31 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    KNK: Berpirsiyarên xwe yên qanûnî bi cih bînin

    Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), diyar kir ku dewleta tirk ji bo ku têkçûna xwe berevajî bike êrîşê başûr û rojavayê Kurdistanê dike.

    Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek weşand û bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên bi balafirên şer li ser rojava û başûrê Kurdistanê.

    Beriya bîst salan a Recep Tayyîp Erdogan û AKP’ê, ji bo balê ji ser hin pirsgirêkên li Tirkiyeyê bibe, li dijî kurdan dest bi kampanyayeke êrîşê kiriye. Rejîma Erdogan ji 17’ê nîsanê û vir ve li başûrê Kurdistanê gelek caran êrîşî çeperên şervanên gerîla yên kurd kir û zêdeyî 2 hezar û 700 carî çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anî. Tevî vê yekê jî dewleta tirk ji van êrîşan encamek bi dest nexist û ji bo windahiya mezin a hêzên tirk veşêre cenazeyên leşkerên xwe jî şewitand. Bi êrîşa alê ya sexte ya dawî ya li Taksîmê re hêvî kir ku bala li ser têkçûna Erdogan û AKP-MHP’ê ya li başûrê Kurdistanê belav bike û ji bo şerekî li dijî kurdên li rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hincetekê biafirîne”.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bêyî erêkirina Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê nikare van êrîşan bike û wiha hat gotin: “Heke Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê li dijî vî şerê neqanûnî be divê endamên vê koalîsyonê bi rêyên aborî, siyasî, dîplomatîk û hiqûqî zextê li Tirkiyeyê bikin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. Di rewşeke berevajî de wê berpirsyariya encamên terora dewletê ya Tirkiyeyê ya li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin ser milê xwe. Ji ber vê yekê em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dikin ku berpirsyariyên xwe yên qanûnî yên ji bo hevkarên xwe bi cih bînin.