29 Çile, Yekşem - 2023
No menu items!
More

    Îranê rojnamegerek jin ceza kir û rojnamegereke din jî binçav kir

    Zext û pêkutiyên dewleta Îranê yên li ser çalakvanên serhildana “Jin Jiyan Azadî” û rojnamegeran berdewam dikin. Li Îranê rojnamegerek jin hat binçavkirin û li rojnamegereke jin jî ceza hat birîn.

    Li Îranê serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku di meha îlonê ya sala 2022’yan de ji ber kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî hatibûn destpêkirin berdewam dikin. Ji ber van serhildanan dewleta Îranê zext û pêkutiyên xwe yên li ser çalakgerên serhildanê û rojnamegeran derxistiye asta herî bilind. Di vê çarçoveyê de duh li bajarê Tehranê nûçegîhana Ajansa Şehr Milîka Haşimî ji bo îfadeya xwe bide çû Girtîgeha Evînê ya li bajar û ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin.

    Her wiha Dadgeha Şoreşa Bajarê Tehranê 6 sal cezayê girtîgehê li çalakvana sivîl û wênekêş Reyhane Terawetî birî. Terawetî bi bi ‘avakirin û rêxistinkirina çalakiyên armanckirî yên di çerçoveya tevgerên jinan ên li Îranê û tevlîbûna Tevgera Mî Too’ de dihat sûcdarkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya gelên rojhilatê Kurdistan û Îranê ve rojnamevanî yek ji wan beşên civakê ye ku rastî zext û êrişên tund ên hêzên dewleta Îranê tê. Ji destpêka xwepêşandanan ve zêdetirî 75 rojnamevan hatine girtin.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram