29 Mijdar, Sêşem - 2022
No menu items!
More

    ‘Ew ê timî gul bimînin’

    Romana Nobedarê Gulên Kobanê ya nivîskar Mizgîn Ronak a ji 184 rûpelan pêk tê û ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin, dilê mirov ber bi kaniya têkoşînê vedike. Bi dev, hest û tevgerên dînekî rastiya berxwedana li Kobanê hatiye dayîn, radixe pêş çavan. Bi devê dînekî ji bo têkoşerên azadiyê wiha tê gotin: “Çavên wan wek tîrêjên rojê ne. Lêvên wan wek deşta bê av qelişîne lê dilê wan wek avê geş e.” Dînoyê me dîsa dibêje: “Dîno me dilhêko me.”

    Bi ravekirina bûyer û têkoşîna bi devê Dîno şêwazeke cuda derketiye holê. Dibe ku ev şêwaz li cîhanê ji aliyê hinek nivîskarên din ve jî hatibe bikaranîn lê cara ewil ez di romana Mizgîn Ronak a bi navê Nobedarê Gulên Kobanê li vê şêwazê rast hatim. Loma rasthatina vê şêwazê hem tameke cuda da min hem jî bandoreke mezin li min kir. Her wiha wêneyên li dû pirtûkê yên Kobanê jî.

    Rastiya di navbera sînoran de

    Gelek tiştên di romana Nobedarê Gulên Kobanê de bandorê li ser ruh, beden, hiş û derûniya xwîner bikin, hene. Yek ji van rastiyan li ser sînorên çar aliyên Kurdistanê ye. Gelê kurd her tim bi hesreta li ser sînoran jiyaye. Di vê romanê de jî mirov wê hesretê ji kûr de hîs dike. Dîno tim qala birayê xwe yê çûye Bakur dike û bêyî wî bibîne dibe cangoriyê Kobanê. Ji aliyekî ve jî germahiya di navbera sînoran de balê dikişîne. Bi vê hevoka di romanê de ev germahî di dil de dişitele: “Zinar ne ji Kobanê bû, ji Mahabadê bû lê aşiqê Kobanê bû.” Bi vê hevokê sînorên ji aliyê dagirkeran ve hatine xêzkirin, hildiweşin. Wekî di romana Nobedarê Gulên Kobanê de di romana Sînor a Menaf Osman de jî rastiya sînoran li ber çavan ji nû ve zindî dibe. Bi vê gotinê ve girêdayî em cih bidin vê hevoka di berhema Mizgîn Ronak de: ”Wele ez neçûm, ez ê herim ber sînor û biyokan di ser têlan re biavêjim aliyê Bakur û hew…”

    Dilsoziya têkoşerên azadiyê 

    Di romana Nobedarê Gulên Kobanê de dilsoziya di navbera têkoşerên azadiyê de bi hinek hevokan gelek xweş hatiye ravekirin. Ev jî mîna dersekê ye. Bîr û baweriyê jî bi pêş dixe. Yek ji van hevokan wiha ye: ”Va ye, nan û penîrê min jî danîne ber serê min…çi însanên ecêb in, dema ku gule tên, xwe pev re diavêjin pêşiya hev lê dema nan û xwarinê, ji hev re dihêlin. Êvarê du hêkên me hebûn, wê got ‘ez naxwim’, wî got ‘ez jê hez nakim’ dawiyê bi zorê bi min dan xwarin. Derew dikirin, hemiyan jî jê hez dikirin lê ji bo ku hindik bûn ji hev re hiştin.” Ev hevok li dijî bêarbûn û bêxemiyê mîna derseke giranbûha ye.

    Êrîşa li dijî rûmeta gelê kurd

    Di vê romanê de xaleke din a girîng êrîşa li dijî rûmeta gelê kurd a li çar aliyên Kurdistanê ye. Ravekirina vê xalê ya di nivîsên xwe de gelekî girîng e. Li bakurê Kurdistanê jî dewletê gelek caran êrîş biriye ser gorên cangoriyên azadiyê. Hestiyên wan di bin peyarêyan de veşartiye. Gotina Dîno ya, “Kevirên mezelan û kulîlk şikandin. Qey ev çete neyarên menzel û kevirên wan in jî?” Êrîşa li dijî rûmeta gelê kurd dîsa dixe bîra mirov. Her wiha têkoşîna li dijî vê êrîşê tê dayin jî.

     Parastina hafizaya civakî

    Dibe ku min berê jî gelek caran behsa parastina hafizaya civakî kiribe lê ez ê dîsa qal bikim. Ji ber ku parastina hafizaya civakî bingeha parastina nasnameyê ye. Rengê hafizaya civakî bi pênûsa Mizgîn Ronak jî daye der. Dîsa bi devê Dîno hatiye gotin: ”Ez bi dûrbîna xwe dibînim. Ew mal pir xweş bû. Şahmaran li dîwarê wê daliqandibûn û xalîçeyên bi xezal û pezkovî. Şîn, sor, zer, spî, mor. Her tim dengê dengbêjan ji wê malê dihat û Mihemed Şêxo timî li wê malê kilam digotin.” Şahmaran, xalîçeyên nexşandî, dengê dengbêjan, hîmên çandeke kevnar û dewlemend in. Loma lorandina kilamên dengbêjiyê ya di guhê zarokan de mîna zêrê di nav zîv de ye. Ji bo em tevşê xwe bi serê xwe nexeritînin, xwedîderketina li nirxên hafizaya civakî hêja ye. Ka em ji ser van sê hevokên di romanê de cih digirin jî behs bikin: ”Nanê tenûran jî ji yên firinan xweştir in. Bêhna wî, tehma wî. Wekî ku bêhna dayikan û ya tenûrê tevlîhev dibin.” Piştî min ev sê hevok xwendin dîsa hat bîra min ku yek ji bêhna herî zêde jê hez dikim, bêhna nanê tenûrê ye. Jixwe pesnê bêhna dayikan mirov çiqas bide jî têrê nake.

    Êrîşên di bin navê olê de

    Gelek caran di bin navê olê de êrîşên mezin li ser kurdan hatine kirin. DAIŞ’ê jî di bin navê olê de êrîşî kurdan kir û heta gotin, “Em ê nimêja xwe ya cejnê li Kobanê bikin.” Axirê miradê wan di qirika wan de ma. Bi vê hevoka di romanê de cih digire êrîşa di bin navê olê de li kurdan tê kirin, rave dike: ”Çawa kuro? Çimkî ew bi xwînê destmêj digirin, loma jî ew bêdestmêj in. Xwîn ji her derê wan tê, bi xwînê teharetê digirin, ma mirov bi xwînê destmêj digire û pak dibe?” Mizgîn Ronak di romana xwe de hevokên xwe bi hostetî honandiye û bal kişandiye ser gelek rastiyên qewimîne. Rastiya xweşikbûna Kobanê jî bi van hevokan wiha rave dike: ”Em Kobanê ne dilo, Kobana gulan û nexşên nazbalîfan û xezalên li xalîçeyên dîwaran. Em Kobana fîncana qehweyê ne dilo, kes nikare qehweya me vexwe. Kobanê qehweya Kurdistanê ye! Çi xweş e dilo! Kobanê qehwe ye lê di qirika wan de bimîne!”

    Têgeh û nirxên kurdewarî

    Car caran hunera gotinê û îroniyê jî reng daye honandina bûyerê ya di vê romanê de. Rengê têkoşîna jinê jî hêvî afirandiye. Em anîna ziman a bilûrê ya têgeheke kurdewarî û bi van hevokan hatiye honandin jî ji bîr nekin: ”Xem nîne bila top û gule bibarin, tu dê ji rika wan ve li bilûrê bixî, em ê jî guhdar bikin. Çimkî tu bilûrvanê şer û cengê yî, ne yê dawet û seyranan.” Hevoka,”Helbest dixwendin lê nizanim helbestên Şêrko Bêkes an ên Feqiyê Teyran?” Têgeh û nirxên kurdewarî yên di vê berhemê de cih digirin di heman demê de dibin moralekî baş.

    ‘Min ji toza li ser gulan jî hez kir’

    Ji gulan gelekî hez dikim. Ji bêhna wan jî. Bi xwendina berhema Nobedarê Gulên Kobanê min ji toza li ser gulan jî hez kir. Toza bi mendîla di destên Dîno de dihat paqijkirin. Her wiha ji van hevokan jî, ”Berê min tenê bêhn dikir. Lê niha ez bi dilê wan, zimanê wan, dîrok û pêşengê wan dizanim. Mesele ew gul in û ew ê timî gul bimînin, tu car xiyanetê li xwe û koka xwe nakin.”