31 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Stenbolê dan

    Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, ji bo rewşa Abdullah Ocalan a di bin şert û mercên tecrîda girankirî de serî li Baroya Stenbolê dan.

    115 parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê bi mebesta şopandina serlêdanên ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina qedexeya hevdîtina bi parêzeran re û bicihanîna mafên wî yên di hiqûqa navxweyî û navneteweyî hatine kirin, serî li Baroya Stenbolê da û jê xwestin ku bikevin nava liv û tevgerê.

    Di serlêdana daxwazê de hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin û ev tişt hatin gotin: “Girtîgeha Îmraliyê, bi taybet ji bo Abdullah Ocalan di sala 1999’an de dîsa hat avakirin. Ji wê rojê heta niha jî bi statu û sepanên taybet tê birêvebirin. Muwekîl Abdullah Ocalan 23 sal in, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ev 7 sal in di nava pergala ku em weke ‘Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê’ pênase dikin de, di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin.

    Agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin

    Ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha ji bilî 5 hevdîtinên di navbera gulan-tebaxa 2019’an, parêzeran tu hevdîtin nekirine. Ji bilî van her sê mehan, ev zêdetirî 11 sal in parêzer nikarin biçin Girtîgeha Girava Îmraliyê. Ji sala 2014’an heta niha jî Abdullah Ocalan tenê karî 5 caran bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Hevdîtina rû bi rû ya herî dawî jî di 3’yê adara 2020’an de bi birayê xwe re kir. Ji roja destpêkê heta niha tenê di 27’ê nîsana 2020’an û di 25’ê adara 2021’an de karî li ser telefonê hevdîtinê bike. Axaftina li ser telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de pir kin dom kir û axaftin hat qutkirin. Ji 25’ê adara 2021’an heta niha jî tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin.

     Serlêdan hatine kirin

    Têkildarî rewşa bêpeywendiya mutleq ku weke ‘İncommunicado’ tê pênasekirin, di sala 2021’an de malbat û wasiyê Abdullah Ocalan 71 serlêdan kirin û parêzerên wî jî 202 serlêdan kirin. Ev serlêdan hemû jî bêbersiv hatin hiştin. Di sala 2022’yan de jî gelek serlêdan hatin kirin lê encamek jê derneket. Di heman demê de di serlêdana ji bo Dadgeha Makeqanûnê de daxwaza tevdîrê hat kirin lê ev daxwaz hat redkirin. Weke parêzeran; ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û îzolasyona derhiqûqî, serî li Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û 28 baroyan, 9 saziyên parastina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, 13 saziyên di qada navneteweyî de xebatan dimeşînin, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Wezareta Dadê hatin dayîn.

    Serî li Wezareta Dadê dane 

    Sepanên ku tecrîda girankirî didomînin di sala 2022’yan de jî berdewam kirin. Ji bo bidawîkirina vê tecrîda derhiqûqî, di sala 2022’yan de serlêdan hatin kirin. Îsal, gelek serlêdanên malbat û parêzeran nehatin bersivandin û biryarên DMME’yê û nirxandinên CPT’yê tune hatin hesibandin. Ji bo hevdîtina parêzaran a bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re, ji 29 baroyan bi giştî 775 parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Her wiha di serî de ji welatên Ewropayê, ji 22 welatan bi giştî 350 parêzeran di 14’ê îlonê de, ji Rojhilata Navîn jî bi giştî 759 parêzeran di 19’ê îlonê de bi heman daxwazê serî li Wezareta Dadê dan.

     Daxwaza parêzeran tê redkirin

    Parêzer, bi qedexeyên sîstematîk re rû bi rû ne. Di rewşa heyî de serlêdanên parêzeran (hefteyê 2 caran) hemû jî bêbersiv tên hiştin. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê piştî giliyê hatiye kirin ragihand ku biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hatiye dayîn. Lê ev biryar ji aliyan re nehatine şandin. Heta mînaka biryarê jî nayê nîşandan. Di vê navberê de heke serlêdan û daxwazên parêzeran çêbibin jî, heta biryar teqez nebe bersiv nayên dayîn. Daxwaza mînaka dosyaya disiplînê ya parêzeran jî bi awayekî derhiqûqî tê redkirin.

     Mafê hevdîtinê tê astengkirin 

    Ji meha îlonê ya sala 2018’an heta niha li her 4 girtiyên li Îmraliyê bi heman sedeman cezayê disiplînê ya ji bo 3 mehan tê birîn û nahêlin mafê xwe yê hevdîtinê bi kar bînin. Ev lêpirsînên disiplînê ji parêzerên wan veşarî tên kirin. Tevî ku daxwaz tê kirin û wekalet tê pêşkeşkirin jî ji parêzeran re nayên ragihandin. Dosyayên disiplînê yên diçin ber destê Dadgeriya Înfazê ji parêzeran tên veşartin û hatiye qedexekirin ku mînakeke wê bidin parêzeran. Dosyayên disiplînê yên ku ji mafê hiqûqî bêpar hatine hiştin, demekî kin piştre dikevin meriyetê.”

    ‘Hemû mafên îdarî û darazî tên binpêkirin’ 

    Di berdewamiyê de hat destnîşankirin ku mafê darizandina adilane ya Abdullah Ocalan û girtiyên din tê astengkirin û wiha bi dawî bû: “Nahêlin têkildarî muwekîlên ku pêwendiya wan bi derve re bi temamî hatiye qutkirin, serlêdanek were kirin. Anku xuya dibe ku têkoşîna hiqûqî ya li dijî bêhiqûqiyên li derve tên şopandin jî tê astengkirin. Bi gotineke din, maf û azadiyên muwekîlan ên di qanûn, makeqanûn û peymanên navneteweyî de hatine naskirin tên binpêkirin, parêzer tên astengkirin ku peywir, raye û berpirsyartiya xwe bi cih bînin, mafên darizandina adilane, xwegihandina dadgehê, serlêdanê û bi awayekî giştî hemû mafên îdarî û darazî tên binpêkirin.

     Bikevin nava tevgerê

    Hemû hewldanên hiqûqî yên parêzerên muwekîlan bê encam dimînin. Ji hewldanên saziyên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî, hewldanên rêxistinên hiqûqê û saziyên civaka sivîl encamek dernakeve. Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bersiv neda serlêdana 775 parêzeran. Ji bo ku erk û peywira xwe ya parêzertiyê bi cih bînin û ji bo mafê darizandina adilane ya muwekîlan, em dixwazin ku Serokatiya Baroyê di asta Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê de bikeve nava hewldanan. Em dixwazin ku ji bo hemû sazî û dezgehên têkildar serlêdan bên kirin.”