1 Kanûn, Pêncşem - 2022
No menu items!
More

    Warên dîrokî di binê avê de hiştin

    “Hemû tiştî di payîza 1979’an de li herema navîn a Firata Tirkiyê bi lêkolîna ser rûyê erdê ya arkeologekî ciwan dest pê kir.“ (Klaus Schmîtt)

    Newala Çorî cihekî di nav sînorê Rihayê de ye. Nêzîkî navçeya Hîlwanê ye. Li vir di pêşengiya Hans Georg Gebel de ji aliyê komekê ve di sala 1980’yî de kolandinan destpê kir. Bi hevkariya Zanîngeha Heîdelberg û Muzeya Rihayê lêkolîn hatin kirin. Di encama lêkolînan de derket holê ku ev der xelekek ji zincîra dîrokê ye. Arkeolog Klaus Schmît ji bo girîngiya vir wiha dibêje: “Û her tişt wekî dihate hîskirin bû: Kifşkirina cihê mezin a Newala Çorî ya serdema neolîtîka bêqahfûqur (serdema neolîtîk a bêdîzik) dîroka neollîtîka Rojhilata Nêzîk bi piranî guhert.”

    Newala Çorî, bi navekî din Newala Webayê. Di destpêkê de navekî ku xof dixe dilê mirov. Di serdema navîn de li Ewropa kesên ku bi webayê diketin dixistin cihê taybet. Ew ji civakê dûr dixistin. Kesên bi webayê diketin tenê ne ji tenduristî û jiyana xwe belê ji Xweda û baweriya xwe jî dûr diketin. Cihê wan ne li vê dinyayê hebû ne jî li dinyaya din. Ew lanetî dihatin hesinbandin.

    Arkeologê navdar Klaus Schmît dema behsa Newala Çorî dike heman hestan tîne ziman: ‘Gotina Newala Çorî ya tirsnak ku wekî Newala Webayê dikare were wergerandin, dike ku xwêdana cemidî ji nav pişta mirov biherike.’ Mixabin niha ne tirsnakiya wê ma ye ne jî dike ku xwêdana cemidî bi laşê mirov bikeve. Ew newala tirsnak bi bêdengî xwe radestî ava bendava Ataturkê kir. Newala ku bi hezar salan serî li hember kesî netewand, bû esîrê bendava Ataturkê. Bi hemû raz û bîranînên xwe niha di bin ava çemê feratê de ketiye xewê. Xuyabû dewletê ev newal wekî nexweşiyekê didît û diviyabû ev nexweşî were îhtîlafkirin.
    Newala Çorî wekî gelek cihên din ên dîrokî bû qurbana polîtîkayên çêkirina bendavan. Beyî ku mebesta avakirina vî cihî were fêmkirin, beyî ku mebesta wan mirovên ku li vir ew kevirên qerasa çikandibûn were zelalkirin, Newala Çorî di bin avê de ma. Wekî Klaus Schmît jî dipirse ‘gelo li derdora cihê hatî kolandin çi hebû, gelo ew cihê di kolandinan de derketibû holê girêdayî kîjan pergalê bû?’ Em ê bersiva van pirsan tu carî bi teqezî hîn nebin. Lê dîsa jî di encama kolandinan de Newala Çorî di derbarê xwe de gelek tiştan vedibêje.
    Di lêkolînên Newala Çorî de derket holê ku ev der cihekî girîng yê serdema neolîtîkê ye. Bêguman neolîtîk li gelek cihan belav bûye. Lê giringiya vir ew e ku dîroka wê diçe heya pêş-neolîtîkê. Ango serdema amadekariya neolîtîkê kiriye. Di ronîkîrîna gelek tiştan de ev der wekî neynikê ye. Ji aliyê mîmarî, bawerî û aborî ve gelek mijaran ronî dike.
    Li Newala Çorî avahiyên çargoş, çarçik û gilover hatine çêkirin. Ji van avahiyan yên çargoşe û gilover ji bo stargeh hatine çêkirin. Lê avahiya çarçik hem bi şêweya xwe hem jî bi rastkirina nava wê ji van avahiyên din cuda dibe. Li gor avakirin û raxistina nava vê pêkhateyê xuya dike ku ev der wekî perestgeh hatiye bikaranîn. Peykerên li vir hatine dîtin piranî ji kolandinên vê pêkhateyê hatine derxistin. Her wiha ev pêkhate hinek ji derveyî van avahiyên din hatiye çêkirin.

