30 Mart, Perşembe - 2023

Gelo wê rageşiya leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê çawa bi dawî bibe?

Salek di ser tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê re derbas bû û her aliyek serkeftinê li ser aliyê din radigihîne. Gelo ji vê tevgerê kê zirarê dît û kê sûd wergirt?Wê çawa ev rageşî bi dawî be?

Bi rasthatina salvegera yekemîn a tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê re Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û dewletên Ewropa amadekariyên ji bo pêşkêşkirina desteka madî û leşkerî ji Ukraynayê re li dijî Rûsyayê venaşêrin. Lê Rûsyayê bi israr e bi çi berdêlî dibe bila bibe tiştê di 24′ê sibatê de dest pê kiriye temam bike.

Li hember wê jî Çîn hêdîbûna xwe diparêze û desteka xwe bi awayekî nerm ji Rûsyayê re pêşkêş dike. heta rexnekirina Rûsyayê nake û dibe ku li benda dawiya vî şerê leşkerî be, da ku derfetekê bigire û xwe wek navbeynkdar nîşan bide. Nexasim têkiliya Çînê bi hemû hêzên nakok li Ewropa, Amerîka û Rûsyayê re tên qebûlkirin. Bi wê re jî dîsa Çîn ji zêdebûna desteka leşkerî ya rojavayî ji Ukraynayê re bi fikare ku dê Rûsyayê lawaz bike. Ji ber ew û Rûsyayê di hevirkiya DYA′yê û hevalbendên wê de şirîk in.

Çavdêran da zanîn ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di destpêkirina vê tevgerê de şaştî kir û di texmîna hêza artêşa xwe de mezinahî kir û hêza Ukrayna paşguh kir. Lê tevî wê Pûtîn nikarî dest bi vî şerî nekira. Da ku Rûsya bibe hêzeke hegemon mîna DYA′yê.

′Rageşiya li ser hegemonkirina cîhanê′

Mamosteyê beşdarî Lêkolînên Rojhilata Navîn ê di zanîngeha Shanxi Dr.Sêvan Seîd ji ajansa ANHA’yê re wiha gotiye: “Sedema sereke ya vî şerî ew e ku Rûsya li pêş civata navneteweyî weke hêzekê pergal û hegemoniya xwe vegerîne. Da ku careke din piştî 30 salî ji hilweşîna Yekitiya Sovyet hêza xwe vegerîne.”

Seîd wiha domand: “Pûtîn nikarî îsal tiştên dixwest bi dest bixista. Tevî wê jî Rûsya ji cîhanê re aşkere kir ku NATO′yê êdî nikare bi ser her dewletekê de biçe.”

Seîd diyar kir ku beriya şer, dihat texmînkirin ku Rûsya erka bi navê ′operasyona taybet′ pêk bîne. Lê piştî demeke kurt ji destpêkê, NATO û cîhana rojavayî ragihand ku ev êrişa li dijî dewleteke xwedî serwerî ne rewa ye. Ji lew re şer ji texmînê dirêjtir kir. Tu kes nikare texmîn bike ku ev şer di çend meh an jî heta salan dewam bike. Dibe ku Rûsya bi awayekî beşî hin armancên xwe îsal pêk anîn, lê armanca mezin a Rûsya û Pûtîn Rûsya cihê xwe yê beriya 30 salî windakirî vegerîne.”

Çavdêran da zanîn ku Pûtîn yekitiya dewletên rojavayî û amadekariya NATO′yê ya destekdayîn ji Kêîvê re bi awayekî lez baş nenirxand. Li ser vê yekê Seîd wiha pê de çû: “Pûtîn plana NATO′yê şaş nirxand. Rûsya texmîn ir ku NATO alîkariya Ukrayna nake û li dijî vî şerê destekê nade.”

Li gorî Seîd, bi wê re jî, li gorî planên NATO′yê yên şerê demdirêj bi Rûsya û Çînê ne pêkan e di demeke nêz de bi dawî be.

Seîd wiha li gotina xwe zêde kir: “Ev vîna rojava ye ku weke hêzeke yekane ji bo kontrolkirina cîhanê bimîne. Diyar e Rûsya, Çîn û Hindistan jî piştî niha vê yekê qebûl nakin.”

′Zirara herî zêde li Ewropayê bûye′

Seîd ev tişt got: “Di vî şerî de Ewropa bi awayekî sereke zirar dît. Êdî wergirtina enerjî û xwarinê bi du qatî ji berê zehmetir e. Qedexeya li dijî Rûsyayê hatiye ferzkirin bi hevrûkirina qedexeya li dijî Ewropayê xwedî zirareke kêm e. Li gel Rûsya Çîn heye ku bazirganiyê pê re bike. Çîn bi 3 qatî ji Ewropa mezintir e. Lê di rastiyê de pêdiviya Ewropa bi enerjiya gaza Rûsya û petrola wê heye. Lê pêdiviya Rûsya ji kel û pelên rojavayî re kêm e.”

Li ser sedemên girîngiya rojava bi Ukraynayê Seîd ev tişt anî ziman: “Pêkan e ev pirsa mentiqî were kirin, gelo çima dewletên rojava doza Ukrayna ewqas girîng dibînin? Dibe ku ne zehmet be NATO ji bo şerekî li dijî Rûsya û piştre Çînê pêk bîne, êrişa Rûsya li dijî Ukrayna hincet bigire. Ne tenê girîngî ji bo Ukraynayê ye. Di rastiyê de destek û parastina Ukraynayê weke bihaneya pêkanîna vî şerî tê bikaranîn. Careke din dixwazim bêjim ev şer di demeke nêz de bi dawî nabe.”

′Di dawiyê de dê dan û standin ji alî Çînê ve bên kirin′

Li ser xwezaya têkiliya Rûsya-Çînê Sedî ev tişt anî ziman: “Hîna Çîn di navbera NATO û Rûsyayê de yekalî xuya dike. Lê di rastiyê de Çîn dixwaze desteka Rûsyayê bike. Ev destek jî dihêle Rûsya di vî şerî de heta niha serkeftî be. Hêza nerm a Çînê û alîkariya Rûsyayê di vî şerî de hişt ku DYA′yê bi hêrs be. Ji lew re Amerîka dixwaze Çînê ji bo destwerdana yekser û jidestdayîna yekalîbûna xwe şantaj bike. Lê Çîn bi arman û hêdî nêz dibe û desteka Rûsyayê dike. Lê di vê qonaxê de ji bo Rûsyayê ev yek baş e.”

Sêvan Seîd wiha dawî li gotina xwe anî: “Her du alî (NATO û Rûsya)  li gel wan hewlên cidî hene da ku yek ji wan radestî yê din bibe. Rûsya dixwaze cihê xwe yê layiq di civata navneteweyî de careke din wergire. NATO dixwaze Amerîka û Rojava weke hêzeke mezin bê hevrik bimîne, mîna ji dema hilweşîna Yekitiya Sovyet ve. Lê di pêşeroja dûr de dê em ê vegera li maseya dan û standina bibînin û ez texmîn dikin ku dê Çîn bibe lîstona bingehîn ya çareserkirina krîzê.”

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram