10 Haziran, Cumartesi - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Dostên HUDA-PAR’ê vê carê jî park û bexçeyan li jinan qedexe kirin

Li Afganistanê, Talîban polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinan didomîne û park û bexçeyên li paytext Kabûlê li jinan qedexe kir.

Talîban ku di sala 2021’an de bi lihevkirineke bi Amerîkayê re rêveberiya Afganistanê kir destê xwe, dijminatiya xwe li jinên afgan didomîne. Di vê çarçoveyê de Talîbanê destpêka hefteyê ferman da berpirsyarên park û bexçeyan ku deriyên xwe li jinan bigirin.

Heta niha ji bo ku jin û mêr li park û baxçeyan li hev rast neyên, ji bo jinan saeteke cuda û ji bo mêran jî saeteke cuda diyar kiribû. Berdevkê Wezareta “Teşwîqkirina Dilpakiyê û Pêşîgirtina li Nebaşiyê” Mûhammed Akîf Sadik Mûhacîr, der barê mijarê de ji AFP’ê re axivî û got ku li gelek deveran pîvan hatin binpêkirin û ji ber vê yekê biryareke bi vî rengî hatiye dayîn.

Tevî vê rewşê jî di meha cotmehê de HUDA-PAR’ê bi hinceta konferansekê berdevkê Talîbanê li Amedê pêşwazî kiribû û li dijî Xeta Sêyemîn a Tevgera Azadiyê ya Kurdan bi piştgiriya desthilata AKP-MHP’ê fikr û nêrînên Talîbanê bi kurdan bide qebûlkirin. Ji bo vê jî di tevahiya konferansê de peznê Talîbanê û zihniyeta wê hatibû dayîn.

Piştî şerê 20 salan yekîneyên Amerîkayê xwe ji Afganistanê vekişandin û di tebaxa 2021’an de Talîban li Afganstanê bû desthilatdar. Rewşa jinan a li Afganistanê ku nebaş bû bi Talîbanê re ji aliyê azadiyê ve hîn nebaştir bû.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram