12 Haziran, Pazartesi - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mûşê polîsan bi ser malan de girt

Li Mûşê, polîsan bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.

Li navend û navçeyên Mûşê, polîsan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de polîsan herî kêm 18 kes binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.

Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin bi tevlibûna merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ku di êrişa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya di 23’yê kanûna 2022’yan de li Parîsê hatibû kuştin, tên sûcdarkirin.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram