10 Sibat, În - 2023
No menu items!
More

    DFG: Rastî heqîqet in, diêşînin, kes nikare pêşiya rastiyan bigire

    DFG’ya ku bersiva walîtiya Rihayê ya îdia kir ku rojnameger ji ber “qertên çapemeniyê yên sexte” bikaranîne hatine binçavkirin da û wiha got: “Esas kesên bêûsûliyê dikin walîtî û polîsên bi hinceta Rewşa Awarte nehiştin rojnameger bixebitin in.”

    Bi Rewşa Awarte (OHAL) a desthilatê piştî erdehejên li Dîlok û Mereşê çêbûn îlan kir, xebatên rojnamegeran  ên li qadan tên astengkirin. Komeleya Rojnamegerên a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî astengkirina rojnamegeran daxuyanî da. DFG’ê bersiva daxuyaniya walîtiya Rihayê ya têkildarî rojnamegerên hatin binçavkirin da, destnîşan kir ku rojnameger dê di her şert û mercan de karên xwe bidomînin.

    Walî bixwe bêusiliyan dike

    Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Erdhejgerên ji kêliya pêşî ve çûn bajarên ku ji erdhejê bandor bûne û tiştên qewimîne ji rayagiştî re radigihînin bi hinceta OHAL’a hatiye îlankirin tên astengkirin û binçavkirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mahmût Altintaş û nûçegihana JINNEWS’ê Sema Çaglak ku du li navçeya Bêrecûk a Rihayê kavil dikişandin hatin binçavkirin. Li Amedê jî Mehmet Guleş û kesê dilxwaz ê ku pê re hevpeyvîn dikir hatin binçavkirin. Îcraeta pêşîn a desthilatê ku qaşo ji bo mexdûrên erdhejê OHAL îlan kir bû astengkirina rojnamegeran. Walîtiyê jî ji bo kesên li Rihayê hatin binçavkirin, ragihand ku ji ber ‘qertê çapemeniyê yê sexte’ bikaranîne hatine binçavkirin. Divê careke din bê diyarkirin ku ne walîtî ne jî Serokatiya Ragihandinê nikare biryarê bide ka kî rojnameger e. Esas kesên bêûsûliyê dikin walîtî û polîsên bi hinceta Rewşa Awarte nehiştin rojnameger bixebitin in. Em ê di her şert mercan de bixebitin û heqîqetê derxînin holê. Tu biryar û astengkirin nikare pêşiyê li ber pîşeya me bigire. Ji bo parastina mafê agahîgirtinê yê gel em ê li qadan bin.”

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram