31 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    Abdullah Ocalan navnîşana azadiyê ye

    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1993’yan ve her dema ku derfetek ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ketiye destê wî de nirxandiye û xwestiye çareseriyek mayînde çêbibe. Lê dewleta tirk li dijî vê rewşê şer dijwartir kiriye û xwestiye ku gelê kurd bi temamî tune bike. Bi polîtîkayên tasfiyekirinê û bi komploya ku li dijî Abdullah Ocalan xwestiye ku tevgera azadiya kurdan tasfiye bike. Di 9’ê cotmeha 1998’an de Abdullah Ocalan bi komployekê ji Sûriyeyê hat derxistin û her wiha di 15’ê sibata 1999’an de bi destên hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin.

    Bi komployê hêzên navneteweyî û dewleta tirk careke din xwest ku gelê kurd û têkoşîna gelê kurd ji holê rake. Tiştê ku dewletê hesab dikir ev bû. Lê gelê kurd di qada siyasî û civakî de ji her demê xurt bû. Her wiha ji her demê zêdetir ketibû rojeva cîhanê. Xwestin Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bidin jibîrkirin lê gelê kurd xwedî li Abdullah Ocalan derket û wekî vîna xwe qebûl kir. Têkildarî van mijaran me bi hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk re hevpeyvînek çêkir.

    Piştî ku agirbesta sala 1993’yan bi dawî bû li dijî tevgera azadiya gelê kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rewşa tasfiyekirinê û pêvajoya komployê hat destpêkirin. Lê tevgera azadiya kurd li dijî vê siyaseta tasfiyekirinê bû bersiv û vala derxist. Tu dikarî van rewşên ku hatine jiyîn binirxînî?

    Dema ku tu li salên 90’î dinêrî, bi rastî zehmetiyên ku hatine jiyîn îro jî heman kiryaran dibînî. Lewre wê demê gelê kurd heye, li ser vê erdnîgariyê dijî lê hemû nirxên wî û hebûna wî tune tê hesibandin. Dewleta tirk, gelê kurd bi polîtîkayên bişavtinê anîbû asta tunekirinê. Dema ku ev rastî bê dîtin wê demê rastiya komployê jî derdikeve holê. Kodên dewleta tirk li ser tunekirina gelê kurd hatine avakirin. Lê bi têkoşîna ku Abdullah Ocalan dayî destpêkirin hebûna gelê kurd jinûve şîn dibû. Bi vê têkoşînê gelê kurd êdî ketibû ferqa nasnameya xwe û xwe nas dikir. Çand û zimanê xwe nas dikir. Dîroka xwe nas dikir û di ferqa ku ew li ser vê erdnîgariyê gelekî qedîm e. Beriya têkoşîna azadiyê, gelê kurd hatibû wê astê ku ji hebûna xwe şerm dikir. Lê tevgera azadiya kurd ew qalibên ku li kurdan hatine kirin ji holê rakir. Piştî ku gelê kurd xwe û nasnameya xwe nas kir êrîşên li dijî wan zêde bûn. Dijminatiya dewletê ya ku li dijî Abdullah Ocalan ji vir dest pê dike. Yanî dibêjin me ev gel anîbû asta qedandinê lê te careke din ev gel hişyar kir. Lewre ewqas dijwar bi ser Abdullah Ocalan de diçin.

    Tê zanîn di sala 93’yan de di navbera dewleta tirk û PKK’ê de pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin. Çi demî derfetek wisa ketibe destê Abdullah Ocalan de ew nirxandiye û li gorî wê gav avêtiye. Wê demê jî Abdullah Ocalan ji dewletê re digot hûn nikarin gelê kurd bi çek û kuştinê ji holê rakin. Ji ber wê jî hêj di sala 93’yan de rêya diyalog û muzakareyê wekî rêbazê çareseriyê nîşan dabû. Lê dewleta tirk her dema ku Abdullah Ocalan ji bo muzakereyan bang kiribe ev qebûl nekiriye û şer dijwartir bi pêş xistiye. Vekirî dibêjin ku em van tiştên hûn dixwazin qebûl nakin. Kurdên wekî xwe dixwazin û dibêjin bi vî rengî qebûl jî bikin.

