28 Haziran, Çarşamba - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qerebaxê 4 leşkerên Ermen hatin kuştin

Hate ragihandin ku li Qerebaxê (Artsah) çar leşkerên Ermen ji aliyê hêzên Azerî ve hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên Azerî li navçeyên Martûnî û Martakertê bi top û dronan êrîş birin ser nuqteyên leşkerên Ermenistanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di encama vê provokasyona nû ya Azebaycanê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest da.”

Ev daxuyanî di demeke welê de hate kirin ku ji roja Sêşemê ve rayedarên Ermenistan û Azerbaycan li Washîngtonê hevdîtinan dikin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blînken bi hempîşeyê xwe yê Ermen Ararat Mîrzoyan û hempîşeyê xwe yê Azerî Ceyhûn Bayramov destpêkê hevdîtinên cuda kirin, piştre jî hevdîtineke bi hev re kirin. Hevdîtinên li Washîngtonê tê payîn ku heta roja Pêncşemê dewam bikin.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram