21 Nîsan, În - 2023

Gösterilecek bir içerik yok

‘Alên xwe ji eksê wan re zêdetir bihejînin’

Di vekirina buroya hilbijartinê ya Ferît Koşk de ciwana xelakên govendê ava kirin. Di nav vê xelekê de zarokên li du şopa ciwanên ku xelek ava kirin alên bi rengên spî yên Partiya Çepên Kesk hilgirtin û wek kevokên aştiyê alên xwe ba kirin.

Di 14’ê Gulanê de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê dê gel ji bo hilijartinên serokkamariyê û parlementoyê biçe ser sindoqan. Desthilata AKP-MHP’ê ji bo ku kurd di Meclisa Tirkiye de parastina cudahiyên civakê nekin hewl da ku bi doza girtinê pêşî li Partiya Demokratîk a Gelan  bigire. Lê HDP ji bo ku gelên Tirkiyeyê bi taybet jî gelê kurd bêalternatîf nemîne biryar da ku bi Partiya Çepên Kesk bikeve hilbijartinê.

Partiya Çepên Kesk,, di çarçoveya hilbijatinê de li gelek bajarok, navçe û bajaran buroyan vekir û vedike. Wek gelek navendan du di seatên êvarê de li taxa Ferît Koşk a navçeya Yenîşehîra Amedê jî dê buroya xwe ya hilbijartinê vekirana. Ji bo şopandina vekirina buroyê dema em çûn taxê me dît ku dora buroyê ji aliyên polîsan ve hatiye dorpeçkirin. Ji tevgerên polîsan diyar bû ku hê di destpêkê de dixwazin ciwanan bitirsînin û nehêlin ku buro li gor dilê wan were vekirin. Lê tevî dorpêç û van tevgerên polîsan jî bi sedan kesên ku bi gelemperiya wan ciwan bûn li ber buroyê li hev civiyan.

Kesk û sor û zer

Wek tê zanîn partiyên siyasî di dema hilbijartinê de alên xwe yên reng bi reng li tax û kolanan dadileqînin. Di vekirina buroya taxa Ferît Koşk de jî alên Partiya Çepên Kesk ên reng bi reng li derdora cihê ku wê buro lê bihatina vekirin hatibûn dalikandin. Ciwanên ku hatibûn wir bi rengê kesk û sor û zer ji bo serkêşa govendê temeziyeke amade kirin û li ber stranên ku li ser têkoşîna Tevgera Azadiyê hatine gotin govend gerandin.

Destpêkê ciwanan bi gerandina govendê xelekek ava kirin. Di nav vê xelekê de zarokên li du şopa ciwanên ku xelek ava kirin alên bi rengên spî yên Partiya Çepên Kesk hilgirtin û bi kêfxweşiyeke mezin ba dikirin. Ev dîmen ji bo min dîmenên gelek watedar bû. Zarokên ku alên xwe dihejandin wek kevokên aştiyê coş didan govendgeran. Dirûşmên wek ‘Em ê bi berxwedanê serbikevin’ û ‘Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan’  ku di govendê de hatin berzkirin daxwaza dilê ciwana da der.

Piştî govendkişandinê girse li ber derê buroyê li hev kom bû. Di dema vekirina buroyê de hevserokê HDP’ê yê bajarê Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Dema axaftina Ceylan polîsan bi hincetên vala anons kirin ku heke axaftin berdewam bike ew ê mudexaleyê vekirina buroyê bikin. Tevî anonsa polîsan jî Ceylan axaftina xwe berdewam kir girseya ku ji sekna Ceylan bibandor bû dirûşm avêtin. Ev jî nîşan dide ku gel êdî bi her awayî ji polîtîkayên ji bo tepisandina wan tên meşandin bêzar bûne.

‘Zêdetir alan bînin’

Yek ji xala balkêş a ku li Ferît Koşkê derket holê zarokên ku li hember wesayitên polîsan sekinîbûn û di dema anonsa polîsan de bi gotina ‘zêdetir alan bînin em ji eksê wan re zêdetir bihejînin’ sekna gelê kurd a pêşerojê jî diyar dikirin.

Dema buro hat vekirin û em derbasî buroyê bûn, çend dayikên ku zarokên wan di girtîgehê de bûn ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê ev tişt gotin ‘Te dît ku bi girtina partiyan nikarin pêşî li me bigirin. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin’. Van gotinên dayikan nîşaneya hêviya ji hilbijartinên 14’ê Gulanê ne.

Wek di vekirina buroyê de jî hat dîtin ji zarokan heta kal û pîran her kes li benda hilbijartinê ye û hêviyên xwe ji partiyên kurdan ên ku mîsyona wan yek lê navê wan diguherin qut nakin.

Facebook
Twitter
Pinterest
WhatsApp
Telegram