30 Îlon 2022, În
No menu items!
More

    Sawêrên Tarkovskî

    Ciwan Qado

    Tiştê pêşî li serê Tarkovskî dixe, gava dibihîze ku kanser  bûye, gotina Boris Bastirnak e. Helbestkar û nivîskarê rûs ji re dibê ‘Tu ji xeynî 7 filman film çênake’. Dema wisa dibê Tarkovskî nû filmê xwe yê 7’emîn yê bi navê “Qurban” bi dawî dikir. Filmê ku Bergman li ser gotiye ku ewî di jiyana xwe gişî de hewl daye wek wî çêbike û pê re dernekitiye, mezintirîn filmê ku ne Bergman ew çêkiriye.

    Xwediyê romana navdar Doktor Cîvako Bastirnak, tilsim û sihra 7’emîn a efsûnî hêjayî Tarkovskî dît. hefta ku rojan wek kevirên ji gurçikan derketî, wek gepên xebînetê di rekeha heftiyê de mexel tîne, 7 dem û dewranan, dem û dewranên ku Tarkovskî ew tîr û teze dîmen bi dîmen di qutîka hesin de hiltanî wek wan qutîkên ku pîrekan ta û derzî tê de hiltanîn. 7 a pîroz, hogira nifir û destanan. 7 a ku jinên kurdan ew ji teniya binê beroşan, ji xweliya gundan, ji serê ecêban, ji kevirên gû, ji sûndên bi kitêbên pîroz û ji qatên ezmanan yên mişt pîrên heft diran, parzinandine.

    Serê sibeheke havînî, du serhine li ser belkona malê ji gulpa ava ku ji şevê din de di qedehê de ji ber min ma ye, vedixwin. Ez li hundir li xurînî li belgefilmekî dinêrim, ku behsa sirgun û mirina Tarkovskî dike, tê de Erland Josephson aktorê siwêdî yê ku di her du filmên wî yên dawîn de “ Nostalghia û Qurban” de lîstiye, behsa serpêhatiyekê dike û dibêje, ku Tarkovskî li lokêşinekê digeriya bo dîmena bobelatê di filmê xwe Qurban de lê bikşîne, dawî me dîmen li wê devera ku wê serekwezîrê siwêdî Olof Palme piştî şeş mehan lê bê kuştin, kişand; û berê kamîreyê jî eyn bi aliyê derenca ku wê kujer li ser bireve vekirîbû. Vê yekê hiş û matê bir û bi min pir seyr bû, ji ber wilo min jê pirs kir, te çawa ev der dît? Tu lê geriyayî yan lêhatin bû?

    Li min vegerand: Hin dever hene hew ji bo gosirmet û bobelatan çêbûne.

    Nêzî çar salan di ser koça Tarkovskî re derbas dibe û taya nexweşiyê xwe li can û cesedê wî vedide, dema ku carekê nîv hênijî, xewnekê di xewna xwe de dibîne ku ew wek xiltekî dikeve hundirê sînga xwe de, tê de dikole heyanî ronî bi çavên wî tên û bi ser wê devera tarî vedibe. Ew birîna reş ku tê re dibîne bê çawa dem tîr dibe û qeşmûşk digre.

    Dara li ber belkona min, ya di şiklê dara di dawiya filmê “Qurban” de, ya ku nahêle cîranê min ê xemxur û tatêldar tevger û liva min bişopîne, diheje. Tu carî nefikirîme navê wê nas bikim, ez ê çima nas bim jixwe û jixwe tiştê herî xweşik tê de ku navê wê nas nakim. Ez hîn li xurînî me û mêşek ji doh de di tevna pîrê de asê maye li bende hatina pîra ku mala wê sitara wê ye; Û Tarkovskî jî destên wî di bêrîkên wî de ne li dêra St. James li Londrayê vê gotinê dibêje: “Nezanî hêviyê dide; bi ser de jî ku yek çarenivîsa xwe nenase, camêr û bi nirxtir dibe, ji ber ku zanebûn meriv sar dike û wî dixe çembera diltengiyê de; ev yek di dest xwe re peyva Emil Cioran tîne bîra meriv, ku tu kes destvala ji razberî, nezelalî û nepeniyê venegeriyaye, ku ev bixwe jî di dest xwe re yek ji tembînameyên zîrek yên Italo Calvino tîne bîra meriv, tembînameya awayê îndîrekt di nivîskariyê de ku ew bi destana grekî ya navdar Medusa şîrove kiriye. Medusaya ku çi kesê lê dinêre dibe kevir û Perseusê ku bi rêya mertalê xwe re lê nerî û serê wê jêkir, li şûna mertalê Perseus Tarkovskî demê wek suravkê bi kar tîne. Wê di nav golên avê de, di nav çiravan de, di pêlîstokên zarokan de, di gîhayên ser dîwaran de, werdide; bi wan demeke nû li hember dema heyî û realîteyê dimeyîne.

    Nîv xilmaş li ser dîwanê ramedandî û li bin zimanê min tama qehwê û dasîkên peyvên mirarçûyî lê û li ser jî ev pirsa ku Tarkovskî di pirtûka xwe ya bi sernavê” Sculpting of the Time” pê dest pê dike: “yek çawa dikare 2 saetan serhev di odeyeke tarî de bimîne, hew ji bo li hinek sîkên ser dîwêr belavbûyî binêre”. Helbet ev ne candar û bûnewerên sîkê ne ku di hundirê dîwarê şikefta Platon de dijîn “ The Allegory of the Cave” li gor mînaka û hîpoteza Alain Badiou ya ecêb derbarê girêdana felsefeyê bi sînemayê re, Badiou dibêje ku sawêrên rexneya sînemayê berî sînemayê bi sedê salan ji şikefta Platon derketiye, lê hilbet mirovên şikeftê sawêran wek rastiya xwerû dibînin û qebûl dikin lê sînema sawêrek e ji meriv re dibêje ku ew sawêr e û şûna jiyana realîte nagire, lê ew tiştekî nû li realîteya bira bixwe zêde dike, realîteya ku Tarkovski ji xilafî Eisenstein, dixwest wê xav, çênî û di demê de firdandî bajo hundirê sûret û wênyan.

    Tarkovskî kî ye?

    Tarkovskî derhêner nivîskarekî rûs e. Di sala 1932 ê li Zavrazheya Rûsya ji dayik bûye û di sala 1986 ê li Parîsa paytexta fransizan bi nexweşiya kansera sîngê kiras guhertiye.

    Heft filmên metrajdirêj û du filmên kin kişandiye û pirtûkek bi sernavê ‘Tiraştina Demê’ nivîsiye.

    Andrei Rublev (1966), The Miror (1975), Stalker (1979), Nostalghia (1983), The Sacrifice (1986) filmên wî yên navdar in.