi dijmin re dibin hevkar, wê ev civak hesab jê bixwaze.”