    Di pêkhateya çarçik de kevirên T ên wekî yên Xerabreşkê hatine çikandin. Lê ev kevir ji yên Xerabreşkê biçûktir in. Her wiha li vir binê avahiyê jî wekî Xerabreşk Terrazo ye. Ev jî têkiliya Newala Çorî û Xerabreşk nîşan dide. Lê bi taybetiyekê ev her du cih ji hev vediqetin. Xerabreşk ne cihê niştecihî bû, cihekî dînî ango perestgeh e. Lê li Newala Çorî hem gund heye hem jî li kêleka gund perestgeh heye. Jixwe ji aliyê dîrokî ve Xerabeşk berî Newala Çorî hatiye avakirin. Li vir mirov dikare pirsek wiha bike: gelo dibe ku mirovên Xerabreşk hatibin ev der ava kiribin? Heya niha li gorî lêkolînên hatine kirin diyar nebûye ka çi bi serê mirovên Xerabreşkê de hatiye. Tê gotin ku mirovên Xerabreşkê bi zanebûn ew şunwar xistine binê erdê. Lê çima tiştek wisa kirine nayê zanîn.

    Li Newala Çorî gelek peyker hatine dîtin. Hem peykerê mirovan hem jî peykerên sewalan hatine dîtin. Her wiha peykerekî ku çûkek li ser serê du mirovan e jî hatiye dîtin. Ev dide nîşan dan ku têkiliya mirovên vir û çûkan zêde ye. Mirovan xwe şibandine çûkan. Di lêkolînên Şikefta Şanîdar de jî gelek bermahiyên per û baskên çûkan hatibûn dîtin. Li gorî zanyaran mirovên wê demê per û baskên çûkan bi xwe ve dikirin û xwe dişibandin çûkan. Niha em li Newala Çorî dibînin ku ev rewş li ser keviran neqşî keviran kirine û peykerê mirovên çûk çêkirine. Dîsa li ser firaqeke ku ji heriyê hatiye çêkirin û hatiye pijandin neqşên sê mirovên ku direqisin hene. Bi awayekî şênbêr dikare were gotin ku li vir di heman demê de çanda şamanîzmê jî hebû. Mirovên Newala Çorî miriyên xwe di binê xaniyan de vedişartin. Baweriya binerdkirina miriyan hebû. Di gelek cihan de zilamek û jinek an jî jinek û zarokek hatine dîtin.

    Wekî din morîkeke baqirî hatiye dîtin. Pê re jî hindik serê tîran hatine dîtin. Mirov wiha dikare şîrove bike. Newala Çorî di neqşkirina keviran de hoste bûn. Hem peyker çêdikirin hem jî li ser firaqan neqş çêdikirin. Dibe ku li vir metal hatibin honandin lê nîşaneyên ku ji bo bazirganiyê kirine xuya nake. Mesela dema mirov li Qotê Berçem (Erxenî-Amed) dinêre li vir pîşesazî û bazirganî pêş ketiye. Lê li Newala Çorî tiştek wisa xuya nake. Ev jî nîşan dide ku Newala Çorî tekabulî serdema navbera Xerabreşk û Qotê Berçem dike. Morîka baqirî û serê tîr dibe ku di encama danûstandinên bi derdorê re hatibin standin. An jî wekî diyarî hatibin dayîn.

    Li Newala Çorî hem çandinî hem jî sewalkarî dihate kirin. Li gorî lêkolînên li ser hestiyan li vir bizin, mih û beraz hatiye kedîkirin. Nêçîra xezal, pezkovî, berazê berî, kerê berî hatiye kirin. Di çandiniyê de genim, ceh, nîsk hatine bikaranîn. Gelek jî cureyên giyayan hatine komkirin. Li vir her çiqasî çandiniya van cureyan hatibe kirin jî destpêka çandina van berheman ne ev der e. Wisa dixuye ku tov ji cihekî din anî bin.
    Bi teknîka radyokarbon diyar dibe ku Newala Çorî di navbera salên 8.400-8.100 (BZ) de hatiye avakirin. Li vir serdemên Neolîtîka Bêqahfûqur(8.400-8.100), serdema Kalkolîtîk(serdema çanda Til Xelef) û serdema pêş-tunç (3.000-2.800-BZ) hatine jiyîn. Di lêkolînan de sê tebeqe hatine dîtin.
    Li gel ku ewqas girîng e jî ev der di binê ava bendava Ataturk de hate hiştin. Klaus Schmît behs dike ka bi çi zor û zehmetiyan li vir kolan hatiye kirin. Bi çi kelecanê çûne ser karê xwe û hatine. Lê bi biryarekê Newala Çorî û derdora wê bûn qurbana bendava Ataturkê. Rayedarên wê demê wekî ku henekê xwe bi dîrokê bikin pêkhateya ku tê payîn perestgeh e bi hemû berhemên di nav de bar kirin û îro li Muzeya Rihayê têne pêşandin. Êdî Newala Çorî ji bo dîrokê tenê bîranînek e. Amureke ku mirov biçe lê binêre û di ber re derbas bibe. Karibe li ber wêneyekî jî bikşîne û xelas.
    Û her tişt di sala 1992’yan de bi awayekî bêveger bi dawî bû…

    4-Bajarê antîk Zeugma

    ‘Me kifş kir, niha binax dikin’ (rojnameya Yenîşafak 18.06.2000)
    Zeugma di nav sînorê navçeya Dîlokê Nîzîpê de dimîne. Piraniya bajêr di binê ava bendava Bîlecuk de maye. Ev bajar bi mozaîkên xwe navdar e. Mozaîkên hezar salan berê di kolanan de hatine çêkirin heya roja me mane. Gelek ji van mozaîkan hêj xera nebûne.
    Zeugma BZ di salên 300’î de ji aliyê fermandarê Îskender Selevkos ve hate damezrandin. Di serdema Komagene de hejmara niştecihên vir gihîştiye nêzî 80.000. Ji çar bajarên mezin ên şaristaniya Komagene bû. Piştî Împaratoriya Roma ev der dagir kir, kete bin serweriya Romayê. Demek jî dikeve bin serweriya Sasaniyan. Bi belavbûna Îslamiyetê ev der dibe bajarekî misilmanan.
    Zeugma wekî mozaîkên xwe xwedî çandeke dewlemend û rengîn bû. Li vir gelek qewm û bawerî bi hev re dijiyan.
    Zeugma tevî gelek cihên din ên dîrokî di sala 2000’an de di binê ava bendava Karakaya û Bîlecukê de ma. Berî di binê avê de bimîne gelek berhemên li vir hatine dîtin tevî mozaîkan rakirine muzeya Dîlokê.

    5-Paytexta Komagene: Samosat

    Samosat niha navê navçeyeke Semsûrê ye. Ev der ji serdema neolîtîkê bigire heya serdema tunç, ji serdema Komagene bigire heya roja me li ser linga maye û bûye cih û warê jiyana civakî. Di dema Komagene de ev bajar paytext bû. Mixabin Samosat di bin ava Bendava Ataturk de ma.

    Şaristaniya Komagene hinek dereng derket holê. Piştî serdana muhendisekî alman ku di çêkirina riya trenê de dixebitî bi awayekî bêhemdî hate kifşkirin. Li ser wêneyên hatine kişandin Akademiya Berlînê lêkolînan dike û têdigihijin ku ev berhemên şaristaniyeke xweser e. Komagene çanda rojava û rojhilat wekî sentezekê derxistibû holê. Nîşaneya herî ber biçav jî nivîsa keyayê komagene Antîoknos e. Her wiha peykerên xwedayan ên li çiyayên Nemrudê ne xwedî du qerekter in. Her xweda bi du peyvan hatiye binavkirin: yek rojavayî yek jî rojhilatî. Şewêyê wan jî du karekter in : suret dişibe xwedayên rojavayî, cil û berg jî yên rojhilatî ne. Bajarekî ku paytexta şaristaniyeke ewqas girîng kiriye di binê avê de hate hiştin.

    Me bi kurtasî çend cih nirxandin. Lê bi dehan girik, gund û bajarok di binê avê de mane:
    -Girê Tilê: Semsur
    -Bajarê kevnar Urîma: Dîlok
    -Kelha Rum: Dîlok
    -Gundê Şewaşan: Riha
    -Girê Lîdar: Riha
    -Girê Tirbê, Girê Başur, Girê Çat: Sêrt
    -Bajarê Augusta: Edene
    -Bajarê kevnar Allîanoî: Îzmîr
    Çavkanî:
    1-Wîkîpediya
    2-Gotar û nûçeyên rojnameyan
    3-Raporên Hewldana Jiyindina Heskîfê
    4-Rapora Komeleya Xwezayê ya di kongreya avê ya TMMOB’ê de hatiye pêşkêşkirin
    5-Bîranîn û nivîsên Klaus Schmîtt
    6-Gêl: Bajarekî kevnar (amadekar: Av Neymetullah Gunduz û G.Seyîd Cengîz)
    7-Broşur û raporên walî û qeymeqamtiyan