31 Çile, Sêşem - 2023
No menu items!
More

    Aysel Tûglûk bîra dîrokî ya têkoşîna jinan e

    Adar Gulan
    Adar Gulan
    Li gundê Bafê yê navçeya Hezex a Şirnexê di sala 1977'an de ji Dayik bûye. Di nav malbatek kurdperwer û bi çanda kurdewar mezin dibe. Dibistana Navîn qedandiye. Di temeneke ciwan de tev li têkoşîna azadiyê dibe. Di sala 2004'an de tê girtin û 7 salan di girtîgihên dewleta tirk de dimîne. Pîştî ji zindanê derdikeve bi awayekî çalak tev li xebatên perwerdehiya Akademiyên siyasetê dibe. Ev demeke li Ewropayê di Çapemeniya Azad de xebatên xwe dimeşîne. Bi baweriya fikr û ramanên Sosyalîzma Demokratîk têkoşîna nasnameya azad a Jinan dide.

    Li ser zindanan êrîşeke qirkirina fizîkî tê meşandin. Li zindanan her ku diçe rewş girantir dibe, roj nîne ku ji avahiyên pergala mêtingeriya tirk cenazeyek dernekeve. Zilma li ser girtiyên şoreşger, têkoşer tê kirin ne kêmî cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlone ye.

    Êrîş, veguherîne qirkirina fizîkî ya berxwedêrên zindanan. Girtiyên siyasî yên ku di bin pencên qirkirina rejîma antî-mirov a AKP’ê de dîl têne ragirtin; dixwazin qîr û hewara wan a li dijî faşîzmê li derve jî bê bihîstin û berxwedana wan li her deverê belav bibe.

    Malbatên girtiyên nexweş li bajarên weke Wan, Amed, Îzmîr, Stenbol û Denizliyê demeke dirêje ji bo ku girtiyên nexweş werin berdan roj nîne ku bi girtina ‘nobedên edaletê’ banga berdana girtiyên nexweş li rayadarên saziya tiba adlî-ATAK’ê nekin. Li darxistina çalakiya ‘nobeda edaletê’, di rojên dawî de wateya wê hîn baştir hatiye fêmkirin ku pêdivî bi mezinkirina vê çalakiyê heye û pêwîst e ev çalakî li tevahî Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê pêk were. Ev çalakî bi beşdarbûna bi hezaran malbatan  dikare veguhere hêza girseyî ya civakî. Divê ji îro û şûnde çalakiyên ku bi navê ‘nobeda edaletê’ li bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê têne girtin veguherin çalakiyên li dijî rejîma mirovkuj a AKP’a faşîst û hesap jê were pirsîn. Pêwîst e hesabê her têkoşerên azadiyê yên di zindanên pergala mêtinger de hatine qetilkirin yek bi yek were pirsîn û dengê ku li zindanan bilind dibe, li her deverê veguherê serhildanê.

    Di dîroka têkoşîna tevgera azadiyê de cihe berxwedana zindanan parastina rûmetê ya gelê kurd û mirovahiyê tê zanîn. Di vê riyê de bedêlên mezin hatine dayîn. Hilweşandina cûntaya faşîst a 12’ê Îlone li ser kevneşopiya berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Zindana Amedê  çebû. Temsîla wê rejîma milîtarîst a 12’ê Îlone ya îro îktîdara qirker a AKP dike. Li gorî hesabê vê desthilatê, divê berxwederên azadiyê ji zindanan ne saxî, lê ‘mirî’ derkevin. AKP li pey heyfa binkevtinên xwe ketiye ku yek bi yek ji şoreşger, siyasetmedar, rojnameger û muxalîfên ku îro di hundir de girtîne hilîne. Ji êrîşên dewletê yên nijatperest ên van du salên dawiyê jî aşkera dibe ku hewldanek teybet a qirkirine ya ji bo  zindanan xistine dewrê. Hewl didin vîna berxwedêrên azadiyê di nava çar dîwaran de bê tepisandin. Lê li zindanan li hemberî zext-êrîşên teslîmgirtinê bi vîneke rêxistinkirî li ber xwe didin.

