31 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    Adîle Xanim -I

    Li Başûrê Kurdistanê, ji ber avûhewayeke hişk û ziwa ku mirov ji germahiya çolê diqemirîn, têkiliyên tevlîhev ên şer di navbera eşîran de hatibûn sazkirin. Di gelek mijaran de pirsgirêk û aloziyên civakî di asta jor de bûn. Di cih û rewşeke wiha de jineke gelek zana, jîr û jêhatî, bi hêza xwe ya xweser û pêşengiyeke xwezayî derketibû pêş. Ev jina ku bi van taybetmendiyên xwe yên sereke û bi cewhera xwe ya civakî di serdema ku tê de dijî de bûbû mînakeke bibandor û binavûdeng Adîle Xanim e.

    Adîle Xanim, ji malbata mezin a Erdelanê ye ku girêdayî Mîrnişîna Babanê ye. Serbajarê Erdelanê Sîne ku bi navê xwe yê din Senendec bû; li Îranê bûbû navenda çand, huner û wêjeya kurdan a qesrê. Ev rewşa bajêr di pêşketina Adîle Xanimê de xwedî risteke girîng bû ku di pêşerojê de dê di kar û xebatên xwe de ev çand û huner derxista pêş.

    Mîrnişînîtiya Baban a xwedî paşerojeke bibingeh bû û Pismîriya Erdelanê, demeke dirêj, li ser axa Osmaniyan di navbera Osmanî û Îranê de rista parêzgehekê bi cih aniye. Di nava sedsala 19’emîn de, malbata ku Mîrîtiya Babanan bi rê ve dibir ji aliyê Şahê Îranê ve ji textê xwe hat xistin. Piştî vê yekê, ev herêm êdî ji aliyê parêzger anku waliyên ku ji aliyê Şahê Îranê ve dihatin tayinkirin hat birêvebirin. Di encamê de Mîrîtiya Babanê jî hatibû belavkirin.

    Pismîrtiya Erdelanê û Helebce

    Bavê Adîle Xanimê Evdilqadir Sahibquren, li Tehranê karmendekî payebilind bû. Lê ji ber belavbûna Mîrîtiya Babanê, di sala 1851’an de, ligel malbata xwe koçî bajarê Sîne dike û jiyana xwe li vê derê didomîne. Adîle Xanim jî di sala 1859’an de li vî bajarî ku xwedî dîrokeke kevnar e, ji dayik dibe.

    Adîle Xanim, endameke Pismîrtiya Erdelanê bû. Her çiqas, hêz û mezinahiya vê pismîrtiyê wek berê nemabû jî hê jî di herêmê de rêzdariya xwe diparast. Ji ber vê, bandora Pismîrtiya Erdelanê gelek li ser wê çêbûbû ku di demên pêş de ev bandor dê zêdetir diyarker bûbûya. Ew jineke jixwepirbawer û bibiryar bû; xwedî vîn û xîret bû. Van taybetmendiyen di wê de pêşengiyeke xwezayî derdixist holê.

    Pismîrtiya Erdelanê di navbera sînorê osmanî û farisan de bû. Xwedî rêz û hêzeke xwecihî bû. Ji ber vê sedemê têkiliyên xwe yên siyasî û aborî jî, bi bajar û eşîrên ku nêzî sînor in pêş ve dibirin. Yek ji van eşîran jî eşîra Caf bû. Eşîra Caf a li aliyê din ê sînorê bû, eşîreke mezin û bihêz bû. Di encama vê de hinek zewacên siyasî jî pêk dihatin û di navbera eşîran de têkiliyên xizmtiyê jî çêdibûn. Zewaca Adîle Xanimê ya bi Osman Beg re encama vê yekê bû. Osman Beg, kurê Mihemed Paşayê serokê eşîra Cafê bû.

    Adîle Xanim, bi vê zewacê re ji bajarê Sîneyê ku di teşegirtina kesayetiya wê de ciheke taybet digirt û gelek hez ji vî bajarî dikir wek bûk çûye bajarê Helebceyê. Di encama vê zewacê de du kurên Adîle Xanimê çêbûne; Ehmed Muxtar Caf û Tahir Beg Caf ku dê piştre bûbûna du helbestkarên navdar ên kurd.

    Rêvebera dadperwer: Adîle Xanim

    Ji Osman Beg re Wesman Paşa jî dihat gotin. Ew piştî mirina bavê xwe bûbû serokê eşîra Cafê. Osman Beg, di nava demê de li ser navê osmaniyan dibe parêzger anku waliyê bajarê Şarezorê. Ev bajêr niha wek Silêmaniye tê zanîn. Ew ji ber vê peywira xwe gelek caran diçû bajarên Silêmanî, Kerkûk û Mûsilê.

    Adîle Xanim ku bi jîrîtî û hêza xwe ya pêşengiyê derketibû pêş di vê pêvajoyê de dest bi karûbarên rêveberiyê kir. Dema ku hevjînê wî li derveyî bajêr bû li şûna wî kar û xebatên eşîrê jî wê bi rê ve dibir. Vê rewşa Osman Beg, derfeteke girîng li pêşiya Adîle Xanimê vekiribû. Adîle Xanim jî vê derfetê baş bi kar dianî û di nava eşîrê de jî dihat hezkirin. Ew, piştî vê pêvajoyê bi awayekî hê çalaktir tevlî xebatên rêveberiyê bûye û ev erka xwe hê pêşdetir biriye.

    Adîle Xanim, ji bo li Helebceyê bingeha dadmendiyeke xurt were avêtin Dîwana Dadgehê ava kiriye û dem bi dem bi taybetî serokatiya dozên ku li vê derê dihatin dîtin kiriye. Ew li ser mijara dad û edaletê pir hestyar tev digeriya. Ji ber vê ye ku hê jî li Helebceyê navê Adîle Xanimê bi edaleta wê tê zimên.

    Seroka Eşîra Caf

    Hevjînê Adîle Xanimê, Osman Beg di sala 1909’an de jiyana xwe ji dest dide. Li ser vê yekê Adîle Xanim dibe seroka eşîra Cafê. Ligel vê pêşengiya endamên niştecih û nîvkoçer ên eşîra xwe û hin eşîrên din ên derdorê dide ser milên xwe.

    Eşîra Caf û eşîrên din gelemperî bi serê xwe tev digeriyan. Di nava wan de hevgirtineke xurt tunebû. Ev rewş gelek caran li dijî neyarên wan hêza wan lawaz dixist. Gelek caran jî dibû sedem ku ji aliyê dewletên wek osmaniyan ve bi awayekî xapînok bên bikaranîn. Ji aliyê din ve Şarezor, di bin dagirkeriya ingilîzan de bû. Ev herêm salên xwe yên herî zor û dijwar dijiya. Di demeke wiha de Adîle Xanimê ji aliyekî berpirsyariya rêvebirina bajarê Helebceyê hildabû ser milê xwe û ji aliyê din jî bûbû seroka eşîra xwe ya bi navê Cafê.

    Haya Adîle Xanimê, ji rewşa belave û bêserûber a eşîra xwe û gelê xwe hebû.

    Ji bo pêşiya vê belavbûyinê bigire bi hemû eşîran re dikeve nava têkiliyê. Ew di demeke kurt de yekitiya eşîran pêk tîne. Piştî ev yekitî di nava eşîran de pêk tê hêza eşîra Cafê jî berfireh dibe û Adîle Xanim rista xwe ya pêşengtiyê xurtir dike. Adîle Xanim a ku kar û xebatên eşîrê bi awayekî serkeftî bi rê ve dibe, paşî wek qeymeqam tê erkdarkirin û li herêmê dibe xwedî nasnava qeymeqama yekem a jin. Ew ligel vê peywîra xwe û bi berpirsyariya xwe ya payebilind, li herêmê wek kesayetiyeke pêşeng dihat qebûlkirin.

    Navenda Nûbûn û Ronîbûnê

    Adîle Xanim, di dema peywira xwe de, girîngî dide daraştina herêmê û dixwaze ku herêmê ji nû ve saz bike. Li Helebceyê bi reng û awayê avahîsaziya Erdelanê gelek xan û hemaman dide çêkirin. Di navbera bajarê Helebce û Şarezorê de, dîsa li ser bingeha avahîsaziya Erdelanê, bazar, medrese û gundên nû ava dike. Herwiha ji bo ku di navbera herdu bajaran de bazirganî pêş bikeve, di pergala bacê de jî guhertin û sazkirinên nû pêk tîne û ewlekariyê bihêztir dike.

    Adîle Xanim, di heman demê de baş pêhesiyabû ku bêzanîn, bêzanyarî û bêzanistî tu civak û bajêr pêş nakevin û nabin xwedî mîrateyeke mayînde. Ji ber vê jî, di serdema rêveberiya xwe de ji bo pêşxistina xwendin, nivisîn û zanyariyê kedeke mezin dide. Ji bo pêşketina zarok û ciwanan dibistanên nû vedike û Helebceyê demeke dirêj dike navenda tevgera nûbûn û ronîbûnê ya kurdan.