29 Çile, Yekşem - 2023
No menu items!
More

    Di warê zeman û mekan de fikirandineke civaknasî: Pisîk û Kûçik!

    Veysî Bîçen

    Belê…Di fikirandina civaknasî de em ê weke mijar pisîk û kuçik bigirin dest. Dibe ku hûn bibêjin “Ev civaknasiyeke çawa ye? Xwedê mala me xira neke, me çu pisîk û kuçik jî bi civaknasî ve girêda!” lê mixabin…piştî ku pisîk û kuçik hatin xwedîkirin pê ve êdî ew jî daxilî nava jiyan û civaka (me) însanan bûn. Tenê ne ji bo pisîk û kuçik heman tişt ji bo hemû ajalên kedîkirî jî derbasdar e. Di vî milî de gelek mînak hene lê ji bo ku mijar baş were fikirîn mînaka ajalên ‘ga û ker ‘guncav e ku em li ser rawestin û bi lêhurbûna wan em dest pê bikin.

    Der heqê vê mijarê de birêz Davut Akgul di berhema xwe ya bi navê “Felsefenin Doğuşu ve Yayılışı” de balê dikişînê ser ga û ker. Li gorî wî, rol û rist û keda ku di karê cotkarî û hilberînê de, ga û keran  leyîstine, li ser raman û fikirandina felsefeyê jî bandoreke erênî çêkiriye. Ango ajalên kedîkirî ne bi tenê li ser civaknasiya me li ser çand, wêje, huner, zanist, raman û felsefeya me jî bandorên xwe hene. Bê guman ajalên wiha ku teşe dane jiyana civakî û alîkariya pêş xistina fikir kirine pir in. Mînak yek ji wan jî hesp e ku hêjayî gotinê ye. Her çiqas ku di sedsala dawî de qedr û qîmeta hespan li gorî demên kevnar kêm bû be jî lê belê hê jî parçeyekî jiyana mirov û civakê ne. Însan û hespan êdî têkiliyeke wisa çêkirine ku vê yekê rewşa “kedîkirinê” derbas kiriye. Ango têkiliya di navbera însan û hespan de êdî ji kedî kirine bêtir “zewac” e û bi hev re zewicîne! Jixwe ji ber vê yekê li gelek cihan û di devokan de jî ji hespan re dibêjin “yar”. Hesp xwediyê rêwîtiyê ye! Senteza jiyana xwezayî ye, çiyayî ye, gundewariyê ye, bejayî ye, bajarî ye! Heta sedsala dawî di hunera şer de jî roleke gelek mezin leyîstiye… Ajalên weke kevok û qijûlk jî taybetmendiyên wan ên yareniyê hene.

    Rengê xwe dane jiyanê

    Di ola mîthraîzmê de cihê qijêlk ê taybet heye, li gorî baweriya mîtraîzmê qijêlk ajala ku fermanên îlahî, ji rojê distînê û radigihînê mîthrayê, ango yareniyeke kozmîk lê hatiye barkirin.û hwd. Her ajalên ku hatine kedîkirin reng berê xwe dane jiyanê û jiyan bi xwe re guherandine xistine formeke nû. Bivê nevê ev yek li ser jiyan û fikrandina însan jî bandor kiriye. Pirî caran bextewariya însan jî bi xwe re aniye, aliyekî wan ajalan bextewariya jiyana ruhî ye ku însan pirî caran qîmeta wê nizanê. Di vê hêlê de mirov dikarê gelek tiştan jî bibêje. Hema hema hemû ajalên kedîkirî ku di jiyana ciwakê de cihê xwe girtine bûne mijara zanist û zanyaran jî. Bi qasî dîroka însanan a ajalên kedîkirî jî hêjayi lêkolînan hatiye dîtin û zanyaran serê xwe pêre êşandine. Di vê çarçoveyê de pisîk û kuçik jî hêjayî nîqaş û daneyên zanistî hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin. Hem li gorî çand û hafizaya civakî hem jî li gorî zanistê dostaniya însan û kuçikan ji beriya 15 hezar sal û vir ve dest pê kiriye û kuçik weke ajala yekem hatiye kedîkirin, pejirandin.Tişta gelemperî tê qebûlkirin ev e. Lê li gorî hin zanyaran ji ne kuçik herî pêşî pisîk hatiye kedîkirin.

    Der heqê vê mijarê de daxuyaniya zanyarên zanîngeha Oxfordê Prof. David Macdonald û Charles Driscal daneyên ku di sala 2007’de bi raya giştî re parvekirine, tişta ku tê zanîn e. Prof. Mcdonald û Driscal, di encama lêkolîna ku li ser genetîka pisîkan kirine, pê derxistine ku ajala herî ewil ku hatiye kedîkirin û bi însan re dostanî kiriye ne kuçik e, pisîk e. Prof. Mcdonald û Driscal dibêje ku mixabin berovajî kedîkirina kuçik a ewil kedîkirina pisîkan e û dostaniya pisîkê beriya ya kuçikan e û ev jî di navbera 10 û 130 hezar salan de pêk hatiye. Li gorî daneyên DNA’yê jî pisîka herî ewil ku hatiye kedîkirin li erdnîgariya Kevana Zêrîn (Mezopotamya) pêk hatiye û ji vir jî belavî cîhanê bûye. (UDKK.SYF 323. M.Sait Yıldırım)

    Sadiqbûna kûçik û pisîkan a mal û însanan

    Bê guman armanca me ne ew e ku em ked û daneyên zanyarên Oxfordê û zanista wan vala derxînin. Dibe ku ya rast jî pisîk be lê dema ku miraov encamên ku hatine weşandin bi çavê civaknasiyê lê mêze dike nakokî derdikeve pêş me. Ango encamên wan li gorî sosyolojiyê nîn in. Bersiva xwe di dîrok, çand û civakî de nabîne. Elbet şert û mercên me yên ku em di warê zanistî de tahlîlan, genetîkan lêkolîn bikin, DNA’yan bişopînin jî nîn in. Lê belê şanşekî me heye û em pê dizanin ku her tişt di paşila civaka dîrokê de veşartî ye. Bi ve bîr û baweriyê em dikarin di warê zeman–mekan-sosyolojiyê de vê xalê bişopînin û fikreke maqûl derxînin pêş. Neynika me hêza civaka dîroki ye. Ji xwe daneyên DNA’yê jî kedîkirina pisîkê ji Kevana Zêrîn dide destpêkirin. Wî wextî em ê jî li gorî çand û dîroka Kevana Zêrîn terzê lêhurbûna xwe pêş bixînin. Em ê ji civak û dîrokê bipirsin gelo ka pisîk an kuçik? Hê hevoka pêşiyên me wiha dibêje: ”kuçik sadiqê însan e, pisîk sadiqê malê ye!”

    Di qifleya me yê bersivê de du têgehên esasî derdikevin peş. Yek jê”zeman”e yek jî “mekan” e! Mekan bê tevger, statîk û mayînde ye. Zeman herikbar û bi tevger e. Mal mekan e, însan zeman e! Pisîk sadiqê mekan e, kuçik sadiqê zeman e. Di navbera zeman û mekan de însan heye. Sedaqet, ji vir derdikeve! Qada jiyana kuçik zeman e ya pisîkê mekan e. İnsan li her du qada ye . Hem li mekan e, hem li zeman e. Li gel ku xwedî mekan e, mîna zeman herikbar e… Lê kuçik û pisîk hem li zeman û hem li mekan nîn in. Piştî ku hatin kedîkirin û pê ve yek li mekan e yek li zeman e…

    Kedîkirina zeman û mekan

    Kuçik kedîkirina zemana însan e; pisîk kedîkirina mekana însan e! Ango tişka ku tê kedîkirin ne kuçik û pisîk in! Zeman û mekana însan e. Kedîkirina zeman û mekana însan di kedîkirina kuçik û pisîkê de (veşartî ye) şênber dibe û teşe digire. Em dibêjin qey tişta ku hatiye kedîkirin kuçik û pisîk in. Na! Zeman û mekane tê kedîkirin. Kuçik û pisîk sembola kedîkirina zeman û mekana însan in. Di sedaqeta li hember însan de kuçik zeman, pisîk mekan sembolîze dikê. Kedîkirina kuçik tê wateya ku însan zemanê xwe terbiye kiriye, kedî kiriye, ruhê zemanê xwe temsîl kiriye. Kedîkirina pisîkê jî tê wateya ku însan mekanê xwe ava kiriye, jiyana xwe sazûman kiriye çand û pergala xwe daye rûniştandin.Tişta ku em ji vê mijarê derdixin û fêm dikin ev e ku kuçik dîrok û sembola civaka rewend (göçebe) a qilan û qabîleyan nîşan dide, pisîk sazûmaniya civakê nîşan dide. Êdî em careke din pirs bikin: Gelo însan kengî mala xwe kedî kirî ye? Beyî kû mal hebe gelo gengaz e ku pisîk were kedîkirin? Ji ber ku pisîk ajala mekan e, kuçik ajala zeman e. Gelo gengaz ku di behsa zeman de pisîk bi însan re rêvîtî kiribe û jê re bûbe dest?

    Di çanda jiyana nêçîrvanî û berhevkariye de jî kesî nedîtiye û ne bihîstiye ku pisîk daye dû însan jixwe di civaka qilan de xaniyên, konên mayînde jî nîn in. Hem berhevkarî hem nêçîrî civaka rewand e. Li gel zor zahmetiyên jiyana xwezayî û civaka qilan û qebîleyan, ji bo parastina debara însan hewceyî ew qas bi kedîkirina pisîkê jî nin e. Di dema civakên qabîle û eşîran de jî nêçîrî berhevkarî çanda serwer e. Jixwe di dema neolîtîkê de wekî çanda serwer nêçîrî, berhevkarî, cotkarî, zeneatkarî û hwd heye lê hewceyî ew qas bi pisîkê çênebû ye û li ser pisîkê wêjeyên mîtolojîk nehatine gotin. Ligel ku di jiyana neolîtîkê( mekan-mal û milk heye ) bi qasî ku hewceyî bi kuçik heye, bi pisîkê nebûye. Lê di hemû demên jiyana însan de pêdivî bi kedîkirina kuçik çêbûye. Mala însan hebe nebe jî kuçik jê re lazim bûye. Di hemû çand û qada jiyana însan a qilan û qebîleyan de kuçik bi însan re hevaltî, nobedariya konê însan kiriye, pê re rêwîtî kiriye, nêçîr kiriye, canê însan parastiye. Ango wateyeke  wê, armanceke wê heye. Însanê reben di wan şertên zehmet de ku encax zikê xwe têr bike, debara xwe pêk bîne… îca karê wî nîne ku herê bi kedîkirina pisîkê re jî mijûl bibe û zikê wê jî têr bike?

    Girêdana kûçk û pisîkan

    Li rexmê vê, sedaqeta pisîk û kuçik jî ne wekî hev in. Dawiya dawî de sedaqeta her du ajalan jî, ji însan re ye. Ne ku em cudahiyê dixin navbera wan lê belê ferqa wan radixin ber çavan. Kuçik rasterast sedaqeta însan dike, pisîk sedaqeta mal û milkê însan dike ferqa wan ev e! Pisîk xwediyê xwe ji bîr dike lê xaniyê xwediyê xwe qet ji bîr nake. Tê gotin ku pisîk çiqas dûrî malê bikevejî dê dîsa riya xwe bibîne û vegere malê ew qasî bi malê ve girêdayiye. Tenê ne li gund û bajaran li zozanan jî wisa ye. Zozan konê xwe kom dikin diçin, pisîk xîret nake bide du wan lê erazî jî bernade li benda vegera wan dimîne. Mal nîn e, kon nîn e eraziyê ji xwe re mesken digire. Lê kuçik ne wisa ye mala xwediyê xwe ji bîr dike lê tu car xwediyê xwe ji bîr nake, xwediyê wî li ku be kuçik jî li wir e.

    Tu eleqeya kuçik bi xaniyê xwediyê xwe re nîn e, tenê xanî ji der ve ve dişopînê û nobedariya wî dike. Mîna pisîkê nava xanî ew qas meraq nake. Di nava xanî de pisîk weke ferdekî malê tevdigere, kes ku nizanibe dê bibeje qey xanî pisîkê ava kiriye. Rast e rast ji xwediyê xwe re dibêje, “ez şirîkê xaniyê te, mal u milkê te me!” Ango têra xwe jî heye qure û madiyatçihez e jî. Maddiyatheziya pisîkê jî ji esl û ji xusleta wî û mekan tê. Ango ji eslê ”madde” ye! Mîna zeman û enerjiyê ne herikbar e. Xusleta mekan in. Mîna maddeyê teşe digire. Her çiqas sedaqetek pisîkê hebe jî ew tu carî îradeya xwe teslîmî kesî nake, nexasim di malê de tu kes nikarê jê re bibêje siya te xwar e. Lê kuçik ne wisa ye. Sedaqeta wî bi malê ve ne sînordar e. Xizmetkar e û hedê xwe dizane, tevahî îradeya xwe teslîmî xwediyê xwe dike û xwe li ser dide kuştinê. Li gorî kuçik pisîk ew qas fedayî jî nîn e, nepoxek di nava malê de biteqe herî ewil dê pisîk bireve. Ew qas jî tirsonek e.

    Îca di rewşeke wiha de ne gengaz e ku pisîk beriya kuçik hatibe kedîkirin. Bi van gotinên xwe em çiqas dikarin zanyarên zanîngeha Oxford’ ê qanih bikin ne diyar e. Li gorî me daneyên wan ên zanistî li gorî sosyolojiyê nîn e û cihê xwe nagire. Êdî maqûliyeta parvekirinên xwe, em ji xwendekaran û ji zanyarên zanîngeha Oxfordê re dihêlin. Bi hêviya ku me xeletiya wan bi wan dabe fêmkirin…

    Girtîgeha Hejmara 2 ya Tîpa F a Kandirayê