    Girtiyên jin rehîn Ji jinên ku rewşa wan a tendûristiyê giran e, di şert û mercên girtîgihê de nikarin bimînin ji wan Aysel Tûglûk, Fatma Ozbay, Semîre Dîrekçî û her wiha bi dehan jinên din ên nexweşên giran hene ku divê di zûtirîn demê de bên berdan. Ev jin, ji ber sedemên polîtîk hatine girtin û di girtîgihên pergela mêtinger de bi salan e rehîn tên girtin.  Bernedana jinên politîk ên ku rewşa wan a tenduristiyê giran e, ne hiqûqî ye. Bi temamî biryareke siyasî ye û li dijî mirovahiyê ye.

    Yek ji wan jinan jî Aysel Tûglûke ku ew terkî ‘mirinê’ hatiye kirin. Aysel Tûglûk, hîndekara seretayî ya ku pêşengiya pergala hevserokatiyê kiriye û derbaskirina lîteratora siyasetê demokratîk de têkoşîn daye. Jinên Tirkiyeyê pergala hevserokatiyê, têkoşîna wekheviya zayendî cara ewil bi tevlîbûna Aysel Tûglûk a nav siyasetê bihîstin. Tûglûk, bi bîreweriyek kûr a ezmûna tevgera jinên kurd, li dijî pergala patrîarkal a dijdemokratîk sekinî û bi sekna xwe ya wêrekî-têkoşer re şerkêşiya pêvajoyên gelekî zehmet kir.

    Aysel Tûglûk ku ji sala 2016’an ve hatiye girtin, tevî ku nexweşiya wê ya demansê pêşketiyê jî nayê berdan. Tûglûk, di zindanên dewleta mêtinger de di sala 2021’ê de teşhîsa nexweşîna demansê  hate dayîn. Niha rewşa wê ya tendûristiyê di astek xeternak de ye û her roj, her kêlî girantir dibe. Hemû bhiqûqiyên di zindanan de tên kirin di xisleta Tûglûkê de şênber dibe.

    Ji bo ku Tûglûk bê berdan bi hezaran kesayet, saziyên jinan, platform daxuyanî li pey daxuyaniyê didin. Di daxuyaniyan de tê xwestin ku Tûglûk li derve were dermankirin. Ji îro û şûnde her kêliyeke ku derbas dibe li ser jiyana Tûglûkê xeteriyek mezin e. Bêyî ku dereng bikeve divê Tûglûk were berdan. Ji bo ku Tûglûk bê dermankirin divê ji wan mekanên zilmê bê derxistin. Tûglûkê êdî nema dikare îmze jî bave jê, avêtina îmzeyê jî, jibîr kiriye. Her wiha zehmet e ku di şert û mercên girtîgehê de nexweşiya wê bê dermankirin.

    Ji bo ku Tûglûk serbest bê berdan xebat dekeve ser têkoşîn û hewldanên tevgerên jinan ên Tirkiyeyê. Çawa ku Tûglûkê di meşandina kar û xebatên siyaseta demokratîk de bi erka berpirsiyariyê ya pirsgirikên jinan rabû, pêwîst e rêxistinên jinan jî bi heman perpirsiyariya xwe rabin. Ji bo ku hêza jinan di bin banê sîwana yekbûyî de komî ser hev bibe, gelek xebat meşandin. Tûglûk, di kar û xebatên siyaseta demokratîk de rêhevala rojên zor û zehmet a têkoşînê bû. Hemû derfên xwe, ji bo hevrejiyanek azad, wekhev û çarenûsa mafên jinan xebitî. Divê Tûglûk a ku di têkoşîna azadiya jinan de navekî girîng e, were berdan. Tûglûk, bîra dîrokî ya têkoşîna azadiya jinan e. Li her qad, kolanan û bajaran em bangên xwe radigihînin; wê bi têkoşîna me Tûglûk û hemû girtiyên nexweş azad bibin.