28 Mart, Salı - 2023

Bi işkenceyan hewildana ferzkirina împaratoriya tirsê

ÇHD’ê bi daxuyaniyeke medya civakî da zanîn ku  Ahmet Gureşçî ku di bin çavan de rastî îşkenceyeke giran hat, jiyana xwe ji dest da

Desthilatdar AKP-MHP hewil dide ku împaratoriya tirsê ava bike. Li gel gelek astengiyan li cihên erdhêjê kesên ku ji bo alîkariyê tên di bin navê talankirinê de ji hêla cendermeyên  AKP-MHP’ê ve tên desteserkirin. Kesen ku tên desteserkirin rastî işkenceyê tên û ji ber işkenceyê ên jiyana xwe jidest dane hene.

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) têkildarî binçavkirin û îşkenceyên li herêma erdhejê daxuyanî da. Daxuyanî li ser hesabên medyaya civakî ya komeleyê hate parvekirin û wiha hat gotin: “Kesên bi navê Ahmet Gureşçî û Sabrî Gureşçî, li Taxa Buyukburç a Hatayê ji hêla cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Ahmet Gureşçî ku di bin çavan de rastî îşkenceyeke giran hat, jiyana xwe ji dest da.”

Parêzerên ÇHD’ê hat tehdîtkirin

ÇHD’ê da zanîn ku mirina Gureşçî ji hêla wan ve hatiye piştrastkirin. ÇHD’ê destnîşan kir ku Sabrî Gureşçî jî rastî heman îşkenceyê hatiye û niha li heman îşkencexaneyê tê ragirtin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li gel Gureşçî, 4 kesên din jî di bin çavan de ne. Parêzerên ÇHD’î ji bo şopandina kirariyan û belgekirina îşkenceyê hewl dan lê polîsan gefa ‘dê heman tişt bi serê we jî bê’ xwarin. Divê Sabrî Gureşçî û binçavkiriyên din tavilê bên sewqkirin. Ne ewlehiya canê Gureşçî û ne jî ya hempîşeyên me tune ye. Divê rayedar tavilê mudaxaleyî vê rewşa hovane ya tirsnak bikin.”

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram