30 Îlon 2022, În
No menu items!
More

    Civana Jinan – Li girtîgehan Newroz çawa tê pîrozkirin?

    Meha adarê ji bo civaka Rojhilata Navîn û bêguman ji bo gelê kurd meheke bi her awayî têr û tije û bi wate ye. Bi wateye ku ji ber ku Newroz hem cejneke xwezayî, hem çandî û hem jî neteweyî ye. Çawa ku  Adar wek mizgîniya biharê yanî mizgîniya Roja nû, Nû Roj  ango Nûbûnê be, ji bo kurdan tê wateya Berxwedana li dijî zordestî û koletiyê. Newroz li Rojhilata Navîn ji aliyê gelek civakên qedîm ve tê pîrozkirin. Lê bi hezaran salane ku yên herî zêde Newrozê ji bo xwe tenê wek cejneke çandî, xwezayî, olî na wek cejneke neteweyî dibînin gelê kurd in. Her ku bi pergala serdestiyê çanda gelên qedîm di aşê xwe de hêrand û bi hezaran çandên qedîm tunekirin bin jî Newroz ji aliyê gelê kurd li nîvê Rojhilata Navîn bi kelecan û coşeke mezin tê pîrozkirin. Di her pîrozbahî, çalaki, şahî, seyran û govenda Newrozê de kurd tovên berxwedanê diavêjin û her diçe bi biryartir li çanda xwe û li hebûna xwe xwedî derdikevin.

    Îro vê yekê bi dilekî rehet dikare bêje ku çawa ku di dîroka gelê kurd de Newroz weke sembola azadî û serkeftinê bû niha jî di asta herî jor de ev yek derbasdar e. Îro li cîhanê êdî her kes ji 8’ê Adarê hata gelek rojên ku li tevahiya cîhanê wek rojên giştî tên zanîn bi cil û berg, pîrozbahî û govendên kurdan tên nasîn. Em tev dizanin ku îro ji ber sedemên kurdbûna xwe diparêzin û dibêjin em kurd in bi hezaran kes di girtîgehên Tirkiye, Iraq û Îranê de di bin zilmeke giran de jiyana xwe didomîn. Di girtîgehan de li dijî êrîş, tunnehesibandin, bêbîrhiştin û civakê dûrxistinê bi hezaran girtî di nav wan şert û mercên sînordarkirî de li çanda xwe, cejnên xwe û li rojên xwe yên pîroz  xwedî derdikevin. Yek ji van rojên ku bi coşeke mezin bi kelecaneke mezin tê pîrozkirin jî Newroz e.

    Newroz li her bajarekî Kurdistanê, li her navçe û taxeke Kurdistanê çawa ku bi kelecan, bi coş û bi cil û bergên kurdewarî tê pîrozkirin; bi heman rengî li zîndanan jî tê pîrozkirin. Li gor hin agahiyên ku me ji hevalên di girtîgehan de mayî û ji hin nameyên ku ji girtîhan hatî, bi kurtasî be jî em dixwazin ji we re qala amadekarî û pîrozbahiyên Newrozê yên li girtîgehan bikin. Amadekariya Newrozê du hefte berê destpê dikin. Ji bo berpirsiyarî û plansaziya bernameya Newrozê komisyonek tê avakirin û ji aliyê wê komisyonê ve amadekarî destpê dikin. Her hevalekê peywirek digre ser xwe û ji komên şanoyê heta govend, skêç, helbest, stran û gelek naverok tên amadekirin. Heta du hefteyan jî provayên skêc, govend, koma koroyê û helbestan tên kirin. Piştî vê yekê kelecaniya  herî mezin jî şeva 20’ê adarê ye. Hevalên di qawîşê de piştî provayên dawiyê êdî li ser şeveqa 21’ê Adarê diaxivin. Tişta herî girîng jî ji bo ku li hewşê agirê Newrozê pê bixin dikevin nav lêgerîna kinc û amûrên ku ji bo agirê Newrozê bên şewitandinê. Ji ber îdarê bi tu wayî destûra pîrozkirina Newrozê qebûl nake jin kincên xwe yên ku ji bo agirê Newrozê têxistî nava balîfan derîne û bi hin amûrên li mutbaxê re top dike.

    Belê bînerên hêja helbet ev yek ji bo şert û mercên li girtîgehê pir zor e. Lê jin bi her awayî ji bo pîrozkirina wê rojê kedeke mezin didin. Ji ber ku piştî vêxistina agirê Newrozê girtî rastî tundî û qedexeyên li ser name, hevdîtin û  telefonê tên.

    Lê li gel vê yekê jî bi tu awayî girtiyên azadiyê ji ya xwe nayên xwarê û bi awayekê sembolik be jî ew agirê Newrozê tê hildan û xwe di ser agir de diavêjin. Roja 21’ê Adarê her yek ji wan yên ku derfet dîtî û cil û bergên xwe yên kurdî bi destxistî li xwe dikin, yên cilên wan ên kurdî tûneyî jî kincên xwe yê herî rengîn li xwe dikin û dest bi pîrozbahiyê dikin. Di Roja Newrozê de li gor şert û mercên heyî girtiyên azadiyê xwarinên herî xweş di semaweran de çê dikin. Ji pêşbirkên helbestan heta, yên çîrokan ji bo wê rojê tên çêkirin. Heta li gelek girtîgehan ji bo naverok û wateya 21’ê Adarê kovar tên amadekiriin. Heta ji bo tevahiya meha adarê kovar tê derxistin. U roja 21’ê Adarê agirê Newrozê hema bêje li her girtîgeheke ku girtiyên azadiyê lê ne, bilind dibe. Agir nebe jî dengê dirûşm, stran, helbest û dengê tililîyan bi ser dîwarê girtîgehan dikeve.