1 Kanûn, Pêncşem - 2022
No menu items!
More

    ‘Îran di navenda guftûgoyên modernîteyê de ye’

    Jina bi navê  Jîna Mahsa Amînî ji roja ku bi destê ‘polîsên exlaqê’ hat qetilkirin ve di destpêkê Eyaleta Kurdistanê Îranê û 80 bajar û bajarokan berxwedana gel berdewam dike. Di van rojên ku bi pêşengiya jinan li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam dike, nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê Îranê de ji bo pêvajoya ku îro tê jiyîn ronahî dide roja me.

    Nirxandinên Abdullah Ocalan wiha ne:

    “Çanda Rojhilata Navîn bi zanistî û îdeolojiya pozîtîvîst a modernîteya Ewropayê nikare bê nirxandin. Dema ku hate îdîakirin ku bi vê yekê tê nirxandin, hingî encama jê derdikeve jî oryantalîzm e. Tişta ku vê paradîgmayê di nava du sed salên dawî de raxistiye pêş çavan, ne li rastiya dîrokî ne jî li rastiya rojane ya civaka Rojhilata Navîn tê. Cudahiya navbera wan bi gotinekê, mîna çiyayekî ye. Têgihiştina rastiyê ya nêzîkatiyên kevneşop ên di bin bandora oryantalîzmê de jinûve ava bûne (Di serî de pêlên Îslamî her cûre nêzîkatiyên kulturalîst) dûrî ji rastiyê ne û tenê wêjeyeke ziwa ye.

    Şeklê modernîteya kapîtalîst ê xwe bi paradîgmaya xwe sazûman kiriye, hem li dîrokê hem jî li rewşa heyî nayê. Cudahiya mezin a ji nakokî û cihêrengiya heyî çêbûye, bi şerê giran tê vegotin ku ji hovîtiyê jî wêdetir e. Nexwe ne ajoyên kûr ne jî paşverûtiya çandî ji vê berpirsyar e. Pêwendiya pirsgirêkê bi rêbaza bicihanînê ya modernîteya kapîtalîst û şêweyê vê modernîteyê heye. Hewl tê dayin ku çandeke bi hezaran salî (çanda madî û manewî) parçe bikin û acenteyên xwe (endustralîzm û kapîtalîzma netewe-dewletê) li nav bicih bike. Ev yek sedema rasteqîn a hovîtiya qewimî û biqewime ye. Ji xwe ya qewimî ji hovîtî û qirkirina rabirdûya nêz ne cuda ye.

    Mirov çiqasî li ser ferzkirina netew-dewletê bisekine kêm e ku çanda Rojhilata Navîn mîna kêrê parçe kiriye. Ji ber ku travmayên giran bi vê kêrê hatin destpêkirin. Em destê xwe bidin kîjan trajediyê jî encam naguhere. Ji nava Hindistanê heta Sîbîryayê, ji çolên Fasê heta  çolên Erebistanê her çanda xwecihî yan jî koçer para xwe ji derbên vê kêrê standine. Hîn jî xwîn ji birînê tê. Şerê Hîndû-Misilman ê li nava Hindistanê ku her roj diqewime, Keşmîr, herêma Ûygûrê, bihevketina Efganistan-Pakistanê, li Rûsyayê şerê giran ê Çeçen û yên din, şerê Îsraîl-Fîlîstîn, Lubnan û li welatên din ên ereb, şerê kurdan tirkan, ereb û farisan, şerê mezheban ên li Îranê, bihevketina etnîk a li Balkanan, li Anatoliyê tasfiyekirina ermen, rûm û suryanan; gelek şer û trajediyên bi vî rengî ma ne encama hegemonya kapîtalîst in?

    Netew-dewlet bi şer ava bûye

    Heke destwerdanên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku yekîtiya netew-dewletan e nikare encamê werbigire, heke Rêxistina Konferansê ya Îslamî ku yekîtiya netew-dewletên Îslamî ye nikare bi bandor bibe, heke her roj tûrên dîplomatîk ên bêhejmar ên netew-dewletan ji bilî aciziyê bi kêrî tiştekî nayê, sedema vê yekê bi birêxistinkirin û mejiyê netew-dewletê ve girêdayî ye. Ev rastiya çewt ku bi hezar qatî ji hişkiya olperestî ya serdemên destpêkê û navîn bêhtir hişk e. Heke her tim bi rengê faşîzmê û li her derê bi kiryarên xwe derkeve pêşiya me, divê mirov matmayî nemîne. Netew-dewlet her tim ji şer ava bûye. Netew-dewleteke bi tenê nîne ku bê şer ava nebûye. Ji vê jî xerabtir, gelo netew-dewletek heye ku di nava xwe de bi civakê re, li derve jî bi netew-dewletên din re şer neke?

    Pirsgirêkên di nava civaka neteweyî ya Îran an jî Fars, ji ber hewldanên modernîteya kapîtalîst a du sed salên dawî û şaristaniyên dîrokî ye.Civaka Îranê hem ji aliyê etnîkî hem jî ji aliyê olî ve xwedî gelek nasnameyan e û çandeke dewlemend e. Malavaniyê ji hemû nasnameyên olî û neteweyî yên Rojhilata Navîn re dike. Zehmetiyê dikişîne ku van pir nasnameyan tenê bi hegemonyaya îdeolojîk a nijad an jî olperestiyê li gel hev bihêle. Bi rengekî gelekî zirav neteweperestiyeke nijadî û olperestiyê dimeşîne. Li aliyê din tevî ku modernîteya kapîtalîst bi cih tîne, dema ku bi kêr bê serî li propagandaya antî-modernîst jî dide. Pispor bûye ku pêşketinên demokratîk û şoreşgerî di nava çanda şaristaniya kevneşop de bihelîne. Rejîmeke despotîk bi pisporî bi cih tîne. Di nava Rojhilata Navîn de yek ji wan dewletên herî tengaz û bi nakok e. Çavkaniyên xwe yên petrolê bi qismî jî be hinekî rageşiyan nerm bike jî, hebûna netew-dewletiya Îranê ji bo belavbûnê guncav e. Di vir de lihevnekirina bi hegemonyaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê jî gelekî bi bandor e.

    Konfederasyona Demokratîk a Îranê xwedî wate ye

    Heke Îran di pirsgirêkên civakî de bîrdoziya modernîteya demokratîk bi têrkerî bi cih bîne, dikare rê li ber encamên girîng ên çareseriyê veke. Li gel hewldanên navendîperestî hemûyan jî di bingehê de Îraneke federal heye. Dema ku hêmanên şaristaniya demokratîk bi hêmanên federalîst (azerî, kurd, ereb, belûc, tirkmen) re bigihêjin hev, wê demê projeya Konfederasyona Demokratîk a Îranê dikare bibe xwedî wate û bi hêsanî bibe navend. Kevneşopiyên komunal û tevgera azadiya jinê jî di çarçoveya vê projeyê de xwedî rolên girîng e. Paşeroja ronî ya Îranê û rola dîrokî ya li Rojhilata Navîn tenê bi yekbûna hêmanên modernîteya demokratîk (civaka demokratîk, aborî û ekolojîk) û bi saya pêngava wê pêkan e. Potansiyela civaka neteweyî ya Îranê ji bo vê bi têrkerî heye û rastiya neteweya demokratîk a Îranê jî vê ferz dike.

    Şerên netew-dewletan ji bandora bombeya mezintir e

    Îran bi tenê xwediyê rê û resma etnîk a Pers nîne; li heman erdnîgariyê  gelek rê û resmên etnîk hene. Dabeşbûna civakî xisletên etnîk û dînî di zikê hev de bi pêş xistine. Em Îranê weke civak û desthilatdariya jor û nikarin bi tenê bi xisletên dînî û etnîk ên tê de xwedî giranî ne bidin naskirin. Heke mirov wê weke şêweyekî xweser ê tê de xisletên dînî û etnîk di zikê hev de bi hev keliyane bidin naskirin, mirov wê bikaribe zêdetir jê hîn bibe. Her çiqasî carcaran herdu alî jî derketibin pêş, mirov tevahiya dîrokê di navbera wan de dabeşbûneke pir radîkal nabîne. Mînak, ne mîna ereban bûne civakeke qewm a klasîk, ne jî mîna cihûyan bûne civakeke dînî. Bi awayekî xweber, mîna ku pêdivî dîtiye weke modeleke sêyemîn pêk bê. Hebûna hejmareke zêde ya etnîsîte û baweriyên dînî di vê de bi roleke girîng rabûne. Bandora du sed salên dawî ya modernîteya kapîtalîst li ser bingehê vê rastiyê pêşwazî kiriye. Ne xwedî ezmûneke dewleta netewe û miletperestiyeke bi cureyê li welatên Ewropayê ye ne jî dewletdariyeke netewe ya mîna li welatên ereb pêk aniye. Xisletên xwe yên dîrokî parastine, li beramberî herdu modelan ji meşandina modela xwe nehatiye xwarê. Şahtiya Îranê nikarîbû li ser piyan bimîne û di binê vê yekê de ev rastî heye. Lê hebûna xwe bi vî şêwazî li dijî modernîteya kapîtalîst û kapîtalîzma global zêde nikare berdewam bike. Yan wê bi kok bibe xwediyê veguherînekê (ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve ev yek gelekî zor e; bixwaze bibe dewleteke netewe ya lîberal ev ê bibe sedema hilweşîna wê); yan jî wê parçe bibe û tebeqeya jêr wê li ser bingehê nirxên demokratîk ên sivîl û rê û resma Îslamî û nirxên modernîteya demokratîk ên rojane bike milkê xwe, di rizgarbûna ji kaosa Rojhilata Navîn de bibe yek ji hêzên avaker ên pêşî yên modernîteya demokratîk û bi awayekî hêjayî rabihuriya xwe careke din di dîrokê de cihê xwe bigire.Jixwe dewletpariziya netewe ya Afganistan û Pakistanê bi awayekî xeternak ketine pêxîrtengiyê. Şerên sedsala dawî yên dewleta netewe belkî jî felaketeke ji bombeya atomê mezintir bi serê van gelan û çandan de aniye.

    Gelên behsa wan têne kirin, bi komplo, hilweşîn û reşkujiyên ti carî di dîroka xwe de nedîtine rûbirû dibin. Îran her kêlî dibe ku bi felaketa atomê re rûbirû bibe. Çanda Îranê ji serî ve di serî de çanda dewleta netewe bi modernîteya kapîtalîst re pev diçe. Li dijî hêmanên têne ferzkirin hemûyan li ber xwe dide. Şîatiya weke diyardeyeke bêhtir herêmî û dîrokî tê ferzkirin, ji niha ve ji aliyê gelên Îranê ve hatiye fêhmkirin ku milletperestî ye, çêkirineke modernîteya kapîtalîst e, û bi vê maskeyê Şoreşa Îslamî ya Îranê tê pûçkirin, lewma li ber wê radibin. Bûyerên li Afganistan Pakistanê diqewimin jî cuda nînin. Tevî cambaziyên Hîzbullah, El Qaîde û Talîbanan jî ser rastiyê nayê girtin. Divê mirov ji bîr neke ku ev hersê saziyên bi maske jî ango Hîzbullah, El Qaîde Talîban ji aliyê dewletên netewe yên xulam ve hatine damezrandin û niha jî li dijî efendiyên xwe yên hegemonîk DYA û Yekîtiya Ewrûpayê weke amûrên şantajê têne bikaranîn da ku ev dewletên netewe yên xulam karibin bêhtir parê bigirin. Ango ev amûrên tevkujî, reşkujî û komployan bi hev re ava kirine da ku pê hevdu terbiye bikin û ji bo para xwe bêhtir bikin li dijî hevdu bi kar tînin. Belkî jî di dîrokê de amûrên evqasî kirêt ên lîstikên komployan nehatine vedîtin. Bi van amûrên lîstikê yên komploger mîna bi darqîtik û pelê bilîzin, gel û çandên wan kuştin. Aşkera ye ku bi van amûran ne li Rojhilata Navîn êdî lingê sîstemê cih digirin, ne jî dewletên netewe yên hevkarên wê ne, diedilin û îfleh dibin.

    Gelên Îranê modernîteya kapîtalîst nas dikin

    Nexasim Îran, rê û resma xwe ya dewletek gelekî kevn e, vê bi kar tîne û xwedêgiravî yeqîn dike ku wê bi modernîteya kapîtalîst bikaribe, ya rastî îmajeke wisa dide û li bendê ye ku ji aliyê sîstemê ve bê qebûlkirin. Bi vî awayî bikaranîna dîrokê, bi herhalî şêweyekî têkçûnê yê herî çavkorî ye. Tevlîhevkirina modernîteyê evqasî bi rê û resma dîrokî û rêûresmê jî evqasî bi modernîteyê re bi herhalî mirov bi tenê dikare bi ‘xasûkiya Ecem’ rave bike. Ji ber van sedeman dibe ku paşeroja nêz a Rojhilata Navîn di ser Îranê re bi gewde bibe û şikil bigire. Bi rastî Îran di navenda sereke ya guftûgoyên modernîteyê de ye. Milletperestiya Şîa çiqasî berevajî bike jî guftûgoya îdeolojîk û polîtîk a li ser modernîteyê her biçe wê mezin bibe û dewam bike. Gelên Îranê modernîteya kapîtalîst ji gelên din bêhtir nas dikin û bi biryar xuya dikin ku stûyê xwe li ber wê xwar nekin. Milletperestiya Şîa ya heyî çiqasî antî-Îsraîlî, antî-Emerîkanî û antî-Rojavayîtiya sexte bike bila bike, bi awayekî demdirêj gelên Îranê wê li modernîteya li gorî xwe bigerin û ew ê nikaribe pêşiyê li vê lêgerîna wan bigire. Heta bi DYA û Îsraîlê re li hev bike jî wê nikaribe vê helwesta xwe ya bi maske veşêre.

    Di çanda Îranê de gera li heqîqetê bi hêz e. Herweha li Îranê rêûresmeke jiyana komî ya bi qasî dîrokê kevin heye. Lewma di paşeroja nêz a Îranê de heye ku em şerekî rastî yê modernîteyê bibînin. Ya rastî, Şoreşa Îslamî ya 1979’an şerekî modernîteyê bû, lê çeloxwarî kirin, ji rê derxistin. Gelên Îranê bi dersên ji vê şoreşê û demên dîrokê derxin, di paşeroja nêz de ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bi şerên modernîteyê ku karibin rê li ber serdemeke nû vekin, bibin sedema bûyerên hêjayî dîroka xwe, hêjayî dîroka Rojhilata Navîn. Ji ber vê, guftûgoyên li ser modernîteya demokratîk û ezmûnên wê yên pratîk gelekî girîng in, û rênîşaner in.

    Netewa demokratîk ji bo Îranê derman e

    Potansiyela Îranê heye her kêlî parçe û dabeş bibe, lewma dewleta netewe ji bo wê weke bombeyeke atomê ye ku di binê wê de hatiye danîn. Miletperestiya Şîa bi awayekî domdar dewletdariya netewe dijwartir dike û tevî cambaziyên wê yên modernîteyê hemûyan jî ev yek ê parçebûn û dabeşbûna Îranê ranewestîne, berevajî wê bêhtir bi lez bike. Teoriya neteweya demokratîk nexasim ji bo Îranê weke derman e ku divê rojane were bikaranîn. Çanda Îranê û gelê wê li dijî modernîteya kapîtalîst berxwedêr in, û bi tenê bi zêhniyeta neteweya demokratîk dikarin bigihîjin cîhana azadî, wekhevî û demokratîk a bi hesreta wê ne. Bi teoriya neteweya demokratîk Îran dikare reşkujî û komployên dewleta netewe yên bi hev didin şerkirin pûç bike û bigihîje aştiyeke bi rûmet.

    Di roja me ya îro de yek ji felaketên herî mezin di warê asêmayîna dewleta netewe de li ser xeta Afganistan-Pakistanê pêk tê. Herweha bi vê ve girêdayî pirsgirêka Keşmîrê jî bi temamî ji ber dewletparêziya netewe ye. Pirsgirêkên Pakistan-Hindistanê, Pakistan-Bangladeşê ji ber heman zêhniyeta milletperest pêk hatine, hê jî pêk tên. Çareserî û aştiyên dewleta netewe li gorî xwezaya wê rê li ber şer û çaresernebûnê vedikin. Ev mînakên berbiçav jî vê rastiyê têra xwe rave dikin. Li Afganistanê xwestin modelên dewleta netewe yên hem komarger, hem monarşîk, hem jî sosyalîzma pêkhatî pêk bînin. Di encamê de civakeke Afganistanê ya jihevdeketî û nikare xwe dewam bike di nava şîddeta çavkorî ya ti prensîba wê nîne û çavsorbûyî de heye. Ji bilî têgîn û teoriya neteweya demokratîk ti zêhniyet û îrade nîne ku van koman ji nû ve bi rêkûpêk bike û bigihîne azadî û jiyaneke demokratîk. Pirsgirêkên civakî heta bi awayekî zêhnî ji hev neyên derxistin, bi awayê avabûnê çareser nabin. Zêhniyeta neteweya demokratîk ji Asya Navîn heta bi Hindistanê ji bo gel û çandên gelekî cihêreng çarçoveya yekparebûnê ya herî baş pêk tîne. Jixwe gel û çandên li van mekanan tevahiya dîrokê li bin banên siyasî yên hevpar ên mîna konfederal û împaratoriyan mane, îdeal jî nebe, bi vî awayî hebûn û xweseriyên xwe karîbûne biparêzin. Milletperestî çi bi awayekî laîk û çi bi awayekî dînperestî bibe, heta zêhniyeta dewleta netewe dewam bike, bivênevê civak ê bêhtir ji hev de bikevin û li dijî hev şer bikin. Wê Îslamiyeta îddîa dikin ku gelekî pêve girêdayî ne jî weke îdeolojiyeke terorê pêşkêş dikin û bi vî awayî vê rêûresmê jî gelekî neyênî dikin. Yekîtiyên neteweyî yên demokratîk çi qasî ku ji bo Îranê, divê ewqasî ji bo van cografyayên berfireh pêşî herêmî û bi wê re di zikhev de li nava Rojhilata Navîn bêne pêkanîn. Dewletên netewe yên mîna Pakistanê ji niha ve gelekî ji hev de dikevin û alternatîfa vê ya herî di cih de projeyeke Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a li nava Rojhilata Navîn e.”

    Çavkanî: ANF