1 Kanûn, Pêncşem - 2022
No menu items!
More

    ‘Şerê mezheban an jî şerê hegemonya’

    Krîza siyasî li Rojhilata Navîn her diçe mezin dibe. Wisa xuyaye ev krîz dê demeke dirêj bidome. Piştî şerê di navbera Rûsya û Ukrayna de hêzên hegemonîk ketin nav lêgerînên nû. Rojhilata Navîn jî ji van lêgerînan bandor dibe. Armanca sereke ya van lêgerînan jî alternatîfên xetên enerjiyê ne.
    Ewropa ji bo xwe ji girêdana enerjiya Rûsya rizgar bike hewl dide enerjiya Rojhilata Navîn veguhezîne Ewropayê. Her ku Ewropa li ser Rojhilata Navîn hesaban dike, rewş zêdetir tevlîhev dibe. Ji dema ku hegemonyaya navendî derbasî rojava bûye ve krîza Rojhilata Navîn kêliyekê jî kêm nebûye, berovajî her çûye girantir bûye. Rojava bi qasî ku hêza xwe ji rêbaza kapîtal, zanist, teknîka leşkerî, demokrasiya liberal, dewleta netewî digire ewqas jî hegemonya xwe li ser tevlîhevî û lewaziya rojhilat ava dike. Lewma tu carî naxwaze aloziya rojhilat biqede. Lê di heman demê de naxwaze ev alozî ji bin kontrola wê jî derkeve.
    Ji ber ku krîza Rojhilata Navîn ji hişmendiya hêzên derve derketiye û kûr dibe karakterê vê krîzê rê li ber destwerdana hêzên derve vedike. Heta ku rojhilat vê pergala ku li ser hatiye ferzkirin red neke û pêşiya olperestî, mezhebperestî, miletperestî negire dê her kêlî ji destwerdana derve re vekirîbe. Wekî ku mişk bi pisîkê bilize dê wisa hêzên derve bi rojhilat bilîzin. Ka em binêrin ew polîtîka çawa tê meşandin.

    Desthilatdarî û nijadperestî

    Bi berbelavbûna ola Îslamê re li Rojhilata Navîn desthilatên li ser binyada xelîfetiyê û îmamiyê hatin damezrandin. Mezheba sunî li ser xelîfetiyê desthilatî da avakirin û mezheba şîatiyê jî li ser îmamiyê desthilatî da avakirin. Ji roja roj ve ev herdu mezheb di Rojhilata Navîn de berberî ji hev re kirin. Herdu alî jî hertim li pey tolhilanînê bûn. Di encama şerê navbera wan de bi dehan desthilat ava bûn û hilweşiyan. Ev rewş veguherî karakterekî mayînde yê desthilatdarên Rojhilata Navîn. Her desthilatdarek ku bixwaze li ser lingan bimîne xwe dispêre mezhebekê. Her çiqasî ev rewş piştî şerê cîhanê yê yekemîn hinekî hatibe guhertin jî di roja me de krîz dîsa herî zêde li ser vê binyadê dimeşe û çareseriyên têne pêşxistin jî li ser vê binyadê ne.
    Di encama şerê cîhanê yê yekemîn de gelek dewletên nû hatin damezrandin. Dewletên hatin avakirin ne li ser heqîqeta Rojhilata Navîn avabûn. Li gorî xwestekên hêzên hegemonîk hatin damezrandin. Lê balkêş e, ev dewlet ne li ser binyada mezhebî jî hatin damezrandin. Piranî li ser nîjadperesatiyê hatin damezrandin. Hinekî jî xwestin nîjadperestiyên nû ava bikin. Mesela wekî nîjadperestiya Sûriyeyê yan jî nîjadperestiya Iraqê. Dîsa li Misirê xwestin ku nîjadperstiyeke Misrî bi pêş bixin. Hemûyan jî demeke dirêj li ser dewletên xwe polîtîkayên taybet meşandin. Her dewletek di bin sereweriya dewleteke mezin de hînî karê rêveberiyê dihate kirin. Iraq, Misir, Filistîn û gelek dewletên ereban di bin serweriya Ingilistanê de; Sûriye û Lubnan di bin serweriya Fransa de; Îran beşek di bin serweriya Ingilistanê de beşek jî di bin serweriya Sovyetan de; Tirkiye bi alîkariya Sovyet û Ingilistanê hatin damezrandin û birêvebirin. Her dewletê jî li gor karakterê xwe dewlet birêve dibir. Ingilistan ji ber ku qraltî bû qraltî ava dikir ( mesela dewletên ereb bi piranî qraltî ne), Fransa komar bû lewma komar dida avakirin (mesela Sûriye û Lubnan ji destpêkê weke komar hatin damezrandin.)

    Ol û mezheb

    Di destpêka damezrandina dewletên wekî Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, Misir û hwd. de bi awayekî fermî binyada mezhebî xuya nake. Mesele Îran bi şahîtiyê dihate birêvebirin lê şîatî di rêvebiriyê de tune bû. Tirkiye her çiqasî ji aliyê mezhebî ve sunî be jî bi fermî dewlet laîk dihate pênasekirin. Her wiha li Misir, Iraq û Sûriyeyê mezheba dewletê bi fermî ne diyar bû. Li van dewletan hemûyan hem beşên olî hem jî beşên etnîkî, mezhebî pir bûn. Şêwaza van dewletan hinek ol û mezheb derdixistin pêş û hinek li paş diman. Ji ber ku dewlet ne li ser esasên tevlîbûna rêveberiyeke demokratik hatibû avakirin her alî kete pey desthilatê. Her beşa civakê berdewamî û derfeta hebûna xwe di desthilatbûnê de didîtin. Lewma li gelek welatan desthilat kete destê kêmaran. Hewldana destxistina desthilatê rê li ber gelek şer û pevçûnan vekir.
    Li Rojhilata Navîn şêwaza damezrandina netew-dewletê rê li ber gelek gengeşiyan vekir. Pirsgirêkên herî mezin jî li ser nêzîkatiya ol û mezhebî derketin holê. Hêzên hegemonîk jî ev rewş gelek baş bikaranîn. Ji bo di Rojhilata Navîn de ahengekê çêbikin ol û mezheb hertim bi karanîn. Polîtîkaya ol û mezhebê herî zêde Tirkiye û Îran dimeşînin. Tirkiye li ser bermahiya Osmaniyan (nûnera fermî ya mezheba sunî) û Îran jî li ser bermahiya Safewiyan(nûnera fermî ya mezheba şîa) ava bûn.
    Îranê piştî hilweşîna Sovyetan pişta xwe da bloqa ku Rûsya pêşengiya wê dike. Tirkiyeyê ji roja damezrandina komarê heta îro pişta xwe da bloqa rojava. Her çiqasî xwe wekî dewleteke ewropî bide nîşandan jî Tirkiyeyê her dem li gor fersendan polîtîkayeke pragmatîst şopandiye. Di damezrandina komarê de M.Kemal ji aliyekî ve xwe nêzî Sovyetan dikir ji aliyekî ve jî polîtîkayeke rojavayî dimeşand. Di wê navberê de Şahê Îranê jî M.Kemal ji xwe re wekî mînak digirt û li gorî pergala rojava dixwest dewletê bi rê ve bibe. M. Kemal çi dikir şah jî ew dişopand. Wê demê bandora siyaseta Ingilistanê hem li ser Îranê hem jî li ser Tirkiyeyê hebû.

    Ev herdu dewletên ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn wekî dewletên sekuler hatin damezrandin, di salên 1970’yan de ketin bin bandora ol û mezheba siyasî. Bêguman pênasekirina sekulerîzmê nedihat wateya ku dewlet bi rastî sekuler tevdigere. Şah bi xwe jî tu carî şîatî pişt guh nedikir. Li Tirkiyeyê jî sunîtî hertim xwedî avantaj bû. Lê bi awayê fermî van mezheban di rêvebirina dewletê de cih nedigirt. Pergala kapîtalîst bi xwe stratejiya ol û mezhebî di nav van dewletan de zindî kir. Li hemberî Sovyetan ji bo di Rojhilata Navîn de komunîzm bi pêş nekeve stratejiya ‘îslama nerm’ da meşandin.
    Îran: Li ser vê stratejiyê Ewropa malovanî ji Ayetullah Humeynî re kir û heya şoreşa 1979’an alîkariya wî kir. Tê zanîn di wê demê de li Îranê tevgera sosyalîst gelek xurt bû. Pêşengiya şoreşê jî ji aliyê sosyalîstan ve dihate kirin. Lê di kêliyên herî gur ên şoreşê de Humeynî ji Parîs’ê derbasî îran’ê bû. Humeynî rêberê olî yê herî mezin ê mezheba şîayê bû. Bi hatina humeynî re rengê şoreşê guherî. Îran ji bin desthilata şah derket lê vê carê jî kete bin banê desthilata mezheba şîa. Navê fermî yê dewletê jî bû ‘Komara Îslamî ya Îranê’
    Tirkiye: Di salên 1970’yan de li Tirkiyeyê jî dengê şoreşeke sosyalîst bilind dibû. Tevgerên çepgir li her derê welat xwe bi rêxistin dikirin. Ji bo şoreş pêk were û desthilat biguhere têkoşîn gihiştibû asteke jor. Lê NATO’yê zêdetir destur neda pêşketina tevgerên sosyalîst. Di 1972’yan de darbeyek pêk anî. Piştre jî di sala 1980’î de (pîştî şoreşa Îran’ê bi salekê) darbeyeke mezin pêk anî. Bi darbeya 1980’yî NATO li Tirkiyeyê pêşiya siyaseteke di bin ol û mezheba sunî de vekir. Turgut Ozal ê ku bû serokkamor hêza herî mezin ji mezheba sunî digirt. Herî dawî di 2002’yan de bi pêşvekirina li desthilata AKP’ê ev pêvajo temam bû.

    Hilala şîa

    Niha du dewletên mezin ên Rojhilata Navîn Îran û Tirkiye dixwazin serweriya xwe ava bikin. Herdu dewlet jî dixwazin bibin hêzên hegemon ên herêmê. Îran dixwaze vê armanca xwe bi pêşxistina mezheba şîa bike. Stratejiya xwe li ser tevgerên mezheba şîa çêdike. Dixwaze xeleka şîa ava bike. Vê stratejiyê jî wiha dimeşîne: Ji aliyê bakur ve hilala Iraq, Sûriye û Lubnan ava dike; Li hemberî wê jî ji başur ve hilala Bahreyn, Katar û Yemenê bi pêş dixe. Dixwaze bi van herdu hilalan xeleka şîa temam bike û serweriya xwe li Rojhilata Navîn temam bike. Ji bo vê jî li kîjan welatekî tevgereke şîa hebe, piştgiriya wan dike.

    Polîtîkaya sunîslamîzmê

    Tirkiye jî berovajî Îranê li ku derê tevgereke sunî hebe têkilî datîne û stratejiya xwe li gorî wê dide meşandin. Navberekê têkiliyên Tirkiye û gelek dewletên ereb xera bûn. Lê di demên dawî de Tirkiye bi van dewletan re careke din têkilî bi pêş dixe. Her wiha bi Îsraîlê re jî têkilî careke din têne pêşxistin. Tevî Erdogan gotibû em careke din teqez danûstandinan bi van dewletan re nakin jî li gorî konjokturê careke din têkilî hatin danîn. Serokên van dewletan di asta herî jor de hatin pêşwazîkirin. Di heman demê de dewletên ku berê bi tundî li hemberî Îsraîlê disekinîn yek bi yek bi Îsraîl re peymanên nû îmzekirin. (Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Yekitiya Emîrtiyên Ereb…) Lewma Îran bertek nîşanî van dewletan dide û dibêje “we doza Filistînê firot.” Herî dawî Erdogan jî tev li vê rêzê bû û ji nû ve têkiliyên fermî çêkirin.(Tirkiye bi awayê ne fermî tu carî têkiliyên xwe û Îsraîlê qut nake.) Dema mijar dibin berjewendiyên aborî li holê ne dîn dimîne û ne jî îman.
    Balkêş e. Mezheba şîa û sunî di Rojhilata Navîn de dibêjin em li hemberî ‘kafiran (ji derdorên xeyrî muslim re tê gotin, peyveke heqaretê ye) şer dikin. Wekî din di her kêliyê de li hemberî hev jî şer dikin. Lê tişta balkêş tevlîbûna şerê Rûsya-Ukraynayê ye. Çeçenên sunî û hinek milîsên şîa (ji Sûriye) li cem Rûsya tev li şer dibin û bangewaziya cîhadê dikin. Li aliyê din hinek milîsên çeçen ên sunî û milîsên ku ji Sûriyeyê hatine li gel Ukrayna tev li şer dibin û banga cîhadê dikin. Hem Rûsya hem jî Ukrayna bi gotina misilmanan ‘kafir’ in lê misilman li gel wan tev li cîhadê dibin. Îran destekê dide Rûsya û Tirkiyeyê, xwe ne ji dêrê û ne jî ji mizgeftê dike. Naxwaze xwe ji herdu aliyan jî bike. Meseleya Tirkiyeyê vekiriye: Li gorî berjerwendiyên aborî tevdigere. Îran di stratejiya şîa de zêdetir birêgez tevdigere. Tirkiye zêdetir sunîtiyê bikar tîne.
    Hem ji têkiliyên dewletên wekî Tirkiye û Îranê yên bi hêzên Rojava re hem jî ji şêwaza avakirina van dewletan tê famkirin ku şerê tê meşandin ne şerê ol û mezhebî ye, şerê xwesteka bûyîna hegemonê heremê ye. Ev dewlet di çarçoveya stratejiyeke modernîteya kapîtalîst de hatin damezrandin. Niha jî li ser navê ol û mezhebê şerê hegemontiyê dimeşînin. Herdu dewlet jî li herêmê li gorî polîtîkayên hegemonên cîhanê tevdigerin.

    Naveroka berê
    Naveroka ya piştî vê