25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Mora heftem ya Ingmar Bergman

    Mirin, zîrekê şetrencê û qeşmerê bi dîlanê qurbaniyên xwe dajo nebûnê.
    “Xafilno, bêhişno
    jiyana we
    bi tayekî ve
    girêdayî ye,
    ew ta jî roja we ye”
    Bergman di kitêba xwe “Images” de hunerê bi şêweyekî seyr û ecêb pênase dike: “Huner serbest e, bê şerm û bê berpirsyarî ye. Ew tevger û bizaveke întensîf û tîr e, bêhedan e dişibe kirasê marekî mişt gêrik, mar bixwe ji zû de miriye, jehra wî zuha bûye, lê kiras mişt jiyan e û li halê xwe tevdigere”.
    Heta di şîrovekirina binemaya hunerê de jî Bergmanê hoste, rola navendî dide mirinê. Bizav û jiyan tên afiriandin dema ku jêdera tevgerê ya pêşîn dimire û di şûna wê de tevgereke nû dizê bi heman hêrs û heyecanê ji derve tê xuyakirin, lê ji hundir ve mirina jêderê bixwe, dibe bingeha liv û tevgerê; wilo û bi vî awayî huner ji xwe dixwe û xwebixwe xwe diwelidîne.

    Her wiha di hevdîtineke xwe de û di heman bazinê de Bergman aşkere têkiliya xwe bi mirinê re diyar dike: Min gelekî guh dida mijara mirinê û eger ez hîn kûrtir di bîrdanka xwe de herim, dikarim bibêjim: Ez jiyam û mezin bûm, lê pêre jî saw û fobiyeke xezeb ji mirinê di hundirê min de mezin dibû.
    Mijara mirinê, yan tirs û sawa ji mirinê, yek ji hêmanên sereke yên Sînemaya Bergman e, mirov dikare bi xweşkayî pêjn û şûna wê ya fikrî-derûnî di piraniya filmên Bergman de bibîne, rabibihîze û pê biheste.

    Nexasim di “Mora heftem” “The seventh seal” de, ku yek ji navdartirîn filmên Bergman e û îkoneyeke sînemaya cihanî, tê jimartin. Bergman di wir de gîha kumta têgihiştina xeyalsaziyeke wêrek li hember sawa xwe ya ji mirinê. Di wir de Bergman mirinê di şiklê qeşmerekî rûspî de bi gewde dike, ku dê ev afirandin bibe yek ji karekterên herî binavûdeng di dîroka sînemayê de û pey re dê gelek derhêner wî bi gelek şêwazan bi kar bînin; carekê di filmên saw û tirsê “Horrorfilmê” de rihan distîne û careke din dê bi awayekî tinazîker di filmê Woody Allen de “Love and death” bê sêwirandin.
    Karekterê mirinê dê di şanoyên Bergman de gelek caran dubare bibin, geh bi şiklê pêlewanekî û geh jî di şiklê jinekê de û bi mikyajeke xwerû spî. Bergman vê yekê jî wiha şîrove dike: Ê bîner eger mirinê bi çavên serê xwe nebîne wê tiştekî ji film bawer neke, ji ber wilo divê mirinê bixwe û ne pêjna wê bibîne.
    Di nav re, vê serpêhatiyê vedibêje: min ji destpêkê de bi Ekterê ku wê bi rola mirinê rabe” Bengt Ekerot” re li hev kiribû ku divê mirin çehreyê qeşmerekî rûyê wî bi makyajeke spî hatibe poşandin, bistîne. Ango mîksek di nava maska qeşmer û serê mirî de be.
    Mora heftem di bingeha xwe de û berî ku sala 1957’an di 35 rojan de û bi destgirtineke aborî bibe film, ew şanonivîseke yekbeş bû bi sernavê “Wood painting” ku heman ekterê wê dûra bibe serlehengê Mora heftem û tê de raserî mirinê were “Max von sydow” di wir de jî mirin tê serdana wî. Şano ji bo xwendekarên sala yekê yên “Akademîya Muzîkê” ya Malmoyê hatibû amaderkirin.

    Lêkolîner û pispora dîroka jiyana Bergman “Maaret Koskinen” diyar dike ku ew bi ser destxeteke Bergman ve bûye, ku hîn di 20 saliya xwe de ew bi terzeke pexşane nivîsandiye û destxet bixwe jî hîn nehatiye weşandin û ji 11 rûpelan pêk tê; herwiha bi terz û şêwazê nivîskarê emerîkî Edgar Allan Poe ev çîrok lêkiriye û hûnaye, di naverokê de behsa kesayetiya mirinê dike, ew a ku wê bibe bingeha filmê “Mora heftem”.
    Jixwe di koka xwe de bîrokeya wê ji bîrhatinên Bergman yên dema zaroktiyê hatiye wergitin, ji ber ku bavê Bergman keşe bû û dema ku ji bo hinek misyonan diçû dêrên bajarok û gundewaran wî jî carna mecbûr dikir û bi xwe re dibir. Bergmanê zarok ku wê ji hundirê van dêran saw û taswasên mirinê, şik û gumana hebûna xwedê biparzinîne û bike peyam û hizrên filmên xwe.

    Ji ber ku Bergman mirovekî xewnbîn bû, ew tenê di hundirê xewn û xeyalên xwe de dijiya, tenê carna û ji bo hinek kêlîkan digirt ser realîzmê û bi rêya van serdegirtinan ewî li ser xaç, paşxaneyên qurbangehan, camên pencereyan û nexşûrismên ser dîwaran “Fresko” mirin dîtiye û ew bi sikeletekî re bi şetrencê dilîze; ev bîroke da dûv wî heta di parzûna gelek serbore û forman de bû “Mora heftem”.

    Di dîmena pêşî ya “The seventh seal”ê de “Max von sydow” Antonius Blockê bi rêhevalê xwe re “Gunnar Bjornstrand” Jonsê li ber peravê deryayê di xew re çûye, herdu şervanên ku bi hev re berî 10 salan tev li hilmet û cengên xiristyanî bibûn, niha jî westiyayî, bêhêvî û mişt şik û guman vedigerin Siwêdê, welatê ku mirina reş “peşte” ew daye ber das û tirpana xwe.
    Antonius, li ber perê avê tenê li ber şetrencê rûniştiye û bi nêt e ku bi xwe re bilîze, ji nişka ve deng ji pêlan dibile, Antonius serê xwe bilind dike, mirinê di riwê xwe de dibîne jê dipirse: tu kî yî?
    Mirin lê vedigerîne: Ez mirin im
    Antonius: Tu ji bo min li vir î?
    Mirin: Ev heye demek bi dûv te de me û li kêleka te dimeşim.
    Antonius: Ez dizanim!
    Mirin: Tu hazir î?

    Antonius: Laşê min erê, lê derûnê min na. Ez hêvî dikim tu hinekî xwe ragirî.
    Mirin: Hûn tev vê yekê ji min dixwazin, lê ez di kêlîkekê de jî nabihurim.
    Antonius: Ez dizanim tu pir di lîstika şetrencê de jêhatî yî, tê bi min re bilîzî?
    Mirin: Tu ji ku nas dikî ku ez bi şetrencê dilîzim?
    Antonius: Min te di wêneyên ser dîwaran de dîtiye tu bi şetrencê dilîzî û bi rêya kilam û stranan min pesnê jêhatîbûna te bihîstiye.
    Dûra li hev dikin li ser du nifşan bi hev re bilîzin, heger di wir de Antonius bi ser bikeve wê ji mirinê biflite.

    Bergman di rêya vê dîmen û diyaloga ecêb re, dihêle hem sernav û hem peyama film di serî de di saya hin hûrguliyên îndîrekt, fenanî siyekê ji pişt perdê bixweyin.
    “Mora heftem” ev sernavê sosret wek şiklê mirinê, ji peyama Johanayê feqeyê patmosê hatiye wergirtin ku film pê dest pê dike û bi dawî dibe jî: “Gava ku berx mora heftem vekir, bi qasî nîv saetê bêdengiyekê ezmanan girt û her heft milyaketan xezeba xwedê bi ser erdê de dirijandin” wê çaxê li ser erdê ji bilî mirinê çivaze nema ji kesekî derdiket, mirinê êdî keysa xwe ji her kesî anîbû. Her kes xistibû çembel û zefta xwe de.
    Antoniusê ku ji derûnê xwe bêzar bûye û di nav şik gumanan de vegeviziye, di rêwîtiya xwe ya ber bi malê de bi ku de here dê pêrgî mirinê were.

    Cara diduyan li dêrekê di hicreya mikurhatinê de, mirin di kirasê keşeyekî de xwe poşandiye, di wir de dest pê dike ji “keşe-mirinê” re mikur tê, kerba hinavê xwe li ber vala dike. Ev diyaloga ku dê bibe ji rewanbêjtirîn û kûrtirîn diyalogên dîroka sînemayê; di wir de Bergman bêhêvîtiya xwe, nerazîbûna xwe, guman û sawêrên xwe der barê hebûn û nebûnê de, der barê xwedayê ku li pişt mucîze û sozan xwe diqurnisîne, ew xwedayê ku dike nake baweriya wî pê nayê, bi çend bîroke û rêzepirsan aşkere dike: “Ez zanînê jê dixwazim û ne guman û îmanê. Çima wê di nav sozên nezelal û mucîzeyan de veşartî be? Em ê çawa wek bawermendan bawer bikin û em ji xwe bawer nakin? Wê çi bê serê me? Ji bo çi tu dixwazî bawer bikî û tu nikarî? Ew ên ku tiştekî ji van tiştan bawer nakin wê çi bi serê wan bê? Çima ez nikarim xwedê di hundirê xwe de bikujim? Çima kiriye ez di vê rêya riswa û biêş de bijîm?

    Dixwazim wî ji dilê xwe biavêjim lê dernakeve û min bi xwe re şerpeze û îşkence dike, ez nikarim jê xelas bibim”
    Tekez ne lêhatin e, ku bergman mirinê di postê keşeyê hicreya mikurhatinê de disêwirîne. Bergman wiha dibêje: “Mora heftem, nivîşk û serencama dawî ya nêrînên min e, ew derbirîna min a sererast der barê îman û gumanê de ye, ew nêrînên ku min ji zaroktiyê de yekser ji bavê xwe wergirtin û wan heta niha di hundirê xwe de hiltînim.”
    Ew mirina di şiklê bavê wî yê sert û cirnexweş de, ew keşeyê ku ji bo wî jêdera saw û mirinê bû, mirina ku divabû her şev li ber rûnê û mikur were; eyn wek çawa derba dawî li daristanê li himber şikest û xwe bi qinyat û bê red radestî wî kir. Bi hêvî bû ku hema bi kêmanî gumanên dilê wî hênik bike, lê derket mirin bixwe jî tiştekî nizane; ew tenê rêberek e rê raberî neferên xwe dike, ne kêm ne zêde. Bergman di vê dîmenê de jî mînanî tevaya dîmenan, dîalog û mikurhatinên yeman dariştiye; li ser vê binemayê û bi vî awayî nakok û ambîvalent, lîska şetrencê di navbera mirinê û Antonius de bi dawî dike:
    “Mirin: Ez kêfxweş im, ku tu dê sozê xwe bi cî bîne. Cara bê em pêrgî hev bên, hûn ê bidin tengala min tu hevalên xwe.
    -Û tu dê raz û veşartiyên xwe ji me re zelal û aşkere bikî?
    Mirin: Razên çi? Tu raz û veşartî li ba min tune ne!
    -Tu jî tiştekî nas nakî!?

    Mirin: Tiştek tune ez nas bikim, ez tiştekî nas nakim.”
    Di dîmena dawî de, mirin bi rêwiyan re dîlanê digerîne; ew dîlana ku bûye yek ji navdartirîn dîmenên sînemaya cihanê, bi awayekî bexşane û di zikê çend xulekan de improvîse bûye. Şeş rêwî û bi tev mirinê dibin heft, mirina ku di serê govendê de mora heftem vedike.
    Bergman di kitêba xwe “Images” de vê dîmenê wiha şîrove dike: “Me çenteyên xwe hazir dikirin, êvara wê rojê menê dabana rê û di wê kêlîkê de ba û bahozek rabû, ji nişka ve me ewrek dît, di cî de Gunnar Fischer kamîreya xwe derxist, gelek ekter wê çaxê vegeryabûn kampê, lê hîn hinek hevkar û geştiyar mabûn, wan jî hema di destê xwe re dest pê kirin li cê xwe bireqisin, bê ku hayê wan jê hebe, ew li wir çi karî dikin”.
    Ji bo ku ev delîve jê nefilite bi lez ji wan dixwaze ku cilûbergên ekteran li xwe bikin û dîlana xwe bidomînin; ew dîlana ber bi nebûnê de ku mirin bi tirpanê xwe serkêşiya wê dike.

    Koça dawî

    Ingmar Bergman, derhênerê şano û sînemayê, senarîst, filmçêker û sînemakarekî swêdî yê di cîhanê de bi nav û deng e. Di sala 1918’an de li Uppsala ji dayik bûye û sala 2007’an li girava Faroyê koça dawî kiriye. Ew di jiyana xwe ya hunerî de 54 filmên sînemayê, 126 şano, 39 şanoyên Radio û televizyonê di navbera derhênerî, danîn û nivîsînê de çêkiriye.

    Ji filmên wî :

    * Wild Strawberries 1957

    * The seventh seal 1957

    * The Silence 1963

    * Winter Light 1963

    * Persona 1966

    * Hour auf the Wolf 1968

    * The Passion of Anna 1969

    * Cries and Whispers 1972

    * Scenes from a Marriage 1973

    * Autumn Sonata 1978

    * Fanny and Alexander 1982

    Ji şanoyên wî:

    * The Tinder Box 1941

    * The Ghost Sonata 1941

    * Death of Punch 1942

    * The Hotel Room 1944

    * Light in the Shack 1951

    * Wood Painting 1955

    * The Magic Flute 1975

    * Ghosts 2002

    Ji karên wî yên televisionê:

    * Rabies 1958

    * The Rite 1969

    * Scenes from a Marriage 1973

    * Saraband 2003