7 Çile, Şemî - 2023
No menu items!
More

    Malbatên Xizmên Windayan di hefteya 726’an de li aqûbeta windayan pirsî

    Çalakiya malbatên xizmên windayan li parka Koşûyolûyê ya navçeya Rêzana Amedê di hefteya 726’emîn de hat lidarxistin.

    Xizmên windayan ji bo ku li aqûbeta kesên ku di bin çavan de hatine girtin û qetilkirin li aqûbeta wan pirsîn. Di çalakiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ a Amedê ji bo ku “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakî bi beşdarbûna malbatan hat lidarxistin.

    Di destpêkê de parêzer û serokê ÎHD’ê Abdullah Zeytûn dest bi axaftinê kir û bal kişand ser rewşa kesên ku di bin çavan de hatine winda û qetilkirin, der barê wan de ev tişt got: “726 hefte ne li vê qadê têkoşîna ku bila ‘Winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ meşand. Bê hiqûqî bê edaletî li Tirkiyê gihîştiye asta herî jor. Ev komkujî qet ne tesadûfî ne em dizanin ku ev bûyer hemû bi zanîn hatine kirin. Mixabin tiştên ku di salên 1990’an de hatine kirin, hê jî di roja me ya îro de em rastî van tên. Em dibêjin li hemberî van bêhiqûqiyên ku têne kirin hemû kesên mafparêz û xwedî wijdan li van kiryaran baldar bin dê baş bibe.”

    Alikara Komeleya Mafê Mirovan a Amedê Ezgî Sila der barê Îsa Sosyalê ku di sala 1988’an de di bin çavan de hatibû qetilkirin, axivî û got: “Îsa Sosyal bavê 3 zarokan bû, di payiza 1988’an de li gundê Karox’ê yê girêdayî navçeya Silopiyê ji hêla hinek kesên hatibûn mala wî û jê re gotin ku dê hinek karê me bi te heye, ew bi zorê ji male derxistin. Mealbatê îlana windabûyina Îsa Sosyal da, tu cihêkî nema ku ew lê geriyan, tu agahî bi dest nexistin. Ew zext li ser hemû gundiyan û li ser malbatê jî hebû. Gund di sala 1990’î de ji hêla leşkeran ve hat  valakirin. Malbatê li vir xwe negahandiye tu agahî der barê Îsa Sosyal de. Sosyal ji wê demê heta niha hê jî winda ye.”

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram