3 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    HDP’ê ji AYM’ê xwest serlêdana destwerdana li siyasetê red bike

    Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê, li dijî daxwaza  ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn der barê HDP’ê de ji AYM’ê kiribû serî li AYM’ê da û xwest ku daxwazê red bike.

    Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, ku doz girtinê li HDP’ê vekiribû, beriya çend rojan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û xwest ku beriya ku doza girtinê bê dîtin alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê tê kirin bê betalkirin û hesabên HDP’ê bên bloqekirin. Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî vê daxwaza Şahîn a ji AYM’ê îro serî li AYM’ê da.

    Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar ê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî, der barê daxwaza Şahîn a ji AYM’ê de axivî û diyar kir ku daxwaz destwerdaneke yekser a li siyasetê ye û ji AYM’ê xwest ku bêyî ku vê serlêdanê binirxîne red bike.

    Her wiha Tiryakî, ji AYM’ê dîtina doz girtina partiya wan jî taloqî piştî hilbijrtinê bike.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram