Li Êlihê, careke din êrîşeke destdirêjiya li zarokan a cerdevanan derket holê. Li gorî nûçeya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fethî Balaman, li gundê Newalê yê navçeya Qubîn a Êlihê, cerdevanê bi navê Ahmet Sevîm ê 54 salî, li Rihayê zarokeke 14 salî bi pereyan desteser kiriye û ew li xwe mehr kiriye.
Li gorî nûçeyê, cerdevan Sevîm piştî li Rihayê navbeynkar dîtine bi rêya wan çûye cem malbata zarokê û hin pere daye malbatê û zarokê aniye mala xwe ya li Êlihê. Sevîm, piştî ku zarokê aniye Êlihê xwestiye dawetê bike lê ji ber ku gundî li dijî vê yekê derdikevin dest ji dawetê berdide û zarokê di malê de digire û nahêle bi kesî re hevdîtin bike.
Têkiliya keyayê gund ku birayê Sevîm e jî di bûyerê de heye. Gundî dixwazin ev kesên ku sûc kirine bê darizandin. Li bertekên gundiyan Sevîm ji derdora xwe re gotiye ku dewlet li pişta wî ye û kes nikare tiştekî jê bike.