29 Çile, Yekşem - 2023
No menu items!
More

    Bîlançoya erdheja li Xoyê: 3 kes mirin û 580 kes birîndar bûn

    Di erdheja ku duh bi şev li bajarê Xoy ê parêzgeha Ûrmiyeyê yê rojhilatê Kurdistanê erdhejek pêk hat û di vê erdhejê de 3 kesan jiyan xwe ji dest da û 580 kes jî birîndar bûn.

    Li bajarê Xoy ê parêzgeha Ûrmiyeyê ya rojhilatê Kurdistanê, duh bi şev bi pîleya 5,9’an erdhejek pêk hat. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Îranê ve hatin parvekirin, di erdhejê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 580 kes jî birîndar bûn.

    Waliyê Ûrmiyeyê Mihemed Sadiq Mutemdyan, der barê bîlançoya erdhejê de daxuyaniyek da û ragihand ku 42 birîndaran rakirine nexweşxaneyan û ji van birîndaran 6’an jê emeliyat kirine. Mutemdyan, da zanîn ku di erdhejê de xesar gihîştiye 70 gundî.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha çileyê de ev cara duduyan e ku li Xoyê erdhej çêdibe. Di encama erdheja ku di 21’ê çileyê de çêbûbû de xesar gihîştibû 3 hezar û 850 avahiyan û 13 dibistanan.

    Facebook
    Twitter
    Pinterest
    WhatsApp
    Telegram