31 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    LMD-Kurdiyê hejmara 59’an derxist

    Rojnameya mehane ya Le Monde Dîplomatique Kurdî, bi hejmareke nû derket. Hejmara kanûna paşîn a bi naverokeke dewlemend û bi çapa dîjîtal weşana xwe didomîne, bi hejmara xwe ya 59’an li ber destê xwendevanên kurdî ye.

    Li gorî agahiyên rêveberiya LMD-Kurdî di vê hejmarê de rojnameyê rê daye gotar û analîzên wekî; ‘Li Qafkasyayê pêşbaziya rûs û tirkan’, ‘Lîstika GO ya Çînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî’, ‘Arnawidistan, «şagirta baş» a tolaz’, ‘Kursa amerîkî ji bo rêveberên Çînê’ û ‘Rûsya li Afrîkayê, vegereke çavxapînok?’ û hwd.

    LMD-Kurdî, di beşa nivîsên redaksiyona kurdî de vê mehê cih daye du gotar û analîzên balkêş; Îsmaîl Beşîkcî bi sernavê ”Hesasiyeta li hember destkeftiyên kurdan” û rojnamevan Çetin Çeko jî bi sernavê ”Siyaseta Îsraîlê ya Kurdistana Rojava”.

    Her wiha, hevpeyivîna ku Jînda Zekioglu bi Prof. Hamit Bozarslan re der heqê siyaseta Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê de çêkiriye jî balkêş e. Rûpelên xwe bi wêneyên peykersazê kurd Saleh Nemir xemilandiye. Hunermendê vê hejmarê ji rojavayê Kurdistanê ye û niha xebatên xwe yên hunermendiyê li Almanyayê didomîne.

    Rojnameya bi awayê dîjîtal dertê, xwendevan dikarin bi rêya malperên medyaya civakî wê bişopînin û xwe bigihîninê. PARÎS

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram
    Naveroka berê
    Naveroka ya piştî vê