10 Haziran, Cumartesi - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Muftuoglû ji Girtîgeha Sîncanê ya Jinan binpêkirinên mafan ragihand

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtiye diyar kir ku jiyana girtiyên nexweş di xetereyê de ye û “sîxurî” li girtiyan tê ferzkirin û got: “Divê şandeyên serbixwe li girtîgehê lêkolînê bikin.”

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglû di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin, di 3’yê gulanê de hat girtin. Muftuoglû li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan tê girtin û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê diqewimin nivîsand. Muftuoglû di nivîsa xwe de balê dikişîne ser rewşa gelek girtiyên nexweş û behsa sepanên kêfî yên rêveberiya girtîgehê dike. Muftuoglû ji bo dawî li binpêkirinên mafan were bang li şandeyên serbixwe kir ku serdana girtîgehê bikin.

Girtiyan terkî mırınê dikin

Muftuoglû diyar kir ku her roja ku diçe binpêkirinên mafan li girtîgehê zêde dibin û wiha got: “Yên ku li dijî binpêkirinên mafan bêdeng dimînin û dest ji beyanên xwe îftirayê bernadin, wêrekiyê didin personel û rêveberên girtîgehê.” Muftuoglû anî ziman ku girtîgeh veguherîne cihê ku girtî terkî mirinê tên kirin û got: “Hevalên me yên di şertên giran de dîlgirtî tên ragirtin, ji civakê tên qutkirin û tên îzolekirin. Xebat û mafên civakî bi awayek kêfî û bêhiqûqî tune tên hesabandin. Em jinên girtî yên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin, bi sepanên kêfî re rû bi rû dimînin. Em li dijî faraseteke ku her tiştî li gorî xwe bi rê ve dibe, têdikoşin.”

Sîxurıyê li girtiyan  ferz dikin

Muftuoglû bal kişand ser biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan ku li pêşiya berdana girtiyên cezayê xwe temam kirine û nayên berdan û got: “Niha divê li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 14 jinên girtî yên kurd ên polîtîk bên berdan lê berdana wan ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve tê astengkirin û taloqkirin. Di nava van 14 hevalên girtî de Semîre Demîrdag û Nedîme Yaklav 30 sal in girtî ne û cezayên xwe temam kirine lê bi hincetên cuda nayên berdan. Her wiha ev Deste bi awayên kêfî cezayên dîsiplînê li girtiyan dibire. Desteyê di nava hincetên xwe de ‘sîxurî’ jî bi cih kiriye. Poşmantiyê û ‘sîxuriyê’ li girtiyan ferz dikin.”

Rewşa Ozbekê xedar e

Mufutoglûyê bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Ozge Ozbek û tiştên hatine serê wê û wiha got: “Nexweşiya epîlepsî lê peyda bûye û ûr di serê wê de heye. Tevî rewşa wê xedar e jî lê nayê berdan û girtî ye. Girtîgeh veguherîne qadên mirinên sivîl û hema bêje cezayekî darvekirinê yê fiîlî tê sepandin. Daneyên rêxistinên sivîl ên der barê girtiyan de hemû binpêkirin û zextên li ser girtiyan radixe ber çavan. Ji ber vê yekê divê di serî de Ozge Ozbek û hemû girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar e ji bo bi awayekî bi bandor bên tedawîkirin, demildest bên berdan. Rewşa Ozbek her ku diçe xirabtir dibe û di şexsê wê de nêzikatiyên kêfî yên rêveberiya girtîgehê li ser mafên tenduristiyê û jiyanê yên girtiyan çawa binpê dike radixe ber çavan.”

Girtiya nexweş Selver Yildirim

Muftuoglûyê diyar kir ku Selver Yildirim jî 21 sal in girtî ye û çavê wê yê rastê qet nabîne û çavê wê yê çepê jî sedî 70 nabîne û her wiha dest û milên wê jî giran bûne û nikare rihet pê tiştekî bike. Muftuoglû anî ziman ku diktor ji Yildirim re reçete nivîsandiye û gotiye divê berçavka tavê bi kar bîne û tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê qebûl nake û ev jî dibe sedema ku rewşa tenduristiya wê giran bibe.

Guhertina qawîşan asteng dikin

Muftuoglû bal kişand ser daxwaza guhertina odeyan a girtiyan û got: “Jinên girtî dixwazin odeyên xwe biguherînin. Lê rêveberiya girtîgehê destûr nade vê. Melîke Goksû ya girtî daxwaz kiriye ku odeya wê bê guhertin lê rêveberiya girtîgehê bêyî tu hincet nîşan bide gotiye, ‘daxwaz guncav nehatiye dîtin’ û daxwaza wê red kir. Goksû jî li ser vê dest bi greva birçîbûnê û piştî 6 rojên çalakiyê odeya wê hatiye guhertin. Ji bo ku girtî mafên xwe bidin qebûlkirin neçar dimînin ku bikevin greva birçîbûnê.”

‘Em dixwazin rêxıstınên sıvîl bên serdanê’

Muftuoglû di dewama nameya xwe de wiha got: “Dema em hevalên li derveyî qawîşan hev dibînin, pirsa hev dikin û diaxivin. Lê em bi gefên weke ‘axaftin qedexe ye’, ‘pêwendî qedexe ye’, ‘ez ê girtekê bigirim’ re rû bi rû dimînin. Sepanên salên 1980’an li girtîgehan dîsa belav bûne. Li dijî îrade û kesayeta girtiyan êrişên dijmirovî pêk tên. Tê xwestin ku girtî bê îrade, bê hafize û bêhişmendî bên hiştin. Li dijî van binpêkirinên mirovan ên li girtîgeha Sîncanê em dixwazin rêxistinên sivîl, baro, rêxistinên jinan, saziyên mafên mirovan şandeyên serbixwe ava bikin û bişînin girtîgehê û lêkoolînan bikin. Em dixwazin berpirsiyar bên zelalkirin û lêpirsîn bê destpêkirin. Li girtîgehê li dijî binpêkirinên mafan lêgerîna me ya heqiyê didome. Em dixwazin hûn jî li derve bibin deng û rengê me. Bi hêviya têkoşîn û hevgirtinê.”

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram