16 Adar, Pêncşem - 2023
No menu items!
More

    Koçberên Efrînê konên xwe bi malbatên mexdûrên erdhejê re parve dikin

    Koçberên li 5 kampên kantona Şehbayê, 2 hezar û 500 malbatên ji herêmên erdhejê pêşwazî kirin û tevî derfetên kêm û şert û mercên koçberî û dorpêça hikumeta Şamê jî alîkarî dan mexdûrên erdhejê

    Rêveberiya Xewser a Kantona Efrînê û Şehbayê bang li şêniyên bajarê Helebê û herêmên ji ber erdhejê zirar dîtine kir ku berê xwe bidin Şehbayê.

    Di çend rojên borî de, 2 hezar û 500 malbatên mexdûrên erdhejê yên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berê xwe da 5 kampên li Şehbayê (Berxwedan, Serdem, Efrîn, Şehba, Veger). Koçberên Efrînê yên li herêmê ew malbat li konên xwe bi cih kirin.

    Têkildarî mijarê, endamê rêveberiya Koordînasyona Kampan a Şehbayê Xelûsî Misto got: “Piştî erdhejê şêniyên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li ser bangewaziya Rêveberiya Xweser, hatin Şehbayê.”

    Misto destnîşan kir ku malbatên ji Helebê hatine, ji aliyê koçberan ve hatin pêşwazîkirin û tevî wan di konan de bi cih bûn. Her wiha diyar kir ku rêveberiya kampan û komînan; nan, madeyên xwarinê, av, betanî, sifinc û pêdiviyên din li wan belav kirin.

    Misto anî ziman ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê pêdiviyên hatine belavkirin kêm in û bang li hikumeta Şamê kir ku rêyan veke, dorpêça li ser kantona Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rake da ku alîkarî derbasî herêmê bibe.

    Misto bang li rêxistinên têkildar jî kir ku alîkariyê bidin şêniyan û di şert û mercên zehmet ên hewayê de pêdiviyên wan pêşwazî bikin.

    Tê destnîşankirin ku zêdetirî 750 malbatên koçber ên ji Efrînê li Kampa Serdem in, 700 malbat jî li Kampa Berxwedan, 125 malbat li Kampa Vegerê ya navçeya Şêrawa, 108 malbat li Kampa Efrînê û 148 malbat jî li Kampa Şehbayê dimînin.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram