31 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan bi heyeta CPT’yê re hevdîtin nekiriye

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li gorî agahiyên wan ji wan re hatine muwekîlê wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di serdana CPT’yê ya di îlona 2022’yan de derneketiye hevdîtinê.

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê tecrîda girankirî û agahînegirtinê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Buroyê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku agahî ji wan re hatiye ku muwekîlê wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di serdana CPT’yê ya di îlona 2022’yan de derneketiye hevdîtinê. Her wiha Buroyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser şert û mercên li Girava Îmraliyê û diyar kir ku miwekîlên wan têde tên ragirtin li dijî mewzûatên navneteweyî ne û tevî hemû serlêdanên ji bo van binpêkirinan jî tu mafên qanûnî yên miwekîlên wan nehatine bicihanîn.

    Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi tevahî wiha ye:

    “Mûwekîlê me Rêzdar Abdullah Ocalan ji sibata 1999an heta niha, mûwekîlên me yên dinRêzdar Hamîlî Yildirim, Rêzdar Omer Hayrî Konar û Rêzdar Veysî Aktaş jî ji adara 2015’an heta niha di Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlekariya Bilind de, ku girtîgeheke di nava giravê de ye tên girtin. Şert û mercên girtina wan a ku li wê derê li ser wan tê ferzkirin derveyî mewzûata neteweyî ye û nikarin sûdê ji tu mafên xwe yên bingehîn wergirin.

    Ligel ku derbarê vê mijarê de gelek caran ji aliyê me ve serlêdan û gilî hatine kirin mafên zagonî nehatine pêkanîn. Têkiliya fizîkî ya herî dawiyê ya ku bi wan re hatiye danîn, hevdîtina malbatê ya 3ê adara 2020an e. Ji wê rojê heta niha destûr nehatiye dayîn ku têkiliyeke fizîkî pêk bê. Ancax salekê piştî vê hevdîtinê, di encama spartina şert û mercên awarte, di 25ê adara 2021ande tenê ji bo carekê derfet hatine sazkirin ku bi riya telefonê hevdîtinê pêk bînin. Mûwekîlên me Rêzdar Omer Hayrî Konar û Rêzdar Veysi Aktaş bi armanca protestokirina rewşa tecrîda li ser xwe derneketine hevdîtina bi riya telefonê. Hevdîtina Rêzdar Ocalan jî ya ku bi birayê xwe re pêk anî di niviyê de hatiye birin û hatiye bi dawîkirin. Piştî vê rewşa têkilîdayîna bipirsgirêk xwegihandina tu agahiyên ku hatine teyîtkirin pêkan nebûye.

    Piştî vê hevdîtina ku me behsa wê kirî, va ye 20 meh e mûwekîlên me bi awayekî bitevahî ji cihana derve hatine qutkirin, di şert û mercên bêdanûstendineke teqez de tên girtin. Ev yek çawa ku li dijraberî nirxên hiqûqî yên navneteweyî û mewzuta neteweyî ye, di heman demê de tê wateya êşkence û kiryarên xirab. Bi armanca ku em balê bikişînin ser encamên heyî yên vê kiryarê yan jî encamên dibe ku rû bidin û ji bo telafîkirina wê, di nava vê demê de li gel ku gelek hewldanên me çêbûne jî mixabin pêkan nebûye ku encamek bê girtin.

    Mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî bêbandor in

    Ji aliyê me ve, serlêdanên ji bo Saziya Venihêr a Giştî, Lijneya Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Miletî ya Mezin a Tirkiyeyê, Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê, Wezareta Dadê û şaxên wê yên têkildar ên ku mekanîzmayên zagonî yên venihêrîn û lêkolînê ne û gelek saziyên civakî yên sivîl pêk hatine. Herwiha, serlêdanên me ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û yekeyên wan ên jêr ên ku li dijî êşkenceyê hatine sazkirin pêk hatine. Serlêdanên me bi gelemperî bêbersiv hatine hiştin, bi vî rengî vala hatine derxistin û encameke ku pêkanînên tecrîdê biguherîne derneketiye holê. Ji vî alî ve divê em bi bîr bînin ku wezîrê dadê yê dema xwe, di sala 2019an de, piştî pejirandina serdana endamên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) diyar kiribû ku li ber pêkhatina hevdîtinan tu rewşeke ku bibe asteng nîne. Wê heyamê, ji aliyê raya giştî ya demokratik ve mafdariya têkoşîna ku bi şêwaza greva birçîbûnê bilind bûbû hatibû pejirandin. Bes, hewce ye em bendewariya xwe destnîşan bikin ku divê derdorên têkildar soza xwe ya ku digotin ev yek pirsgirêkeke hiqûq û demokrasiyê ye, ji ber vê yekê ew ê têkoşînê dewr bigirin bînin cih.

    Divê raporên Lijneyên Şopandina Girtîgehan bên parvekirin

    Hem di mewzûata neteweyî de hem jî di hiqûqa navneteweyî de ne pêkan e ku girtîgehek bitevahî ji cihana derve re bê girtin. Saziyeke ceza û înfazê ya ku ji serdanên parêzer û malbatan re girtiye, mafê danûstendina binivîskî û telefonê nayê pêkanîn divê nebe. Nabe ku têkiliya girtiyekê/î bi tevahî bi parêzer re bê astengkirin û diviyatiyeke hiqûqî ye ku di her şert û mercan de destûrdayîna riya têkilîdayînê vekirî bimîne. Lê bele, tevî vê, va ye 20 meh e, ne ku pêkanîna têkilîdayînê, têkilî tê astengkirin ku em ji mûwekîlên xwe agahiyekê wergirin. Li gor pêwîstiya zagonî, raporên derbarê Îmraliyê de yên ku ji aliyê Lijneyên Şopandina Girtîhgehan ên Bajêr ên ku divê 2 mehan carekê biçin serdana girtegehê û di cihê xwe de çavdêrî û tesbîtên xwe bikin rapor, divê bi raya giştî re bên parvekirin, lê nayên parvekirin.

    Em der barê şertên mûwekîlên xwe de agahdar nîn in

    Em di mijarên wek mûwekîlên me xwe digihînin agahiyan an na, pirtûkên ku ji wan re tên şandin rastî sansûr û sînordarkirinê tên an na, rojnameyên rojane û kovar di çend rojan de digihijin ber deste wan, xwe digihînin televizyon û radyoyê yan na, ne xwedî agahî ne. Li gel vê, em xwedî agahî ne ku ji ber sedemên cezayên rêzkariyê yên ku wek sedema qedexekirinên serdanê tên nîşandayîn mudaxele li mafên çalakiyan ên hevpar hatiye kirin. Di raporên CPTyê de jî hatibû destnîşankirin ku cezayên rêzkariyê yên hatine dayîn “xapînok”in û nayên pejirandin. Bi kurtasî, bi arasteyên derveyî hiqûqê û bi biryarên polîtîk va ye 20 meh e agahiya me nîn e ku Rêzdar Abdullah Ocalan û mûwekîlên me yên ku di heman girtîgehê de dimînin rastî kîjan kiryaran tên û şert û mercên wan ên şênber çi ne.

    Gelo CPT’ê bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtin kir an na?

    Di vê pêvajoyê de ji bo ku fikarên me yên ku tecrîda teqez bûye sedema wan ji holê bên rakirin têkiliya watedar tenê serdana CPTyê ya ku di navbera 20-29ê îlona 2022yan de pêk anîbû ye. CPT, di vê serdana xwe de, ya ku mijara wê navendên paşveşandinê bû, li gel ku di plansaziya wê de tunebû jî serdana Îmraliyê jî kiriye.

    Herçiqas ev serdena CPTyê daxwaza me ya bingehîn be jî, beriya pêkhatina vê serdanê, awayê pêkhatinê û geşedanên piştî pêkhatina serdanê ya bi vî awayî fikarên me hê zêdetir kirine. Ji ber vê yekê bi CPTya ku erênî nêzîkî daxwaza me ya jivana (randevuya) bi wan re bû, di 13’ê cotmeha 2022’yan de me hevdîtineke rû bi û pêk anî. Di vê hevdîtinê de, rayedarên CPTyê derbarê şert û mercên mûwekîlên me de tu agahî nedan û bersîva tu pirsên me jî nedan. Di hevdîtina me ya ku li derdora 45 deqîqeyan domiya de rayedaran ji bo her pirseke me prosedurên ku CPT girêdayî wan e bi bîr anîn û tenê gotin ku ew ê derbarê serdana ku pêk anîne de raporekê amade bikin, vê raporê pêşkêşî Tirkiyeyê bikin û ancax bi erêkirina Tirkiyeyê re bikarin vê raporê bi raya giştî re parve bikin. Em ji tecrûbeyên xwe yên borî dizanin ku ev prosedûr di navbera salek û salek û nîvê de temam dibe. Ancax di rewşeke wiha ku em nikarin tu agahiyan hildin de demeke wiha dirêj dê bibe sedema zerarên mezin ku telafiya wan ne pêkan e. Helbet, haya me ji hevpeyman û prosedûrên ku CPT girêdayî wan e heye. Lê em vê yekê jî baş dizanin ku, ev rewş ne asteng e ku derbarê mûwekîlên me yên ku 20 meh in em nikarin agahiyê jê hildin de agahdarî bê kirin.

    Herwiha, qasî ku agahiya me jê çêbûye, dema ku CPT di îlona 2022yan de diçe serdana Îmraliyê Rêzdar Ocalan derneketiye hevdîtinê. Mixabin, di hevdîtina me ya bi CPTyê re berevajiyê vê yekê nehatiye teyîdkirin. Taybetiya sereke ya serdanên CPTyê ew e ku bi girtiyan re hevdîtinên taybet dike; rastbûna agahiya ku me bihîstî dê serdana CPTyê hê zêdetir ji nîqaşê re veke. Ji ber 3 van sedeman, hem serdana dawiyê ya fiîlî ya CPTyê, hem jî hevdîtina me ya dawiyê ya ku me bi CPTyê re pêk anî li şûna ku fikarên me kêm bikira zêdetir kiriye. CPT li gor pêwîstiya nirxên avabûn û hiqûqa navneteweyî ya ku girêdayî wê ye divê derbarê serdana Girava Îmraliyê de, ku di nava qada rayeya wê de ye agahiyan parve bike.

    Divê hevdîtinên birêkûpêk bên kirin

    Daxwaz û agahdarkirinên me yên birêkûpêk ên ku em pêşkêşî CPTyê dikin berdewam dikin. Bi heman awayî, ji bo ku em micîdiya rewşê ragihînin û bi armanca ku em daneyên di destê xwe de bi rêzdar wezîrê dadê re parve bikin serlêdanên me yên ji bo Wezareta Dadê hene. Ji bo ku serdanên parêzeran pêk bên, serlêdanên me bi rengekî birêkûpêk bênavber ji bo Serdozgeriya Bursayê, Dadgeriya Înfazê û gerînendetiya girtîgehê pêk tên.

    Di vê çarçoveyê de, li gor pêwîstiya pêkanîna mafên makezagonê û hiqûqa navneteweyî, daxwaz û bergeriya me ya ku divê mûwekîlên me demildest bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, saziyên pêwendîdar bersîveke erênî bidin daxwazên me û wek peywira xwe agahiyên pêwîst bidin me bi awayekî bênavber didome. Em vê mijarê, bi baweriya ku her kesên alîgira/ê azadî û mafên bingehîn e, ji bo ku ev rewşa nemirovî ji holê rabe dê hestyariya ku hewce dike nişan bide û şopdarên vê pêvajoyê bin, pêşkêşî raya giştî dikin.