    Di dema ku Ozal û Erbakan li ser desthilatdariyê bûn, gelek caran ji bo rawestandina şer bang li Abdullah Ocalan kirin. Wê demê ji bo xweserî yan jî federasyonê bidin kurdan nîqaş jî dikirin. Lê dawiya Ozal tê zanîn. Bi destê hêzên kûr ên dewletê hat kuştin. Derkete holê ku kesên bi kurdan re muzakereyan dest pê bike dawiya wan tunekirine. Piştî ku ev pêvajo qediya li dijî Abdullah Ocalan û tevgera azadiya kurd polîtîkayên tasfiyekirinê zêdetir kirin. Komploya ku li Abdullah Ocalan hatiye kirin jî wisa dest pê dike. Ji bo ku Abdullah Ocalan tasfiye bikin di 6’ê gulana 1996’an de li Şamê bombe teqandin. Amerîka, Îsraîl û Ingîlistan pêşengiya vê komployê kirin. Ji ber ku Abdullah Ocalan daxwazên wan qebûl nedikir ev polîtîka bi pêş dixistin. PDK û YNK jî bibûn hevkarê vê komployê.

    Di 15’ê Sibata 1999’an Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji wê pêvajoyê heta îro di qada civakî û siyasî de çi guhertin çêbûn?

    Dewleta tirk bi dîlgirtina Abdullah Ocalan hesabên tunekirina kurdan dikirinlê wekî wan çênebû. Lewre gelê kurd ji wê rojê û heta îro hêj xurtir bû û hesabên dewletê pûç kir. Abdullah Ocalan avêtin Girava Îmraliyê û xwestin pêşiya felsefe û fikrên wî bigirin lê careke din wekî wan çênebû. Di encamê de armanca dewletên navneteweyî yên komployê jibîrkirina Abdullah Ocalan bû lê ev armanca wan cihê xwe negirt.

    Abdullah Ocalan bi parêznameyên xwe yên DMME’yê komploya ku li dijî wî hatiye kirin vala derxist. Ên ku digotin wê Abdullah Ocalan li Îmraliyê were jibîrkirin û biqede bi parêznameyên xwe Abdullah Ocalan ew vala derxistin û ew bixwe diqedin. Planên wan yek bi yek vala derdikevin.

    Faşîzma AKP-MHP’ê ji 2015’an ve şer dijwartir kiriye û li aliyê din jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan girantir kiriye. Di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dikin. Lê pirsgirêka kurd êdî ji pirsgirêka Rojhilata Navîn jî derketiye û bûye pirsgirêka cîhanê. Pêvajoya 2013-2015’an bi rastî heke baş bihata nirxandin derfetek gelek mezin bû lê bi destê faşîzma AKP-MHP’ê ev derfet ji holê rabû. Lê nêrîn ku di pêvajoyê de kurd xurt dibin. Ji ber vê yekê  ev pêvajo ji holê rakirin. Xurtbûna kurdan ji bona wan xetere bû. Ji ber di civîna 30’ê cotmeha 2014’an a Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) de biryara tasfiyekirina kurdan derxistin û li gorî wê polîtîka bi pêş xistin. Dixwestin ku di demeke kurt de armancên xwe pêk bînin lê ev 8 sal in ku berdewam dike. Di nava van 8 salan de tiştên ku di salên 90’î de nikiribûn jî li kurdan kirin. Kiryarên ku îro dibînin hemû yek bi yek hesab kiribûn û li gorî wê di tîrmeha 2015’an de şer dan destpêkirin.

    Ji sala 1999’an ve tecrîdek giran li Îmraliyê heye. Ji bo ev tecrîd ji holê rabe divê çi bê kirin?

    Ji bo tecrîd rabe li çar aliyên Kurdistanê têkoşîn tê meşandin. Lê ev têra rakirina tecrîdê nake. Heke têrê bikira dê tecrîd ji holê rabûya û me îro behsa tecrîdê nedikir. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk rexnedayîna vê didin. Kêmasiya me hemûyan e. Ne tenê gelê kurd divê her kes, hemû gelên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn li dijî tecrîdê rabin ser piyan.

    Dewleta tirk her ku li dijî Abdullah Ocalan tecrîdê giran dike, Abdullah Ocalan jî li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî dide meşandin. Dewlet dixwaze şertên xwe bi Abdullah Ocalan bide qebûlkirin lê Abdullah Ocalan vî şertî wekî azadiya kurdan li wan dide ferzkirin. Heta niha tenê gelê kurd ev tecrîd dijiya lê îro hemû gelê Tirkiyeyê vê tecrîdê dijî û zehmetiyên wê dibîne. Kesek êdî nikare bi azadî fikr û nêrînên xwe bîne ziman. Ev rewşa heyî rastiya tecrîdê zêdetir radixe ber çavan. Divê her kes bipirsa muzakereye ku du salan bi Abdullah Ocalan re meşandin bikin. Çima pêvajoyeke erenî derneket holê? Çima ev pêvajo hat qedandin û tecrîd giran hat girankirin. Pêwîst e her kes  hesab ji desthilata AKP-MHP’ê bipirse. Ev pêvajoya şer heta hetayê nameşê. Divê bi diyalog û muzakereyan ev pirsgirêk çareser bibe. Her kes dizane yê ku vê pirsgirêkê çareser bike Abdullah Ocalan e. Divê ev rastî baş bê zanîn. Kurd êdî ne kurdên berê ne. Hûn nikarin vî gelî xelas bikin. Ne gengaz e ku bi bişavtin û polîtîkayên tasfiyekirinê hûn gelê kurd ji holê rakin. Heke pirsgirêka kurd çareser bibe wê pirsgirêkên ku niha tên jiyîn hemû ji holê rabin. Heke di tecrîdê de israr bê kirin em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Bi şer tu çaresarî dernakeve. Divê êdî rêbazên çareseriyê bên axaftin. Mifta çareseriya vê pirsgirêkê jî Abdullah Ocalan e.

    Ji 25’ê adara 2021’an ve tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê standin. Di van demên dawiyê de hinek kes bi zanebûn dibêjin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin.

    Li aliyekî tecrîd heye û li aliyê din jî van nûçeyên xapînok derdixînin. Der barê vê rewşê de hûn dikarin çi bibêjin?

    Bi van nûçeyan dixwazin têkoşîna ku li dijî tecrîdê tê dayîn qels bikin. Piştî meşa mezin a Gemlîkê çend kesên bi desthilatê ve girêdayî derketin û gotin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin. Lê ev ne rast bû. Li aliyekî şer dikin û tecrîdê giran dikin û li aliyê din jî dibêjin hevdîtin hene. Divê kes baweriya xwe bi van nûçeyan neyne. Heke hevdîtinek çêbibe jixwe wê gelê me agahdar bibe. Lê divê ew şert û merc bên avakirin. Ji ber wê jî divê li dijî tecrîdê berxwedan û çalakî zêdetir bibin ku em zûtirîn bigihîjin encamê.

    Dewleta tirk ji Rojava heta Başûr li ku cihê kurdek lê hebe êrîş dike. Gelê kurd xwedî li îradeya xwe derdikeve lê dewleta tirk dixwaze bi kurdan çog bide şikandin. Pêwîst e ev rastî bê dîtin. Ji ber wê jî divê tu hêvî ji desthilatê çênebe. Ji ber ku ew dixwazin gelê kurd tune bikin. Heta ev êrîş berdewam dikin divê em jî li dijî van êrîşan berxwedana xwe mezin bikin. Divê kes guh nede gotinên desthilatê. Divê kes berê xwe nede van polîtîkayên şerê taybet. Ji aliyekê ve dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin û ji aliyê din ve qaşo hêviyan didin avakirin. Lê di çalakiyên 9’ê cotmehê de jî derkete holê ku gelê kurd Abdullah Ocalan weke vîna xwe dibîne û tu carî jibîr nake.

    Çend roj berê Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) serdana Îmraliyê kiribû. Der barê vê serdanê de daxuyaniyek weşandin lê tu agahî nedan raya giştî. Wê çavdêrî û rapora xwe piştre parve bikin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

    Ji ber ku der barê hevdîtina ku li Îmraliyê de kirine tu agahî nedane bê cidîtiyê dikin. Li gorî wan mafê mirovan qanûna herî sereke ye lê ji bo Abdullah Ocalan ev ne derbasdar e. Lewre sîstema ku li Îmraliyê tê meşandin rastiyên wan derdixîne holê û ne dirûstbûna wan dide nîşandan. Behsa mafên mirovan dikin lê behsa tecrîda ku 24 sal in tê meşandin nakin. CPT ji bo pêşiya îşkenceya li mirovan tê kirin bigire hatiye avakirin. Dewletên ku mafên mirovan binpê dikin divê ceza li wan bibirin. Erka vê saziyê ev e. Lê haya kesî jê nayê kirin, diçin Îmraliyê hevdîtinê dikin lê tu agahî nîn in. Li Îmraliyê çi dibe parve nakin.

    Ev sazî çend sal berê jî bi vî rengî serdana Îmraliyê kiribû. Piştî 18 mehan rapora xwe aşkera kiribûn, li Îmraliyê çi dibe behs dikin lê ji bo ku ev rewş ji holê rabe tu gav nayê avêtin. Dibêjin tecrîd heye, rast e. Em jî dizanin tecrîd heye. Lê li hemberî wê hûn ê çi bikin? Tu tiştek li holê tune ye. Di navbera 20-29’ê îlonê de careke din bi dizî hatin, haya kesî jê nîne. Çûne Îmraliyê, li wir çi heye, tenduristiya wan girtiyan çawa ye kes nizane. Tu tiştekî parve nakin. Çend mehê din wê rapora xwe aşkera bikin careke din danekirin nîne. Ev nêzîkatiya wan a li dijî rêberê gelê kurd, li dijî gelê kurd e. Heke hûn bi tecrîdê pêşiya têkiliya Abdullah Ocalan ya bi derve re bigirin ev dibe sûcê mirovahiyê. Ev îşkence ye. Lê CPT vê rastiyê nabîne. Li gorî zagonên xwe jî tev nagere. Peymanên mafên mirovan wan bi xwe amade kirine lê li gorî peymanên xwe bi xwe tev nagerin. Gelê kurd ji bo ev pîvan bi cih werin berdêlên mezin dide. Divê CPT erka xwe bi cih bîne û demildest tiştên ku li Îmraliyê diqewin û der barê rewşa birêz Ocalan de agahî bidin.

    Berdan Ozturk kî ye?

    Di sala 1980’yî de li navçeya Tûtaxa Agiriyê hatiye dinê. Li Zaningeha Marmarayê beşa Fakulteya Hiqûqê xwendiye. Li Zaningeha Londra ya Ingîlistanê di beşa Hiqûqa Bazirganiyê û Tehkîma Navneteweyî de lîsansa bilind kiriye. Di nava xebatên MEYA-DER û Komeleya Mafên Mirovan de cih girtiye. Di hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de wekî parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê hatiye hilbijartin û heta niha jî vê peywira xwe berdewam dike. Her wiha weke Hevserokê Kongeya Civaka Demokratîk (KCD) jî xebatên xwe dide meşandin.