13 Nîsan, Pêncşem - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin

Dayikên Şemiyê giliyê polîsên ku tevî biryara binpêkirinê ya AYM’ê êrişî daxuyaniya wan a xwestin li Qada Galatasarayê bikin, kirin.

Dayikên Şemiyê ji hefteya 700’î vir ve nikarin biçin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Dayikên Şemiyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn û AYM’ê têkildarî dorpêça polîsan a li Qadê û astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê biryara “binpêkirina maf” dabû. Li ser vê biryarê Dayikên Şemiyê di 8’ê Nîsanê de çûn Qada Galatasarayê û xwest çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan tevî biryarê êrişî Dayikên Şemiyê kiribûn û 15 kes binçavkiribûn. Dayikên Şemiyê derbarê polîsên êrişî wan kirin û ew binçavkirin de serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dan û giliyê wan kirin. Dayikan piştî giliyê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, Dayikên Şemiyê û parêzer tev li bûn.

Di civîna ku pankarta “Li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevbigerin, Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re vekin” hate daliqandin de Gulseren Yolerî axivî. Yolerî, biryara AYM’ê bi bîr xist û wiha got: “Dema me di 30’ê adarê de bi daxwaza bicihanîna biryara Dadgeha Destûra Bingehîn serî li Qeymeqamtiya Beyoglûyê da, em hîn bûn ku ev biryar ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve ji wan re hatiye ragihandin û ji aliyê wan ve jî ji Miduriyeta Polîsan a Stenbolê re hatiye şandin. Piştî serlêdana me ya ku me ragihand em ê hevdîtinên xwe yên Şemiyê bidomînin, di 8’ê nîsanê de ji bo hefteya 941’emîn a hevdîtina xwe em çûn Qada Galatasarayê. Tevî ku me biryara AYM’ê bi bîr xist jî polîsan em astengkirin û binçavkirin. Ev yek jî nîşan dide ku biryarên daraz û hiqûqê tune dihesibînin û biryarên AYM’ê bin pê dikin.”

Bila pêkanîna keyfî bê bidawîkirin

Yolerî, bi bîr xist ku têkildarî êriş û binçavkirinan de giliyê polîsan kirin û wiha berdewam kir: “Me xwest ku kesê fermana mudaxileyê da û polîsên li gorî vê biryarê tevgeriyan û astengkirin û binçavkirin bên tespîtkirin û derbarê wan de ji xalên 94, 109 û 257 ên TCK’ê doza cemaweriyê bê vekirin. Em îro ji vir careke din bang dikin; em ê lêgerîna windakiriyên xwe, daxwaza edaletê, gotina heqîqetê bidomînin. Em dest ji Galatasarayê ku cihê me yên hevdîtina bi windakiriyên me re ye bernedin. Li gorî hiqûqê û Dadgeha Destûra Bingehîn tevbigerin, qedexeyên xwe yên keyfî bi dawî bikin û dorpêça li Qada Galatasarayê rakin.”

Bêîtîatıya sivîla rewa

Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a pişt re axivî jî destnîşan kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê “çalakiyeke bêîtîatiya sivîl a rewa ye” û wiha got: “Serokwezîrê berê bi dayikan re civîn kir û soz da. Em li heman cihî ne yên guherîn ew bi xwe ne. Tişteke tirsnak e ku polîs bi ser AYM’ê de ye. Divê hemû civak lêpirsîna vê bike. Divê hemû beşên civakê vê berbiçav bigirin û hejmara li qadê em zêde bikin.”

Dayika Mûrat Yildiz ê di bin çavan de hate windakirin, Hanîfe Yildiz jî ev tişt gotin: “Min kurê xwe bi destê xwe bir qereqolê. Ez ê li her derê li wî bigerim. Mafê ku AYM’ê nas kiriye em bi kesê nadin binpêkirin. Heke ew biryarê nas nekin, ez jî wan nas nakim. Em ê dest ji doza xwe bernedin.”

Wê Şopdarên Pêvajoyê Bibin

Parêzer Jiyan Kaya ku herî dawî axivî jî anî izman ku wê şopdarên pêvajoyê bin û da zanîn ku wê giliyê qeymeqamtiyê jî bikin.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram