24 Adar, În - 2023
No menu items!
More

    Heyetek jinên bakurê Kurdistanê serdana başûrê Kurdistanê kir

    Di bin serokatiya Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr de heyeteke jinên  bakurê Kurdistanê ku ji endamên partiyên siyasî, akademîsyen û endamên Yekîtiya Jinên Kurd pêk tê serdana başûrê Kurdistanê kir.

    Bi pêşengiya Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr de heyeteke jinên  bakurê Kurdistanê ku ji Cîgira Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Gulistan Sincar, akademîsyen Evîn Adîn, endama Partiya Azad a Kurdistanê Zeyneb Dînçer pêk tê serdana başûrê Kurdistanê kir.

    Li gorî agahiyên hatin wergirtin wê heyet 3 rojan li Hewlêr be û piştre serdana Silêmaniyê jî bike. Tê payîn ku îro heyet serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê bike. Tê payîn ku wê di serdanê de behsa rewşa niha ya her çar parçeyên Kurdistanê, metirsiya dijmin a ser hemû gelê kurd were kirin. Her wiha wê rol û bandora jinan ya di xebata siyasî de jî were rojevê.

    Wê heyet serdana Parlamentoya Herêma Kurdistan û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê jî bike.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram